Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir

  • rojane
  • 16:26 11 Îlon 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê, diyar kir ku girtîgehan bi ruhê 14'ê Tîrmehê alîkariyeke zêde li têkoşîna azadiyê kir û bang kir ku girtî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bikin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên PKK’ê û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di 27'ê Mijdara 2020'an de dane destpêkirin, bi koma 50'yan di roja 289'emîn de, didome. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), daxuyaniya Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê ya têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku didome parve kir. Komîteyê xwest ku girtî di 1’emîn salvegera pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bikin.
 
Daxuyaniya Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê ya bi sernavê ‘Ji bo hevrêyên me yên jin û mêr ên li zindanan’ wiha ye:
 
“Pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê ‘Dem dema azadiyê ye’ salek li pey xwe dihêle, dikeve sala xwe ya duyemîn. Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 40’an a faşîzma 12’ê Îlonê de ‘Li dijî tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ pêngavek dabû destpêkirin. Armanca vê pêngavê şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, hilweşandina faşîzmê û dawîkirina dagikeriyê bû. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya sala 2018’an li zindanan destpêkir û Gulana 2019’an û piştî rojiya mirinê û şûnde Rêber Apo bi parêzerên xwe re piştî sala 2011’ê û vir ve cara ewil hevdîtin pêk anî. Berxwedana hevrêyên me yên jin û mêr, dîsa şehadeta 8 hevrêyan di asteke mezin de tecrîd hejand, raya giştî ya demokratîk a li Tirkiye xwedî li berxwedêran derketiye, berdevkên AKP-MHP’ê jî gihişte wê yekê ku nikaribe tecrîdê biparêze. Piştre dîsa hevdîtinên parêzer û malbatan hatin astengkirin, nekarîn tecrîdê bidomînin û azadiya Rêber Apo kete rojevê. Êdî têkoşîna azadiya Rêber Apo tê dayîn.
 
GIRTÎGEH HER TIM DI REFÊN PÊŞ DE CIHÊ XWE DIGIRIN
 
Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di sala 40’î ya faşîzma 12’ê Îlonê de têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê, azadkirina gelê Kurd û Rêber Apo kiribû armanc. Di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de, girtîgeh her demê di refên pêş ên têkoşînê de cihê xwe girtine. Ruhê 14’ê Tîrmehê û xeta têkoşînê bi dehan salan e, weke xeta têkoşînê ya zindanan sûdên mezin dane têkoşîna azadiyê. Pêngava 12’ê Îlona 2020’ê hatine destpêkirin, esasê xwe weke têkoşîna gel a li çar parçeyên Kurdistanê hatiye destpêkirin. Ji xwe gerîla bê navber di nava têkoşînê de ye, li navenda pêngava têkoşîna azadiyê de cih digire. Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di demek kin de gelê Kurd û dostên wan xwedî lê derket, 4 parçeyên Kurdistanê û di serî de Ewropa, her cihê Kurd lê dijîn, ji bo vê têkoşînê pêş bixin, ketine nava tevgerê.
 
WÊ PÊNGAV BIDOME
 
Pêngava ‘Dem dema Azadiyê ye’ esasê xwe pêngaveke ji bo civak û gerîla pêş bixe bû. Ji ber ku têkoşîna azadiya zindanan mîna her demê ji bo sûd dayîn û hêz dayîna têkoşînê ji bo xwe weke erk dîtine, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger kiriye. Mîna her demê hêz daye vê pêngavê jî; di rojev kirina vê de roleke dîrokî lîstiye. Tevî zextên zêde jî, greva bidorveger domandiye. Di bandorbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de; di hejandina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê de, ji bo tevlîbûna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û dîsa derveyî welat, erka dikeve ser milan pêk aniye. Bê şik û guman armanca esasî ya pêngavê şikandina tecrîda li ser Rêberê Apo ye, ji bo bigihêje armanca xwe didome. Di vê wateyê de pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’, ketiye qonaxeke nû. Ev pêngav wê 2021’ê dom bike, ji bo gihiştina armancên xwe jî wê bûyerên girîng jî pêk bîne.
 
WÊ HEMÛ HEVRÊYÊN ME TÊBIKOŞIN
 
Hevrêyên me li zindanan bi dijmin re 24 saetan têdikoşin. Hemû hevrêyên em yên jin û mêr bi dehan salan e bi ruhê 14’ê Tîrmehê û şêweyê wê li ber her cûre zorî û zextan têdikoşin. Rastiyek li holê ye ku wê ji niha û pêde jî hemû hevrêyên me û dîsa hemû demokrat têbikoşin. Wê di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de berpirsyariyên xwe bi malbatên xwe re bi layîqî pêk bînin. Wê gelê Kurd di sala 2021'an de her cihê lê ne pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hê zêdetir xurt bikin. 
 
ZÎNDANAN ROLEKE MEZIN LÎST
 
Dema em vê rastiyê li ber çavan bigirin, hevrêyên me yên li zîndanan tim li dijî mêtinger-qirkirinê di nava têkoşînê de ne ku di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger, piştevaniya dide, em têrker dibînin. Ji ber ku hevrêyên me li zindanan di pêkanîna pêngavê de û bihêzkirina wê de roleke pir mezin lîstin. Em di wê baweriyê de ne ku hevrêyên me yên li zindanan, çalakiya greva birçîbûnê di 1’emîn salvegera pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de wê bi dawî bikin. Tu guman tê de nîne ku ev hevrêyên me yên di nava berxwedanê de ne, çalakiyên mîna grevên birçîbûnê yên bê dem û dîsa bi dorveger, wê bi rengên cuda û xurt tevlî pêngavê bibin. Ji xwe berxwedaniya wan a tim domdar, tim hêz daye têkoşîna şervanên azadiyê, hemû gel, ciwan, jin û dostên me. Hemû berxwedêrên jin û mêr ên li zindanan ji ber fedekariya wan a di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de pîroz û silav dikin; mîna her demê di têkoşîna we de ji niha û şûnde jî serketinê dixwazin.”

Sernavên din

19/09/2021
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:36 Lal Laleş di 'Şevbihêrkên Payîzê' de pirtûka xwe îmze kir
17:02 Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn
16:41 Lahûr Şêx Cengî: Divê kujerên Bulut bên girtin
16:33 Bi hêceta “îxbar heye” konser hat qedexekirin
16:16 Cezayê hefsê li redkarê wijdanî Aksû hat birîn
16:06 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin
15:50 AYM’ê girtina Rojnameya Ozgur Gundmê li dijî Destûra Bingehîn dît
15:49 ‘Divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin’
15:25 Dayika Devrîm Ayik: Naxwazim cenazeyê lawê min derkeve
15:06 Li Dîlokê zarokek hat kuştin
15:01 Xizmên windayan: Xwestin bersûcên Ozalp û Sancak bên dîtin
14:37 Ahmet Gurdegîr ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat girtin
14:11 Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’
13:58 Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin
13:45 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:37 Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin
13:19 Parêzerên Doza Kobanê banga beşdariya dozê kirin
12:55 Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
12:41 Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:01 Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!
12:00 Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan
11:37 Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
11:31 Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel
10:49 Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin
10:32 Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon
10:26 Sonmez: Medya bi zimanek neyînî tundiyê teşwîq dike
09:15 Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin
09:05 Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be
09:04 Ekolojîst: Armanca şewatan koçberî û rant e
09:02 Prof. Dr. Kuçukosmanoglû: Bi hatina payizê re dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe
09:00 Bi çêkirina gopalan nahêlin kevneşopiya mezinên wan were jibîrkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2021'AN
17/09/2021
23:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn
21:28 237 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê serdana gundan kir
18:07 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Demildest tevbigerin
16:58 Qubad Talibanî qetilkirina Yasîn Bûlût şermezar kir
16:35 Ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin
16:20 Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir
16:18 Li Dersimê xwendekar ji wargehên KYK’ê hatin derxistin
16:07 Zilamê ku dest avêt du zarokên xwe hat girtin
15:50 Rapora ÎHD'ê: Îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin
15:27 Polîsan giliyê xwendekaran kirin
15:12 Li Amedê bi polîsekê re tiryak hat girtin
14:47 Malbata Ocalan, serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da
14:31 Konseya Ewropayê derbarê Demîrtaş û Kavala de biryar da
14:12 Parêzer Bek: Mehmet Emîn Ozkan carek din terkî mirinê hat kirin
13:58 Serokê dadgehê ji bo cezayê Racî Bîlîcî şerh danî
13:58 Polîs ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirin re got: Herin Bakurê Iraqê
13:23 Gunay: Em ê bi ‘Belgeya Banga Demokrasiyê’ vebijêrkek nû pêşkêş bikin
12:41 Tiryakî: Namzetek ku HDP piştevaniyê nedê nikare bibe serokkomar
12:11 Li Stenbolê kargehên Jineolojiyê dest pê dikin
11:33 Siyasetmedarê kurd Bulut di encama êrişek çekdarî de hat kuştin
10:50 Malbata Şenyaşar bang li dozger kir: Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike
09:05 Îstinafê cezayê nîjadperestên peyker bi zorê dabûn maçîkirin 'guncav' dît
09:05 Mamlê: Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye
09:05 Li nav çiyayan wextê mehseran e
09:05 Bersûc li xwe mikur hat, lê darazê ser sûcê nefretê nixumand!
09:05 Li Îranê ji 2017'an heya niha 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin
09:02 Eleqeya ji bo destkariyê kêm dibe
09:01 Betal doza hilbijartina pêşwext dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2021'AN
16/09/2021
20:20 262 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:26 Daxwaza ji bo girtina failê destdirêjiyê Mûsa Orhan hat redkirin
16:56 Çalakiya hîndekaran didome
16:56 Baroya Amedê ji bo guhdarkirina Davûtoglû serlêdan kir
16:29 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî nebe şirîkê vî şerî
16:16 Di doza 5'ê Hezîranê de ji 10 polisan re ceza hat xwestin
15:56 Bavê leşkerê ku dixwest teslîm bibe û hat kuştin: Agahî nadin me
15:20 Cara duyemîn 8 girtî xistin karantînayê
15:15 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa nehat berdan: Nikare we fêm bike û bibihîze
14:49 Doza tecawizkar Mûsa Orhan dest pê kir
14:17 Şandeya HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:06 HDP'ê qurbaniyên komkujiya Şatilla û Sabrayê bi bîr anî
13:33 Nivîsên nijadperest hatin jêbirin û derbarê midurê dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
13:15 Derbarê rojnamevan Tolu de daxwaza beraetê hat kirin
12:34 Ferît Şenyaşar: Ew kesê keleşnîkof di destê wî de ye kî ye?
12:33 Lêpirsîna "qirkirina ermeniyan" derbarê parêzerê ÎHD'ê de hat destpêkirin
11:58 Nasnameya eskerê dema dixwest teslîm bibe hat kuştin, aşkere bû
11:36 Hayriye Dogan a li cenazeyên zarokên xwe digeriya koça dawî kir
11:34 Şaredarê Şalpazariyê ji ber hilberandina 'Şewqên Kurdistanê' êrişî kargehekê kir
11:13 Polîsan li ber Navenda Giştî ya HDP’ê êrişî parlamenteran kir
11:04 Welatiyên ku DEDAŞ'ê şermezar kiribûn hatin binçavkirin
10:32 81 kesên ku PDK'ê ew girtin di greva birçîbûnê de ne
10:29 Li Amedê jinek hat kuştin
09:27 Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Moskovayê kir
09:06 Di tevahiya îhaleyên 450 milyonî yên qeyûm de nelirêtî heye
09:06 Bi qehwa kizwana tevlî jiyana kar bû
09:06 Ev etar bi mîqrefona xwe balê dikişine ser zeman
09:06 Ji baxçeyê 4 milyon TL’yî tenê çop ma
09:06 Rexmî rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ jî 10 sal wî dan razandin
09:06 Hezkirina bizinan a çiya!
09:06 Li Şengalê di bin barandina bombeyan de ber bi hilbijartinê ve
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2021’AN
15/09/2021
21:03 Midurê Giştî yê MARSÛ’yê ji peywirê hat girtin
20:55 Hesabên banqayê yên Şaredariya Panosê hatin bloqekirin
16:18 Polîsan li Licê mudaxileyî xelkê kir