Mamlê: Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye

  • rojane
  • 09:05 17 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê  KNK'ê û endamê Komiteya Platforma Dijî Dagirkeriyê Azîz Mamlê, derbarê encamnemaya konferansa platformê û plana dagirkirina axa Kurdistanê de axivî. Mamlê got: "Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye. Ji bo me ya pêwîst yekhelwestî, yekzimanî û yekberxwedanî ye." 

Operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dan destpêkirin zêdetirî 4 meh in bênavber berdewam dike. Li gel vê operasyonê êrişên Tirkiyeyê yên li Kampa Mexmûrê û Şengalê jî berdewam dikin. Li herêmê gelek qadên welatiyan jî bi êrişên hewayî hatin tunekirin û gelek welatî jî ji ber nêçariya xwe ji gundên xwe koçber bûn. Li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku Tirkiyeyê daye destpêkirin Platforma Dijî Dagirkerina Kurdistanê ku ji kesayetên ji çar perçeyên Kurdistanê pêk tê, di 4'ê Îlonê da konferansek li dar xist. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û endamê Komiteya Platforma Dijî Dagirkeriyê Azîz Mamlê êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê û encamnameya konferansa platformê nirxandin. 
 
HEZAR Û 138 ÎMZE
 
Mamlê, diyar kir ku armanca avakirina platformê li dijî dagirkeriyê ye û ev paltform bi tevlîbûna bi sedan pêkhateyên kurd hatiye avakirin û got: "Li bajarê Brûkselê konferansek hat lidarxistin. Di vê konferansê de xalên girîng hatin nirxandin. Bi taybetî jî nakokî û aloziyên navxweyî yên kurdan û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin. Di encama vê konferansê de platformek hat avakirin. Di vê platformê de kesayetên serbixwe hebûn ku tevlî tu partiyek siyasî nebûn. Xebata vê platformê jî nêzî mehekê domand. Pişt re hat xwestin ku konferansek li Holandayê bê lidarxistin. Bi avakirina vê platformê me xwest ku em dijberî dagirkeriyê û siyaseta dagirkeriyê bisekinin. Di encama vê platformê de, bi beşdariya sazî û partiyên 4 perçeyên Kurdistanê, daxuyaniyek hat dayîn û hezar û 138 kesên ku ji pêşengên kurdan pêk tên, ji bo şermezarkirina dagirkirina xaka Kurdistanê, îmzeya xwe danîn bin vê daxuyaniyê." 
 
'MÊ PÊDIVÎ BI VÊ XEBATÊ DÎT' 
 
Mamlê, anî ziman ku di Konferansê de nirxandinên cidî û girîng hatine kirin û  bilêv kir ku xebateke bi vî rengî watedar e û wiha berdewam kir: "Kesên ku tevlî vê konferansê bûn, bi giştî kesayetên serbixwe bûn. Li ser dagirkirina xaka Kurdistanê nirxandin hatin kirin û ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê pêşniyar hatin kirin. Bi taybetî jî sedemê avakirin û lidarxistina vê platformê ew bû ku nêrînên siyasî û hêzên siyasî bigirin. Mijara mereqê bû ku rewşenbîr, hunermend û nivîskarên kurd çawa nêzî dagirkirina axa Kurdistanê dibin. Di heman demê de me xwest ku rol û mîsyonên kurdan ên li dijî dagirkeriyê çi ne, divê sazî û partiyên kurd di vê pêvajoyê de helwestek çawa nîşan bidin û bersiva van pirsan bi hev re bidin. Her wiha hem navxweyî û hem jî derveyî Kurdistanê ji bo ku em bigihîjin armancekê me pêdivî bi xebateke bi vî rengî dît. Di konferansê de her tişt hat axaftin û nîqaşkirin. Nêrînên her partiyeke siyasî û kesayetan hat girtin." 
 
'5 XAL ESAS HATIN GIRTIN' 
 
Mamlê, da zanîn ku di konferansê de biryarên girîng hatin standin û encamnameya konferansê bi vî awayî bilêv kir: "Di vê platformê de 5 xal esas hatin girtin.Yek, li çar parçeyên Kurdistanê jihevrêzgirtin û li hemberî dagirkeriyê berxwedan. Dudo, li çar perçeyên Kurdistanê tenê nehiştina partiyên siyasî yên kurd û li dijî dagirkeriyê dengekî hevpar. Sisê, li hemberî dagirkirina axa Kurdistanê bi berpirsyarî helwestnîşandan. Çar, şikandina bêdengiyê û ya pênacan jî avakirina komîsyonan. Ev komîsyon hat avakirin. Yek ji van komîsyona dîplomasiyê bû. Ev komîsyon wê bi dewletan re pêwndiyê deyne. Her wiha komîsyona ragihandinê hat avakirin. Ev komîsyon jî ji bo agahdarkirina van êrişan hat avakirin. Her wiha komîsyona ji bo ku li gel hêz û rêxistinên Kurdistanê têkiliyê deyne, hat avakirin."
 
'BERXWEDAN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ' 
 
Mamlê, di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku li dijî dagirkeriyê têkoşîndayîn erka her kurdekî ye û got: "Êrişên ku li dijî gelê kurd pêk tên di asteke metirsiyar de ye. Dibe ku di dîroka Kurdistanê de yekem car e ku kurd bi alozî û xetereke wiha re rû bi rû bin. Ji ber vê yekê jî divê gelê kurd van xeteriyên heyî bibîne û hemû pêkhateyên kurdistanî li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin. Berî ku derbeyek mezin li dijî deskeftiyên me çêbibe divê ku em bibin yek û li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin. Yan na, em ê winda bikin. Derfetên me yên ji heq derketina vê pêvajoyê heye. Li çar perçeyên Kurdistanê jî berxwedaneke gelek mezin û bêhempa heyye. Ji 23'yê Nisanê vir ve dewleta Tirkiyeyê ji hewayê û bejahiyê ve êrişî Metîna, Zap û Avaşînê  dike. Lê heta niha tu encam bi dest nexistine. Çimkî li dijî dagirkeriyê berxwedan heye. Kurd heger bibin yek, dê karibin van êrişan pûç û vala bikin. Ew hêza kurdan heye." 
 
'ÎRO YÊKITIYA KURD JI HEMÛ ROJAN PÊWÎSTIRE' 
 
Azîz Mamlê, bal kişand li ser rol û mîsyona kurdan a li dijî plana dagirkeriyê û wiha pê de çû: "Divê her kurdek û saziyeke kurd bizanibe ku ev êriş ne tenê li hemberî perçeyeke Kurdistanê ye. Ev êriş li dijî hemû Kurdistanê ye. Ji ber vê jî divê partiyên me yên siyasî di vê mijarê de gelek hestiyar tevbigerin. Ew kesê ku dibêje ku ez kurd im û di çeperên berxwedana Kurdistanê de cih negire, di vê dozê de ew ne dilsoz e. Ji ber vê jî divê hemû saziyên Kurdistanî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê xwedî yekhelwest bin. Niha tişta ku ji me re pêwîst berxwedan e. Divê her çar perçeyên Kurdistanê bi hev re li ber xwe bidin û aliyê hev bikin. Divê em hemû hêz û ênerjiya xwe bikin yek. Rejîma Tirkiyeyê îro dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bi qasî ku em dişopînin rewş gelek xetere ye. Îro ji hemû rojan bêtir pêwistî bi yekîtiya gelê kurd heye. Ji bo me ya pêwîst yekhelwestî, yekzimanî û yekberxwedanî ye." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

22/09/2021
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî