Îstinafê cezayê nîjadperestên peyker bi zorê dabûn maçîkirin 'guncav' dît

  • rojane
  • 09:05 17 Îlon 2021
  • |
img

MÛGLA - Dadgeha Îsinafê, îttîraza ku ji bo cezayê pere û cezayê girtîgehê yê li 7 kesên nîjadperest ên li navçeya Seydîkemerê bi zorê peykerê Ataturk bi Îbrahîm Çay dabûn maçîkirin û ew linç kiribûn, hatibû birîn û hatibû kirin, red kir û biryaran “guncav” dît.

15’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê, cezayên ku li 7 kesên nîjadperest ên li navçeya Seydîkemer a Mûglayê, welatiyê bi navê Îbrahîm Çay linç kiribûn û peykerê Ataturk bi zorê pê dabûn maçîkirin, guncav dît. Di 8’ê îlona 2015’an de li taxa Kûmlûova ya Seydîkemerê komeke nîjadperest ku ciran û hevalên wî yên kar jî di nav de bi hinceta parvekirina bikincên herêmî êrişî welatiyên bi navê Îbrahîm Çay kiribûn. Komê kincên li ser Çay xetandibûn, ew lînç kiribûn, peykerê Ataturk bi zorê pê dabûn maçîkirin û xwestibûn ku wî bi ben daleqînin. 
 
ÎTTÎRAZÊ NEHAT QEBÛLKIRIN
 
Piştî demekê parêzerên Çay, giliya rewşê kirin û xwestin leşker û karmendên cemaweriyê yên ku di bûyerê de îhmala wan heye bên cezakirin. Serdozgeriya Komarê ya Fethiyeyê, di hezîrana 2016’an de derbarê 16 kesan de biryara “cih ji peyketinê re tune ye” da. Li ser vê parêzeran bi daxwaza ku gumanbar bi sûcdariya “îşkence, heqaret, destnedana avahiyê, ranegihandina sûc a peywirdarê cemaweriyê, bikaranîna nebaş a peywirê û hewldana kuştina qestî” bên darizandin îttîraza biryarê kir. Dadgeriyê îttîrazê red kir. 
 
CEZA LI ÇAY BIRÎN
 
Dozgeriyê, tenê derbarê Hakan Tosûn, Mehmet Alî Yîgîter, Caner Şîrîn, Çagatay Şîrîn, Îlker Avci, Sebahattîn Ûslû û Selahattîn Ûslû ku di nav koma êrişkar de cih girtibûn de bi sûcdariya “binpêkirina destnedana avahiyê” , “ji holê rakirina azadiya kes” û “birîndarkirina hêsan” dozname amade kir. Derbare Çay de jî bi angaşta “Propagandaya rêxistinê” doz vakirin. Dadgehê, bi hinceta ku piştî bûyerê “gef” li erişkarê xwe Hakan Tosûn xwariye 5 meh ceza li Çay birî.
 
CEZAYÊ MÎNA XELAT!
 
6’emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Fethiyeyê, di 15’ê mijdara 2018’an de 7 bersûcan ji sûcê “destnedana avahiyê” beraet kir. Dadgehê ji ber sûcê “ji holê rakirina azadiya kes” li her heft kesan cuda cuda 3 sal û 4 meh ceza birî. Dadgehê, ji ber sûcê “birîndarkirina hêsan” jî li her heftan cuda cuda 11 meh û 20 ceza birî û vî cezayî veguherand cezayê pere yê edlî yê 350 rojî. Dadgehê, bi hinceta ku beriya sûcê kirine tevlî tu sûcî nebûne cezayê 3 bersûcan taloq kir. Dadgehê cezayê edlî yê 350 rojî ku li 4 kesan birîbû jî weke 7 hezar TL’yî diyar kir û biryar da ku bi 24 texsîtan bê razandin. 
 
WEZARET: LÊPIRSÎN BIBANDIR HAT KIRIN
 
Parêzerên Çay, taloqkirina ceza îttîraz krin. Ji ber ku îttîraza wan hat red kirin serî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Wezareta Edaletê, derbarê bûyerê de angaşt kir ku tu kêmasî nemaye û lêpirsîneke bibandor hatiye kirin. Wezaretê mudaxaleya leşkeran a piştî çend saetan jî paşguh kir. 
 
REDKIRINA ÎSTÎNAFÊ
 
Hem parêzerên Çay hem jî parêzerên bersûcan biryara dadgeha herêmî birin Dadgeha Îstînafê ya Îzmîrê. 15’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê, di 25 hezîranê de biryarên dadgeha herêmî “guncav” dît û serlêdanan red kir. Daîrê, îttîraza ji bo beraetkirina 7 kesan ji esasê red kir. 
 
Li ser vê parêzerên Çay li dijî biryarê careke din serî li AYM’ê dan. 
 
MA / Gokhan Altay
 

Sernavên din

22/09/2021
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî