Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd

  • rojane
  • 09:00 15 Îlon 2021
  • |
img

KOBANÊ - Yek ji navên remza berxwedana Kobanê Apê Nemir, diyar kir ku gefên li ser bajar hê jî didomin û ev tişt got: "Erdogan dibêje, 'ez ê bikevim Kobanê'. Kobanê ji wî re bûye derd. Em ê dîsa bi serkevin. Ez ê bi destekî xwe jî li ber xwe bidim."

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011'an de dest pê kir. Piştî ku vî şerê dest pê kir DAIŞ ji aliyê qadroyên El Qaîdeyê ve hat damezrandin. DAIŞ'ê di serî de Reqa gelek bajar bi dest xist. Piştî vê pêşveçûna xwe di 15'ê îlona 2014'an de berê xwe da bajarê Kobanê ku di bin kontrola kurdan de bû. DAIŞ bi çek û cebilxaneya ku ji artêşên Iraq û Sûriye bi dest xistibûn ji milan ve êriş biribû ser Kobanê. Li Kobanê DAIŞ, li berxwedana dîroka ya şervanên YPG û YPJ'ê eliqîbû. Gundê Serzûrî yê li eniya rojhilatê Kobanê yek nuqteyeke berxwedanê bû. Rexmî fermana "paşve bikişin" jî 12 şervanên YPG-YPJ'ê venekişiyan li dikî DAIŞ'iyan berxwedaneke mezin nîşan dan.
 
BERXWEDAN LI NAVENDÊ BELAV BÛ
 
Berxwedana ku li gundan bi çekên sivik dihat dayîn di nav demeke kurt de belavî nav bajar bû. Bi pêşengiya şervanên YPG-YPJ'ê mal bi mal, kuçe bi kuçe û tax bi tax berxwedan hat mezinkirin û tevahiya erdnîgagiya kurdan kir bin bandora xwe. Ji bajarên herêmê gel herikî ser sînor bi şev û roj li ser sînorê Kobanê nobet girtin. Cihên ku gel lê dest bi nobetan kir jî bûn qadên berxwedanê. Helwest hevpar a kurdan a li dijî êrişê bû pêvajoya destpêkirina yekitiya neteweyî ya kurdan. 
 
KELEHA BERXWEDANÊ
 
Berxwedana Kobanê ne tenê li erdnîgariya kurdan li seranserê dinyayê deng veda. Şoreşgerên ku li çar aliyên dinyayê hatin Kobanê di eniyê şer de cihên xwe girtin. Ev jî rengekî din da berxwedana li dijî DAIŞ'ê. Ev di heman demê de bû sedem ku gelên dinyayê berê xwe bidin Kobanê. Berxwedana ku ji 7 saliyan heta 70 saliyan herkes têde cih girt bi serket û ev bû destpêka dawiya DAIŞ'ê. Berxwedana Kobanê jî weke keleha berxwedanê di hişê mirovan de cih girt. 
 
 
APÊ NEMİR
 
Apê Nemir (Xelil Osman) ê 73 salî ku bi şervanên YPG-YPJ'ê re li dijî DAIŞ'ê mil bi mil şer kir, bû yek remzên vê berxwedanê. Apê Nemir, ligel temenê xwe mezin jî terka şer nekir û di eniyê bejahiyê de ji milê xwe yê çepê birîndar bû. Apê Nemîr ku di heman demê de kur û xizmên wî jî li eniyên cuda li ber xwe didan piştî şer di avakirina bajar de jî cih girt. Apê Nemir, berxwedana ku 7 sal di ser re derbas bûn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. Apê Nemir, da zanîn ku gelek kesên ku bi wan re mil bi mil di parastina şoreşê de cih girtiye jiyana xwe ji dest dane. 
 
HEMAN SEKN Û HEMAN BIRYARÎ
 
Apê Nemir, serkeftina berxwedana Kobanê ji bo kurdan destkeftiyeke mezin e û wiha got: "Divê ev rih bê domandin. Divê ev rih bibe sedema azadkirina Efrîn, Serêkaniyê û Grê Spî ku di bin kontrola komên paramîllîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ne. Di pêvajoya berxwedanê de bedelên gele giran hatin dayîn. Dema ku ez bîranînên xwe yên di eniyên şer de vedibêjim heman kelecanê dijîm. Dema ez birîndarên ku min û wan bi hev re şer kiriye dibînim diçim wan rojan. Me timik digot, 'Em dev ji Kobanê bernadin'. Em niha jî di heman biryarî û seknê de ne."
 
'EZ Ê BI DETEKÎ DÎSA ŞER BIKIM'
 
Di berdewamê de Apê Nemir, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got ku Kobanê hê jî di bin talûkê de ye. Apê Nemir, bi lêv kir ku divê dezenformasyona ku li ser medya sanal tê kirin neyê bawerkirin û ev tişt anîn ziman: "Erdogan, 10 sal in dibêje, 'ez ê bikevim Kobanê'. Kobanê ji wî re bûye derd. Em ê dîsa bis serkevin. Destekî min çûye, bi destekî ez ê dîsa çekê hilbigirim û li ber xwe bidim. Divê em bibin yek. Li her parçeyên Kurdistanê jî divê wiha be. Dema ku wiha be wê kes li dijî kurdan bi sernekeve. Kobanê hemû Kurdistanê silav dike."
 
MA / Nazim Daştan 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

15/09/2021
11:21 Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe
10:58 Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir