Rapora ÎHD'ê: Îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin

  • rojane
  • 15:50 17 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Di rapora ku Şaxa ÎHD'ê ya Amedê derbarê malbata Gurdegîr de amade kir de hat diyarkirin ku di serdegirtinan û binçavkirinan de îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin. 

Di 24'ê tebaxê de polisan bi ser mala ku Sonûç Gürdeğir lê dima de girtibûn û ew bi îşkenceyê binçav kiribûn. Piştre Gurdegîr anîbûn bajarê wî Çewlikê û di lêpirsînê re derbas kiribûn û bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "xerakirina yekparebûn û yekitiya dewletê" ew girtibûn. Di meha îlon û tebaxê de de polis û leşkeran du caran bi ser mala malbata Gurdegîr a li gundê Kadîmadrak ê girêdayî navenda Çewlikê de jî girtibûn û bi lêdanê ferdên malbatên binçav kiribûn. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî îşkenceya ku li malbata Gurdegîr hatibû kirin raporeke lêkolîn û tespîtan amade kir û bi raya giştî re parve kir. 
 
ÎŞKENCE LI GURDEGÎR HATIYE KIRIN
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo hevdîtina bi malbata Gurdegîr re heyetek hatiye avakirin û bi şahid û mexdûrên îşkenceyê, Serokê Baroyê û Serdozgerê Komarê re hevdîtin pêk aniye. Di raporê de derbarê SonÛç Gurdegîr de ev agahî tên dayîn; li mala hatiye binçavkirin polisan lê daye, serê wî şikandine, kêl avêtine serê wî, li Çewlikê jî îşkence û memeleya xerab lê hatiye kirin, şkenceya lê hatiye kirin roj bi roj hatiye zêdekirin, piranî bi sîleyan lê dane.
 
SERDEGIRTINA GUND
 
Derbarê serdegirtina malbata Gurdegîr de jî ev agahî hatine dayîn; Bi 10 maşîneyên zirxî bi ser malên Ertan, Hatûn û Ahmet Gurdegîr ên li gundê Kadîmadrakê de hatiye girtin. Dema operasyon gund hatiye dorpêçkirin û Erdtan Gurdegîr ji malê reviyaye. Di serdegirtinê de polis û û leşkeran gule berî hewa dane û Prenses, Ozge, Menfiye, Ahmet Gurdegîr û Mehmet Gûyûldar binçav kirine. 
 
GOTINÊN ŞAHIDAN
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di 30'ê tebaxê de jî bi ser gund hatiye girtin û vegotinên mexdûr û şahidan wiha hatine dayîn: "Saet di 16.00'an de bi 10-11 wesayîtên polisan ketin gund. Piştî ku li gund tûrek avêtin hatin ber derê mala Ertan. Berê çekên xwe dan zarokan û gotin, 'bavê we li kudere?'. Zarokan gotin nizanin. 'Emrê gulereşandinê heye, cihê bavê xwe bibêjin, heke na em ê wî bikujin. Qê hûn kuştina wî dixwazin?'. Lêgerîn kirin û keça Ertan Lorîn Gurdegîr a 13 salî kişandin û gotin, 'Heke tu cihê bavê xwe nebêjî em ê wî bikujin'. Ertan xwe li nav baxçeyê kêlekê veşartibû. Polisan wî ferq kir û ber bi wê ve reviyan, em jî ber bi wir ve reviyan. Avahiyeke vala du qat hebû, Ertan  li wir zeft kiribûn. Dengê 'min berdin' dihat. Li kurê Ertan Omer Gurdegir û birayê wî Kemal Gurdegîr dan. Kemal li erdê bû û lêva wî teqiyabû. Ji ber ku Lorîn dîmenên wan dikişand 4 polisan berî ser pişta wê dan. Li hundir li Ertan didan û nedihiştin kes bikeve hundir. Dema me xwest em bikevin hundir berê çekan dan me. Digotin, 'Emrê guleberdanê heye, em ê berî we bidin'. Bi qûndaxên çekan êrişî me kirin. Ji ber ku gundî ke me li dijî wan derket li wî jî dan. Dema ku Ertan derxistin me dît ku biriyê wî xelişiye û xwînê bûye. Destê wî bi pişt ve girêdabûn. Piştî girtina Ertan polisan ji Ayfer û Bermal Gurdegîr re gotin, 'Em ê hê wer in û we jî bigirin'. Dema ku ji gund derketin wesayîta bi ser me de ajotin."
 
SERDOZGER: IHTÎMALEKE MEZIN...
 
Di berdewama raporê de qala hevdîtina bi Serdozgerê Komarê yê Çewlikê re hat kirin û ev tişt hat gotin: "Got ku lêpirsîn di bin kontrola wî de tê meşandin, îşkence û memeleya xerab li kesekî nehatiye, vê derbarê de gilî nehatiye kirin, heke angaştên îşkenceya dema binçavkirinê hebin ew jî îhtîmaleke mezin ji ber ku xire cira dema binçavkirinê ne. Heke agahiyeke wiha hebe û gilî bê kirin wê bê lêpirsînkirin. 
 
TESPÎT
 
Di raporê de ev tespît hatine kirin: 
 
"* Di encama hevdîtinan de hatiye tespîtkirin ku li Stenbol û Çewlikê îşkence, heqaret û memeleya xerab li Sonûç Gurdegîr hatiye kirin û gef lê hatine xwarin. 
 
* Li gundê Kadîmadrak îşkence, memeleya xerab û heqaret li ferdên malbata Gurdegîr hatiye kirin. 
 
* Heqaret li gundiyên ku li dijî neheqiya polis û leşkeran derketine hatiye kirin û li wan dane. 
 
* Ji ber şopandina polis û leşkeran ferdên malbatê bifikar in."
 
PÊŞNIYARÊN HATINE KIRIN
 
Pêşniyarên ku di raporê de hatine kirin: 
 
"* Derbarê polis û leşkerên di bûyerê de cih girtin lêpirsîneke bibandor bê kirin û encamê wê ji raya giştî re bê ragihandin. 
 
* Ji bo selamatiye lêpirsînê derbarê polis û leşkeran de lêpirsîna îdarî bê vekirin û ji peywirê bên girtin. 
 
* Divê terka polîtîkayên bêcezahiştinê bê kirin. 
 
* Divê polis û leşker di mijara mafê mirovan û azadiyan de bên perwerdekirin. 
 
* Divê polis û leşker li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî ku Tirkiye îmze kiriye tevbigerin.
 
ÇI BÛBÛ?
 
Di 24'ê tebaxê de Sonûç Gurdegîr li Stenbolê û Ozge, Prenses, Ahmet, Menfiye û Ertan Gurdegîr û Mehmet Gûyûldar jî di serdegirtina gund de hatibûn binaçvkiri. Piştî ku îfadeyên wan hatibûn girtin Menfiye Gurdegîr bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û Ozge, Prenses, Ahmet û Ertan Gurdeîrr û Mehmet Gûyûldar jî hatibûn girtin. 
 
 Ahmet, Bermal (18) û Azad (18) Gurdegîr ku di 14'ê îlonê de di serdegirtina gund de hatibûn binçavkirin jî li Miduriyeta Polisan a Çewlikê tê girtin. 
 
  
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/09/2021
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî