Duh li dijî 12’ê Îlonê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe dide

  • rojane
  • 11:33 11 Îlon 2021
  • |
img
ÊLIH - Kazim Ateş ê li dijî pêkanînên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê bedenê xwe dabû ber mirinê, niha jî bi xwarziyê xwe Şakîr Akkûrt re li dijî tecrîda ser li ser Ocalan li ber xwe dide. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên PKK’ê û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dane destpêkirin di roja 289'emîn de, didome. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. Kazim Ateş (58) ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne û xwarziyê wî Şakîr Akkûrt ê li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê dimîne jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê dibin. 
 
33 SALÊN WÎ BI BERXWEDANÊ DERBAS BÛN
 
Kazim Ateş ê di 17 saliya xwe de ket girtîgehê, di tevahiya jiyana xwe ya 58 salan de bi giştî 33 salan di girtîgehê de maye. Ateş, di darbeya 12’ê Îlona 1980’yan de li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê ku bi pêkanînên derveyî mirovahiyê di hişê mirovan de maye, 8 salan girtî ma. Ateş, di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku qadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jiyana ji dest dan û 38 sal li pey xwe hiştin de 60 rojan li ber xwe da. Ateş ê piştî ku çalakiya wan bi ser ket di nexweşxaneyê de bi mehan tedawî dît, sirgûnî Girtîgeha Eskîşehîrê bû. 
 
Ateş, dûre sirgûnî Girtîgehên Aydin, Bûcaya Îzmîrê, Konya, Elbîstana Mereşê û Bolûyê bû. Ateş ê di sala 2004’an de hat berdan û piştî demekî dîsa hat girtin heta 2009’ê dîsa girtî ma. Ateş ê hat berdan piştî 6 salan bi hêceta dosyayên kevin, dema li navçeya Sasonê ku xwest tevlî çalakiyên “mertalên zindî” bibe hat binçavkirin û girtin. Ateş ê ji sala 2015’an ve li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F dimîne, roja ku çalakiya grevê dest pê kir heta niha bi navber tevlî çalakiyê dibe. 
 
DI HEMÛ ÇALAKIYAN DE CIH GIRT
 
Pêvajoya binçavkirin û girtina xwarziyê Ateş, Şakîr Akkûrt jî di sala 1992’yan de dest pê kir. Akkûrt di wan salan de 3 caran hat binçavkirin û di her binçavkirinê de îşkenceyeke zêde lê hat kirin. Akkûrt di binçavkirina ewil de 33 roj, di binçavkirina duyemîn de 11 roj û di binçavkirina sêyemîn de hat girtin de jî 40 rojan îşkence lê hat kirin. Akkûrt ê piştî darizandinên hat kirin cezayê muebbetê yê hefsê jê re hat birîn, bi dorê sirgûnî Girtîgehên Amed, Dîlok, Yozgat, Kandiraya Kocaeliyê û Akhîsara Manîsayê hat kirin. Akkûrt ê niha li Girtîgeha Akhîsarê ya Tîpa T dimîne di salên 1996, 2000, 2012 û 2018’an de tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bû. Akkûrt tevlî çalakiya niha li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin jî dibe. 
 
BERXWEDANA LI HEJMARA 5’AN
 
Enîse Akkûrt (62) a birayê wê û kurê wê di çalakiya greva birçîbûnê de ne destnîşan kir ku li pişt berxwedana bira û kurê xwe ye. Akkûrt, da zanîn ku dema birayê wî di Girtîgeha Hejmara 5’an a de di çalakiyê de bû, ew jî li pêş girtîgehê 10 rojan ket çalakiya greva birçîbûnê û ew serdem wiha vegot: “Li dijî wê hovîtiya girtîgehê birayê min jî ketibû çalakiya greva birçîbûnê. Hin girtiyan di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan. Me xwest bi wan re hevdîtin bikin lê ne hiştin em hevdîtinê bikin ne jî têkildarî hundir agahî dan me. Wê demê em jî li dijî vê yekê 10 rojan ketin çalakiya greva birçîbûnê. Piştî ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû Kazim nîşanî me dan. Çerm û hestî mabû. Diranên wî tune bûn. Şopên îşkenceyê di laşê wî de mabûn. Çalakiya greva birçîbûnê ku ketibûnê jiyana wî û bi hezaran girtiyan xelas kiribû.”
 
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 8’EMÎN
 
Akkûrt, bi lêv kir ku birayê wî di serdema lîseyê de îşkenceya dewletê nas kir û wiha axivî: “Di 33 salên girtîgehê de her binçavkirin û girtin îşkenceyeke. Dema ewil hatibû binçavkirin neynokên wî jê kiribûn, diranên wî kişandi bûn û avêtibûn bîreke tarî. Piştî li Sêrtê îşkenceyeke zêde lê kirin anîn Amedê. Li vir jî 8 salan îşkence lê hat kirin. Ji temenê xwe yê 58 salan 33 jê di girtîgehê de derbas kirin û hêj jî didomîne. Di vê pêvajoyê de çalakiya greva birçîbûnê weke teşeyeke berxwedanê pejirand. Ji dema darbeyê heta niha 8 caran ket çalakiya greva birçîbûnê. Niha jî di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Weke çalakiyên din wê di vê çalakiyê de jî serbikevin.”
 
‘TIŞTA DIKEVE SER MILÊ ME BERXWEDAN E’
 
Akkûrt, anî ziman ku lawê wê Şakîr Akkûrt jî ji sala 1992’yan ve di girtîgehê de ye û da zanîn ku kurê wê heta neha 5 caran ketiye çalakiya greva birçîbûnê. Akkûrt, destnîşan kir ku kurê wê jî weke birayê wê pergala tecrîdê qebûl nake û wiha got: “Em weke malbat tim di bin tundiya dewletê de ne. Dema em li gundê Bêkent ê Misircê dijîn her tim cendermeyan bi ser mala me de digirt. Ji ber vê yekê jî em mecbûr man koçî Êlihê bikin. Lê li vir jî dev ji me bernadin. Em biçin ku derê zext û tundî kêm nabe. Tişta dikeve berê wan îşkence, zext û tundî ye. Tişta dikeve berê me jî berxwedan e. Ev çil sal in tundiyê li me dikin. Tenê rojekê jî ne birayê min ne jî kurê min paşve gavek neavêt. Em paş ve gavê naavêjin jî. Heta ku em di çalakiya greva birçîbûnê de encamekê bigirin em ê li berxwe bidin. Divê gelê kurd bi hev re li ber xwe bide.”
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

19/09/2021
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:36 Lal Laleş di 'Şevbihêrkên Payîzê' de pirtûka xwe îmze kir
17:02 Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn
16:41 Lahûr Şêx Cengî: Divê kujerên Bulut bên girtin
16:33 Bi hêceta “îxbar heye” konser hat qedexekirin
16:16 Cezayê hefsê li redkarê wijdanî Aksû hat birîn
16:06 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin
15:50 AYM’ê girtina Rojnameya Ozgur Gundmê li dijî Destûra Bingehîn dît
15:49 ‘Divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin’
15:25 Dayika Devrîm Ayik: Naxwazim cenazeyê lawê min derkeve
15:06 Li Dîlokê zarokek hat kuştin
15:01 Xizmên windayan: Xwestin bersûcên Ozalp û Sancak bên dîtin
14:37 Ahmet Gurdegîr ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat girtin
14:11 Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’
13:58 Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin
13:45 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:37 Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin
13:19 Parêzerên Doza Kobanê banga beşdariya dozê kirin
12:55 Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
12:41 Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:01 Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!
12:00 Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan
11:37 Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
11:31 Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel
10:49 Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin
10:32 Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon
10:26 Sonmez: Medya bi zimanek neyînî tundiyê teşwîq dike
09:15 Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin
09:05 Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be
09:04 Ekolojîst: Armanca şewatan koçberî û rant e
09:02 Prof. Dr. Kuçukosmanoglû: Bi hatina payizê re dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe
09:00 Bi çêkirina gopalan nahêlin kevneşopiya mezinên wan were jibîrkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2021'AN
17/09/2021
23:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn
21:28 237 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê serdana gundan kir
18:07 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Demildest tevbigerin
16:58 Qubad Talibanî qetilkirina Yasîn Bûlût şermezar kir
16:35 Ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin
16:20 Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir
16:18 Li Dersimê xwendekar ji wargehên KYK’ê hatin derxistin
16:07 Zilamê ku dest avêt du zarokên xwe hat girtin
15:50 Rapora ÎHD'ê: Îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin
15:27 Polîsan giliyê xwendekaran kirin
15:12 Li Amedê bi polîsekê re tiryak hat girtin
14:47 Malbata Ocalan, serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da
14:31 Konseya Ewropayê derbarê Demîrtaş û Kavala de biryar da
14:12 Parêzer Bek: Mehmet Emîn Ozkan carek din terkî mirinê hat kirin
13:58 Serokê dadgehê ji bo cezayê Racî Bîlîcî şerh danî
13:58 Polîs ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirin re got: Herin Bakurê Iraqê
13:23 Gunay: Em ê bi ‘Belgeya Banga Demokrasiyê’ vebijêrkek nû pêşkêş bikin
12:41 Tiryakî: Namzetek ku HDP piştevaniyê nedê nikare bibe serokkomar
12:11 Li Stenbolê kargehên Jineolojiyê dest pê dikin
11:33 Siyasetmedarê kurd Bulut di encama êrişek çekdarî de hat kuştin
10:50 Malbata Şenyaşar bang li dozger kir: Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike
09:05 Îstinafê cezayê nîjadperestên peyker bi zorê dabûn maçîkirin 'guncav' dît
09:05 Mamlê: Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye
09:05 Li nav çiyayan wextê mehseran e
09:05 Bersûc li xwe mikur hat, lê darazê ser sûcê nefretê nixumand!
09:05 Li Îranê ji 2017'an heya niha 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin
09:02 Eleqeya ji bo destkariyê kêm dibe
09:01 Betal doza hilbijartina pêşwext dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2021'AN
16/09/2021
20:20 262 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:26 Daxwaza ji bo girtina failê destdirêjiyê Mûsa Orhan hat redkirin
16:56 Çalakiya hîndekaran didome
16:56 Baroya Amedê ji bo guhdarkirina Davûtoglû serlêdan kir
16:29 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî nebe şirîkê vî şerî
16:16 Di doza 5'ê Hezîranê de ji 10 polisan re ceza hat xwestin
15:56 Bavê leşkerê ku dixwest teslîm bibe û hat kuştin: Agahî nadin me
15:20 Cara duyemîn 8 girtî xistin karantînayê
15:15 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa nehat berdan: Nikare we fêm bike û bibihîze
14:49 Doza tecawizkar Mûsa Orhan dest pê kir
14:17 Şandeya HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:06 HDP'ê qurbaniyên komkujiya Şatilla û Sabrayê bi bîr anî
13:33 Nivîsên nijadperest hatin jêbirin û derbarê midurê dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
13:15 Derbarê rojnamevan Tolu de daxwaza beraetê hat kirin
12:34 Ferît Şenyaşar: Ew kesê keleşnîkof di destê wî de ye kî ye?
12:33 Lêpirsîna "qirkirina ermeniyan" derbarê parêzerê ÎHD'ê de hat destpêkirin
11:58 Nasnameya eskerê dema dixwest teslîm bibe hat kuştin, aşkere bû
11:36 Hayriye Dogan a li cenazeyên zarokên xwe digeriya koça dawî kir
11:34 Şaredarê Şalpazariyê ji ber hilberandina 'Şewqên Kurdistanê' êrişî kargehekê kir
11:13 Polîsan li ber Navenda Giştî ya HDP’ê êrişî parlamenteran kir
11:04 Welatiyên ku DEDAŞ'ê şermezar kiribûn hatin binçavkirin
10:32 81 kesên ku PDK'ê ew girtin di greva birçîbûnê de ne
10:29 Li Amedê jinek hat kuştin
09:27 Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Moskovayê kir
09:06 Di tevahiya îhaleyên 450 milyonî yên qeyûm de nelirêtî heye
09:06 Bi qehwa kizwana tevlî jiyana kar bû
09:06 Ev etar bi mîqrefona xwe balê dikişine ser zeman
09:06 Ji baxçeyê 4 milyon TL’yî tenê çop ma
09:06 Rexmî rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ jî 10 sal wî dan razandin
09:06 Hezkirina bizinan a çiya!
09:06 Li Şengalê di bin barandina bombeyan de ber bi hilbijartinê ve
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2021’AN
15/09/2021
21:03 Midurê Giştî yê MARSÛ’yê ji peywirê hat girtin
20:55 Hesabên banqayê yên Şaredariya Panosê hatin bloqekirin
16:18 Polîsan li Licê mudaxileyî xelkê kir