Li Îranê ji 2017'an heya niha 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin

  • rojane
  • 09:05 17 Îlon 2021
  • |
img

ENQERE - Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê Kaveh Hassanpour ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û ji ber zext û zoriyan j bêgavî terka welatê xwe kiriye, da zanîn ku ji sala 2017'an heya niha 14 jê siyasî 22 girtiyên kurd bi îşkenceyê hatine kuştin û ji sala 2018'an heya biha jî 20 girtiyên kurd hatine daliqandin. 

Li Îranê di 17'ê Tîrmehê da aktivîstê kurd Yaser Mangouriyê 31 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin û paşê bi îşkenceyê hatibû kuştin. Piştî kuştina Mangourî, îşkence, muamelea xirab, zext û zorî û darvekirinên li Îranê cardin bûn rojev. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku navenda wî li Norwecê ye û bi taybetî zextên li ser kurdên Îranê ji sala 2016'an ve kirine rapor, daneyên di dest xwe da û tiştên diqewimin bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin. 
 
Endamê Desteya Rêvebir a Hengawê ku di Cotmeha 2016'an de ji hêla komeke aktivîstên mafên mirovan ve hat avakirin, Kaveh Hassanpour, anî ziman ku li gel mafên mirovan ên li Kurdistan û Îranê, binpêkirinên mafên jinan ên li nav malê û jiyanî jî dişopînin. Hassanpour ku ew bi xwe jî hatiye îşkencekirin, hatiye girtin, cezayê darvekirinê lê hatiye birin û ji ber vê ji bêgavî ji Îranê reviyaye, anî ziman ku dewlet malbata wî jî tim nerihet dike. Hassanpour ku li ofîsa rêxistinê ya li Kurdistana Federe dixebite, anî ziman ku xebatên wan ne girêdayî tu partî û rêxistina ne. 
 
Hassanpour destnîşan kir ku desteyên daraz û îdareyê yên Îranê bi awayekî sîstematîk mafên mirovan binpê dikirin, nexasim jî raporkirina agahiyên derbarê girtiyên siyasî da pir zehmet e û pirî caran hikûmet nahêle parêzerên girtiyan bi xwe jî rewşa wna bişopînin. 
 
QANÛN TÊN BINPÊKIRIN 
 
Hassanpour bal kişand ser şert û mercên girtiyên siyasî jî û got: "Dikarim vê bibêjim, bi taybetî li Îranê şert û mercên ku girtiyên siyasî û bîrdozî tê de dijîn, ne şert û mercine mirovî ne. Ez behsa mirovên ku di warê siyasî û dînî da ne bi polîtîka û helwestên hikûmeta Îranê re ne dikim. Hikûmeta Îranê bi bêedaletî nêzî girtiyên siyasî û bîrdozî dibe û mafên wan ên herî mirovî binpê dike." 
 
Hasanpour ku got hikûmeta qanûnên xwe binpê dike, anî ziman ku li gor daneyên di dest wan da ji sala 2017'an heya niha 14 jê siyasî herî kêm 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin. 
 
GIRTIYÊN SIYASÎ
 
Hassanpour, bibîr xist ku hikûmeta heyî li gor mekanîzmayan tevnagere, guh nade hişyariyên civaka navneteweyî û portsetoyên gel ên di vî warî da esas nagire û got: "Gava hûn dipirsin, eynî wekî welatê we çawa tê îdiakirin rojnamevanekî girtî jî tune yeî li hikûmeta Îranê jî derpêş dike ku tu girtiyên siyasî tune ne. Lê îstatîstîkên me vê yekê pûç dikin. Hikûmeta Îranê bi temamî deriyên xwe ji Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re girt. Îran nahêle daxilî nav sînorê wê bibe. Ev jî pêkanîneke dijqanûnî ye. Di vê pêvajoyê de gelek girtiyên siyasî, girtiyên kurd bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin û darvekirin. Li gor îstatîstîkên Hengawê di sala 2018'an de herî kêm 13 girtiyên siyasî yên kurd, di sala 2019'an de 3 girtiyên siyasî yên kurd û di sala 2020'î de 4 girtiyên siyasî yên kurd û îsal jî heya niha herî kêm girtiyekî siyasî yê kurd hatine darvekirin." 
 
MANGOURÎ BI ÎŞKENCEYÊ HAT KUŞTIN 
 
Hassanpour derbarê aktivîstê kurd Yaser Mangorurî yê 31 salî ku ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat girtin û bi îşkenceyê hat kuştin, jî axivî. Hassanpour, diyar kir ku di demên dawî de li Îranê mirina bi îşkenceyê pir zêde bûye û got: "Demek berê aktivîstê kurd ê îranî, Yaser Mangouriyê 31 sal, piştî du mehên binçavkirinê yên li Girtîgeha Urmiyeyê, ji aliyê îstixbarata Îranê ve bi îşkenceyê hat kuştin. Hê jî cenazeyê wî radestî malbatê nekirine. Em wis atexmîn dikin ku dê zûzûka defin bikin. Ev tişt jî pir çêdibe. Ji bo neyê fêmkirin bi îşkenceyê hatiyye kuştin wisa dikin. Ji bo serwîsa îstixbaratê ya Îranê neyê darizandin, ji bo Mangourî gotin di şer de jiyana xwe ji dest daye. Mangourî bêçek bû. Şeva 17'ê Tîrmeha 2021ê bêçek hat girtin û wî şandin navendeke binçavkirinê ya Urmiyeyê. Di dema binçavkirinê de nehiştin parêzer biçin cem wî. Malbata wî nehat serwextkirin. Û taliyê bi îşkenceyê hat kuştin." 
 
GEFXWARIN
 
Hassanpour, destnîşan kir ku hemû kesên li ber rejîmê li ber xwe didin gef li wan tên xwarin û got: "Ev rewş li Kurdistanê cudatir e. Wekî tê zanîn li gelek partiyên li Kurdistana Îranê hatine avakirin, bi salan e li dijî pêkanînên paşverî yên Îranê li ber xwe didin û têdikoşin. Piranîya girtiyên siyasî yên kurd ku tên îşkencekirin endamên van partiyan e yan jî sempatîzanên wan in. Hejmara wan ji ya girtiyên siyasî yên ne kurd pirtir e." 
 
Hassanpour, bal kişand ser dema binçavkirinê ya li Îranê jî û destnîşan kir ku li Îranê dema binçavkirin bi tena serê xwe binpêkirineke mafan e. Hassanpour got: "Li Îranê prosedura demborî ya binçavkirinê, li gor cureya sûc diguhre. Saziyên ewlehiyê biryara dema binçavkirina kes didin. Ev jî tê wateya ku çi qasî bixwazin ew qasî di binçavan de dihêlin." 
 
BANGAWAZΠ
 
Hassanpour ji bo rewşa li Îranê bang li civaka navneteweyî kir û got: "Em rêxistineka mafên mirovan a serbixwe ne. Jiyana hevpîşeyên me yên li Kurdistana Iraqê di talûkeyê de ye. Demildest divê li ser vê mijarê bê sekinandin. Ji aliyê Ettelaatê rêxistina îstixbaratê ya Îranê ve gelek caran bi mirinê gef li wan hatin xwarin. Malbatên wan jî. Niha pêşaniya me ya herî sereke, em wan bi xelasê bixin. Ji xeynî vê di warê aborî de jî pirsgirêkên me hene. Em bang li Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê û saziyên navneteweyî yên din dikin ku hem di warê parastina jiyana hevpîşeyên me hem jî di warê parastina mafên mirovên li herêmê de çi maddî çi manewî alîkariyê bikin." 
 
KAVEH HASSANPOUR KÎ YE? 
 
Rojnamevan, aktivîstê mafên mirovan û Endamê Desteya Rêvebir a Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê Kaveh Hassanpour, di 6'ê Kanûna 2009'an de ji aliyê Pasvanên ŞOreşê ve hat girtin. Dadgehê li Hassanpour bi kefareta 4 hezar dolarî cezayê darvekirinê birî. Hassanpour ku 27 rojan di hucreyê de ma û hat îşkencekirin, paşê bi dayîn kefaretê hat berdan. Di 2010'an de bi sûcê "endamtiya partiyên muxalif ên kurd" 18 meh cezayê hepsê lê hat birîn û li ev ceza ji aliyê dadgeha temyizê hat zêdekirin, bû 3 sal û 6 meh. Hassanpour, di sala 2010'an de ji ber zext û zoriyên dewleta Îranê ji bêgavî ji welêt derket. Ji roja ku terka welêt kiriye heya niha dewlet tahdeyê li malbata wî dike. 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose

Sernavên din

22/09/2021
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî