Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin

img

ŞIRNAK - Ekolojîst Yakûp Taniş, diyar kir ku qirkirina ekolojîk a li Şirnex û navçeyên wê tê kirin, ji polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin ne serbixwe ye û got: "Bi zanebûn xwezaya herêmê di şewitînin û talan dikin. Ji bo ku li herêmê jiyan nebîne.

Di salên dawî de, li herêma Botanê, ligel polîtîakên şerê taybet, dibin çavdariya hêzên eskerî yên dewletê de, xweza tê talankirin û şewitandin. Li aliyekê çem û robarên wê tên qirêjkirin û li aliyê din jî dar tên birîn û daristan tên şewitandin. Tenê di 4 mehên dawî de, li herêmê 21 şewat rû dan. Şewatên ku bi hincetên qadên ewlekariyê mudaxileyî wan nehatin kirin, xwe bi xwe vemirîn. Tevî van hemûyan, li qûnarên Çiyayê Cûdî, ji ber ava çêkirina kanên komir ava Newala Nêrdîşê qirêj dibe. Ev ava ku diherike Newala Nêrdîşê û dûre dikeve Çemê Dîcleyê, dibe sedama mirina gelek zindiyan. 
 
Li çiyayên Cûdî û Çelênimêja û Herêma Besta yên Şirnexê, dibin çavderiya esker û cerdevanan, komkujiya xwezayê dewam dike. Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya Yakûp Taniş, derbarê hilweşandin û qirkirina ekolojîk a li herêmê tê jiyîn de axivî û nirxandinên girîng kir. 
 
'DARÊN KU JÊ NEKIN DIŞEWITÎNIN' 
 
Taniş, anî ziman ku qirkirina xwezayê ji polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin ne serbixwe ye û wiha axivî: "Cûdî cihekî dîrokî ye. Em ji zarokatiya xwe de dizanin ku di salên 80'an de, her dever dar û daristan bû. Qadên jiyanê hebûn. Ji her alî ve av diherikîn. Lê li gel destpêkirina pêvajoya pevçûnê re,li herêmê li ser navê parastinê re birîna daran û hilweşandina pergala ekolojîk dest pê kir. Çêkirina bendavan hema hema her 3 kîlometreyan cihekî hatin çêkirin.Ew darên ku dikarin xwe bigihîjîne birîn û darên ku wan nekarî bibirîn jî bi topbaranê dişewitînin. Pêşî girtin û nehiştina hewldanên ji bo vemirandina agir, li herêmê dibe sedema wêranbûna xwezayê. Ev talankirin di heman demê de zirareke cidî dide jiyana zindiyên kovî. Li cihê ku mirov û dar lê nebin, heywanên kovî jî lê namînin."
 
'ARMANC DIKIN KU LI HERÊMÊ JIYANÊ NEHÊLIN'
 
Taniş, diyar kir ku qirkirina xwezaya herêmê bi zanebûn pêk tê û wiha got: "Li her noqteyên Çiyayê Cûdî herêmên qedexe yên leşkerî hene. Ketina van deveran qedexe ye. Di rastiyê de, ji sedî 98'an sedemê şewata daristanan mirovin. Ji ber ku ev qad qadên bê mirov in, bi zanebûn tên şewitandin. Xwezayê dişewitînin ku li vê herêmê cîhê jiyanê nemîne. Di bin navê enerjiyê de derxistina komirê ya bê rêkûpêk jiyana gelek mirovan û her wiha wêrankirina xwezayê xerc dike.Di heman demê de bikaranîna vî komirê di santrala termîkê de zirarê berfirehtir dike. Li herêmê heta niha li ser bandora santrala termîkê ya li ser xweza û mirovan lêkolînên zanistî nehatine kirin. Lê li gorî çavdêriyên ku di lêkolînên giştî de hatine girtin, em dibînin termîk santral xwezayê ziwa dike û tune dike."
 
'PÊŞIYA TEXRIBATEKE MEZIN VEDIKIN'
 
Taniş, anî ziman ku bi xwezaya  herêmê ve tê lîstin û wiha dom kir: “Av qirêj dibin. Ev dibe sedema barana asîdî. Karê paqijkirina hem kanên komirê û hem jî santralên termîk tim bi avê tê kirin. Ev dibe sedem ku çem qirêj bibin û ev ji  nahêle ku zindiyên li wir dijîn bijîn. Barana li herêmên ku şînahî lê tune dibare jî dibe sedema felaketên lehiyê. Lehî di heman demê de beşa zindî ya axê jî radikin û bi xwe re dibe. Bi taybetî li Botanê, dewlet bi şewitandina xwezayê pêşiya texrîbateke mezin vedike."
 
'HERÊM DIBE ÇOL'
 
Taniş, da zanîn ku li Kurdistanê li dijî qirkirina ekolojîk lêkolînên zanistî nehatine kirin û wiha bilêv kir: "Berê jî bandorên neyînî yên santrala termîkê li ser xweza û jiyanê hatine ceribandin û dîtin. Heya niha, li ser rêjeya ducanî an jî çandina fêkî û sebzeyan li herêmê lêkolînek zanistî nehatiye kirin. Bê guman bandoreke termîk santralê heye. Li Botanê û Kurdistanê der barê wêraniya xwezayî de lêkolîneke zanistî nîne û nehatiye kirin. Li vir li dijî xwezayê hişmendiyeke qedexeyê tê meşandin. Ji ber vê yekê, encamek zanistî ya zelal tune. Ev tenê rewşek siyasî ye. Mînakî, nebatên serdest ên li herêmê darên gûzê ne. Dema ku darên gûzan têne birîn, ger rihên wan neyên jêkirin, ew dikarin di demên pêşiyê de  xwe nû bikin. Lê ji bo ku tên şewitandin ne pêkaneye ku ew careke din zindî bibin. Wekî encamek, gava ku em li paşerojê mêze dikin, hemû deverên li herêmê bi keskayî hatine xemilandin, lê niha herêm her ku diçe dibe çol. Divê bi lezginî mudexele bê kirin.Ev herêm ne herêmên qedexekirî yên leşkerî ne û pêwîste leşker ji herêmê bên derxistin û xweza bê parastin. Li herêmê qirkirina li ser xwezayê ji bo hemû zindiyan xetere ye. Em ne tenê ji bo Botanê dibêjin, li ku devera cîhanê zirareke ekolojik bê dîtin, wê li cîhên din jî heman zirarê bibinin."
 
'HER TIŞTÎ REWAYÊ XWEZAYA KURDISTANÊ DIBÎNIN'
 
Ekolojît  Yakût Taniş, bal kişand li ser bêdengiya raya giştî û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiyeyê her havîn bi taybetî li rojavayê Tirkiyeyê şewat derdikevin. Li wan deran rêjeya siyasî ya van şewatan pir kêm e. Şewata daristanan a ku li rojavayê Tirkiyeyê derdikeve kesên ku diçin digerin derdixin.Ji ber ku zêdetir darên qajê li wir hene, xetereya şewitandinê pir zêde ye. Dema ku li Rojava şewata daristanan derdikeve, di raya giştî de bertekên mezin çê dibe. Lê ev bertek li dijî gelê Kurd e û Kurdan sucdar dikin. Bi rastî, ev jî îtirafkirina sûcên wî bixwe ye. Ew wisa difikirin ku ji ber ku wan Kurdistan şewitandiye, Kurd jî bi şewitandina darên wan tola xwe distînin. Nêzîkatiyek wisa heye. Dema ku daristanên li Kurdistanê dişewitin, neteweperestî bêtir dikeve nav civaka Tirkiyeyê. Dema ku nijadperestî bi bêtiri li ser ziman hat  kirin, wê demê her tişt ji erdnîgarî û xwezaya Kurd re rewa tê dîtin. Ji ber  nêrîna dewletê ya ewlekarî ye, qirkirina xwezaya li vir nakeve rojevê."
 
MA/ Zeynep Dûrgût

Sernavên din

15/09/2021
11:21 Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe
10:58 Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir