Ekolojîst: Armanca şewatan koçberî û rant e

  • rojane
  • 09:04 18 Îlon 2021
  • |
img

DERSIM - Nûnerên rêxistinên ekolojiyê destnîşan kirin ku li Dersimê armanca şewitandina daristanan, ew e ku mirov terka warê xwe bikin û li dijî rûxandina xwezayê bal kişandin ser têkoşîneke hevpar. 

 
34 rêxistinên ekolojiyê ku li dijî rûxandina ekolojîk bi dirûşmeya "xweza sînornenas e" li Stenbolê li hev kom bûn, ji bo balê bikişînin ser şewitandina daristanên Dersimê di 15-16'ê Îlonê de li bajêr hin hevdîtin kirin. Nûnerên rêxistinên ekolojiyê, di çarçoveya hevdîtinan de derbarê şewatan de agahî ji gel wergirtin. 
 
DUSTANDARDÎ
 
Ji Piştevaniya Stenbolê ya Çiyayê Kazê Rahîm Noz, bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya ji bo şewatên li herêmê da. Noz ku got "Rêxistinên ekolojiyê heya 3 meh berê jî ji bilêvkirina navên herêma Kurdistanê ditirsiyan" û wiha axivî: "Ez wisa fêm dikim me ev mesele hel kiriye. Gava em hatin vir, em bi îmzeya 64 rêxistinên hawirdorê hatin û gelek heval tevli me bûn. Ji niha û pê de çawa em bi rihetî Akbelenê, Îkîzdereyê bilêv dikin, em ê Dersimê, Cûdiyê, Çewligê jî bi heman awayî bilêv bikin. Daristanên dişewitin hemû yên me ne û rêxistinên ekolojiyê sîornenas in." 
 
RANT Û VALAKIRINA HERÊMÊ
 
Noz, destnîşan kir ku li gelek deverên welêt daristan bi hincetên cur bi cur tên şewitandin, lê ev şewat bêyî mirovan nepêkan in. Noz, anî ziman ku li Mûglayê daristan ji bo rantê tên şewitandin, li erdnîgariya kurdan jî bi taybetî bi hinceta "ewlehiyê" tên şewitandin û got: "Bi hinceta ewlehiyê şewitandina daristanan nayê qebûlkirin. Em baş dizanin bê ev şewtan ji bo çi tên kirin; ji bo projeyên rantê û valakirina herêmê." 
 
KRÎZA AVHEWA, AV Û ZAD
 
Noz, destnîşan kir ku xweza ji ber şewitandina daristanan, madenan, HES û bendavan diguhere û got: "3 tişt li benda me ne; krîza avhewa, av û zadî. Qadên me yên çandiniyê tên tunekirin, wekî ku li Çiyayên Kazê kirin. Ji wan tirê gava wê axê tiraş dikin, mehek şûn de dê ax xwe nû bike. Zinarek zêdetirî hezar sal şûn de dibe ax. Mixabin gelê me bi vê nizane. Em bi pergaleke ku qadên çandiniyê tune dike û me daye ber bextê emperyalîtan re rû bi rû ne." 
 
TÊKOŞÎN 
 
Noz, bal kişand ser têkoşîna li hemberî rûxandina xwezayê jî û destnîşan kir ku divê gel di vî warî de polîtîk be. Noz got: "Ji sedî 1, ji sedî 99'an bi rê ve dibe. Ji ber ku ji sedî 99'ên me bêdeng dimîne, me bi rê ve dibin. Gelek sedemên vê bêdengiyê hene, lê divê em xwe ji vê koletiyê xelas bikin. Gava em daketin kuçeyan û me got 'kuçe ya me ye' dê emparyalîst têkevin qalikên xwe. Me çawa li Çiyayê Kazê ew qewirandin, em dikarin li Dersim, Cûdî, Çewlig û Akbelenê jî wan biqewirînin." 
 
ŞEWATÊN SÎSTEMATÎK 
 
Endama Desteya Rêvebir a Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Hatûn Esen jî anî ziman ku her sal havînê li bajêr daristan dişewitin û got: "Wer xuya ye îsal qezenca wan kêm bûye, lewma li rojavayê dest bi şewitandinê kirin." Esen, destnîşan kir ku li Dersimê her sal bi hinceta "ewlehiyê" daristan bi awayekî sîstematîk tên şewitandin û ev şewta heya meha Îlonê didomin û got: "Êdî gava dibe havîn xew li me diherime. Em dibêjin vê carê, dê li ku û kengî daristan bişewitin. Ji bo Dersimê hemû xweza pîroz e û divê mudaxilî tu tiştî neyê kirin. Lê her sal daristanên me bi hinceta ewlehiyê tên şewitandin û nahêlin em mudaxile bikin. Ev yek me diêşîne." 
 
‘POLÎTÎKAYA TUNEKIRINÊ' 
 
Esen, got: "Dixwazin Dersimê vala bikin. 38 hatin serê me, di 93-94'an de gundên me hatin şewitandin û niha cardin bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin. Bi şewitandina daristanan dixwazin mirovan koçber bikin. Li hemberî xwezaya erdnîgariya Kurdistanê û mirovên wê polîtîkayeke tunekirinê heye." 
 
BANGAWAZÎ
 
Ekolojîst Osman Akkûş jî destnîşan kir ku bi pergaleke ku bi hinceta "ewlehiyê" daristanan dişewitîne û mirovan dikuje re rû bi rû ne û got: "Pergaleke li ser asasê kuştina mirovan hatibe avakirin, xweza, çûk, simore, morî hwd. dê ne di etra wê de bin. Divê ev pergal bê tengijandin. Yan na, em ê bi ser nekevin. Lewma divê em bên cem hev du. Gava em bên cem hev du em ê karibin bi ser bikevin." "Güvenlik" gerekçesiyle orman yakma ve insan öldürmeye programlanmış bir sistemle karşı karşıya olduklarını ifade eden ekolojist Osman Akkuş de, “İnsanı öldürmeye programlanmış bir sistem, doğayı, kurdu, kuşu, sincabı, karıncayı düşünmez. Sistemin zorlanmamız gerekiyor. Aksi halde başarı şansımız çok az. Bu nedenle bir araya gelerek bir şeyleri başarabiliriz" çağrısı yaptı.  
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

22/09/2021
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî