Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Demildest tevbigerin

  • rojane
  • 18:07 17 Îlon 2021
  • |
img
STENBOL - OHD, ÎHD, TÎHV, TOHAV, CÎSST û ÇHD, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîllî Yildirim û Veysî Aktaşê li Îmraliyê bi awayekî giran tên tecrîdkirin serî li CPT'yê dan. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîk Di Pergala Înfaza Ceza De (CÎSST) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî girankirî tên tecrîdkirin serî li Komîteya Pêşîlêgirtin û Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. 
 
ASTENGKIRINA HEVDÎTINA
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku hevdîtina Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş a bi parêzeran re bi awayekî bêhiqûqî tê astengkirin û ji 7'ê Tebaxa 2019'an heya niha serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê bi Ocalan re tê astengkirin û Aktaş, Yildirim û Konar jî ji roja neqlê Îmraliyê hatine kirin, ji sala 2015'an, heya niha tenê carekê jî nikaribûne hevdîtinê bi parêzeran re bikin. 
 
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku ji 15'ê Sibata 1999'an heya niha li Girtîgeha Îmraliyê awayê taybet ê pêkanîna îzolasyonê pêk tê. Di serlêdanê da hat bibîrxistin ku qedexekirina hevdîtina bi parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya 2'yê Gulana 2019'an tam 8 salan bênavber dewam kiriye û di sala 2019'an de jî tenê 5 hevdîtin pêk hatine û ji 7'ê Tebaxa 2019'an heya niha jî hevdîtina bi parêzeran bênavber didome. 
 
QEDEXEYÊN LI ÎMRALIYÊ 
 
Di serlêdanê de serdana CPT'yê ya 2019'an a ji bo Girtîgeha Îmraliyê jî hat birbîxstin. Di berdewama serlêdanê de ev tişt hatin gotin: "Tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê di rapora we ya di 5'ê Tebaxa 2020'an de ku piştî serdana 6-7'ê Gulana 2019'an a komîteya we hat amadekirin û weşandin de jî hatiye diyarkirin. Di rapora we de gelek binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin û têkildarî hevdîtina malbatan û parêzeran jî hatiye diyarkirin ku 'CPT, bang li meqamên tirk dike ku hemû mehkûmên li Girtîgeha Îmraliyê divê hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzeran xwe re bikin û ji bo vê çi hewce be divê bê kirin û qedexekirina hevdîtinan a bi 'dîsîplînê' jî divê ji holê bê rakirin. Her wiha komîte, ji meqamên tirk daxwaz dike ku derbarê hevdîtinên malbatan û parêzeran ên girtiyên Îmraliyê de mehane daxuyanî bê dayîn.' Ev tiştên ku we di rapora xwe de diyar kirine niha bi awayekî herî giran didomin. Piştî vê rapora we dihat payîn ku şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê bên sivikkirin, lê cezane dîsîplînê yên nû li girtiyan hatine birîn û ev biryarên qedexekirinê yên Dadgerîya Înfazê ji aliyê parêzeran wan ve hatine daxuyadin." 
 
Saziyan di serlêdana xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê jî. Ji xeynî vê di serlêdanê de sepkulasyonên têkildarî tenduristiya Ocalan de yên di 14'ê Adara 2021'ê de li ser medyaya sanal hatibûn belavkirin û hevdîtina bi rêya telefonê ya piştî van spekulasyonan jî hat bibrîxistin. 
 
HELWESTA CPT'YÊ
 
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku CPT di warê têkoşîna ji bo mafên mirovan de saziyeke girîng û hêja ye û di berdewamiyê de ev tişt hatin gotin: "Li gor felsefe û peymana damezrandina CPT'yê, divê CPT li dijî vê tecrîda girankirî bi berpirsiyarî tevbigere û daxwaza raya giştî jî di vî warî de ye. Lê mixabin di serdana 11-25'ê Çileya 2021'ê de çendî rapora 5'ê Tebaxa 2020'an li holê ye û hê jî şert û mercên li Girtîgeha Îmraliyê nehatine başkirin, serdana Girtîgeha Îmraliyê daxilî nav bernameyê nehatiye girtin an jî nûnerên wê yên qanûnî hevdîtin nekirine. Ev jî nîşan dide ku di domandina van pêkanînan de paya wê jî hey." 
 
Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku CPT'yê ji 1999'an heya niha 10 caran çûye Girtîgeha Îmraliyê û di 22 salên borî de bi çavê xwe dîtiyye ku bê li şert û mercên girtîgehê çi qasî giran bûne. 
 
DAXWAZA JI BO SERDAN Û AMADEKIRINA RAPORÊ
 
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku qedexeya li Girtîgeha Îmraliyê li dijî Pîvanên Standart ên Asgarî yên di warê Nêzîkatiya Xirab a Derbarê Girtiyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, tewsiyeyên CPT'yê û Qanûna Înfazê ya jimare 5275'an e. 
 
Di berdewamiya serlêdanê de hat destnîşankirin ku mîsogerkirina mafên girtiyan berpirsiyariya dewletan e û ev tişt hatin gotin: "Em saziyên hiqûqê û mafên mirovan ên ku îmzeya wan li bin metnê ne, dixwazin divêtiyên rapora 5'ê Tebaxa 2020'an pêk bên û ji bo qedexeya li ber hevdîtina parêzeran ku ev perçeyeke tecrîda li Îmraliyê ye, bê rakirin demildest divê hûn tevbigerin. Piştî serlêdana we ya 2019'an zêdetirî 2 sal derbas bûne û di vê demê de şertên li girtîgehê girantir bûne. Lewma em dixwazin hûn li gor berpirsiyariya xwe ya sazîbûnîyê tevbigerin û biçin Girtîgeha Îmraliyê û raporekê amade bikin." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

22/09/2021
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî