Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe

  • jin
  • 12:55 18 Îlon 2021
  • |
img

STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a di vekirina kargehên Saziyên Jinan ên Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê de axivî û bal kişand ser tecrubeya rêveberiyên xwecihî yên jinan û got: "Li dijî siyaseta tahakkumkar pratîka rêveberiyên xweser a digihêje aqilekî hevpar, me xwest em pêk bînin. Me îrade û rêxistinbûna jinan bi hêz kir û me hewl da tevlî qada civkî û siyasî bibin."

 
Desteya Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li otêlek Taksîma Stenbolê bi serenavê "Rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaziya jinan" xebatên kargehan li dar dixin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinê ya Rosayê, Komeleya Demê ya Jinê, Komeleya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Zayendî, Parêzerên Femînîst, Piştevaniya Mor, Tora Parastina Jinê, Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, Weqfa Çareseriyên Nû ya Komelaya Mafên Mirovan a Jinan, nûnerên Jinên Hewildana Akademisyenên ji bo Aştiyê beşdarî kargehê bûn. 
 
 SERKEFTINÊN MEZIN ANÎNE 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axaftina destpêkê ya kargehan kir û da zanîn tevgera jinên kurd bi 3 endamên meclîsê yên şaredariyan dest pê kirine û ev yek bi sîstema hevserokatiyê bi tacegul kiriye û wiha got: "Me bi vê pratîkê armanc kir ku qada rêveberiyên herêmî yên wekî qada mêran dihat dîtin biguherînin. Me di vê yekê de azadiya zayenda civakî esas girt. Me mohra xwe li serkeftinên mezin da." 
 
JINÊN KURD JI BO JINAN QADÊN NÛ VEKIRIN 
 
Başaran da zanîn wan ji xwe re kiriye armanc ku li dijî îktidara serdest a mêr têkoşînê bidin meşandin û wiha domand: "Li dijî siyaseta tahakkumkar pratîka rêveberiyên xweser a digihêje aqilekî hevpar, me xwest em vê pêk bînin. Me îrade û rêxistinbûna jinan bi hêz kir û me hewil da tevlî qada civkî û siyasî bibin. Jinan li dijî desthildariya mêr li ber we da. Tevgera jina kurd ji bo jinan qadên nû vekirin. Me navên dên têkoşîna li dijî tundiya jinê vekirin. Her wiha me kooperatîfên jinan vekir. Lê belê ev destkeftiyên me ji aliyê îktidarê hedef hatin girtin."
 
ÊRIŞÊN LI SER VÎNA JINAN 
 
Başaran bal kişand ser êrişên li ser sîstema hevserokatiyê û wiha got: "Li dijî hevserokên me doz hatin vekirin, ji peywira xwe dûr hatin xistin û qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Polîtîkayên serdest ên zayendperest, yekperest dan meşand. Bi destên şaredariyan dest bi êrişên polîtîk, îdeolojîk kirin. Mêr anîn ser navendên jinan û li dijî perspektîfa jin dikarin xwe bi rê ve bibin derketin. 
 
'EM Ê PERSPEKTÎFA PIRANÎPARÊZ BIKIN MERIYETÊ'
 
Başaran da zanîn wan li eniya Tirkiyeyê hindik be jî tecrubeyek bi dest xistine û wiha got: "Şaredariyên Akdeniz û Dikiliyê yên Edeneyê ji bo me bûn tecrubeyên mezin. Li dijî destkeftiyan êrişên mezin pêk tên. Lê belê li dijî van êrişan têkoşîna me didome. Ligel êrişan jî li vir têkoşîneke mezin hat dayîn. Li her qadê torên piştevaniyê hatin xurtkirin û xebatên bi bandar hatin kirin. Ev tişt bi saya tecrûbe û kevneşopiyan pêk hat. Em ê li ser em dikarin çawa xêza azadiyê ya jinê pêk bînin nîqaşan bidin meşandin û hewil bidin xwe bigihêjin encamekê. Em ê perspektîfa piranîparêz bikin meriyetê."
 
Piştî axaftina Başaran bernameya ku pêk bê wiha ye: 
 
RÛNIŞTINA YEKEMÎN 
 
Hevşaredara Erdîşa Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Dîba Keskîn: “Di mekanîzmayên rêveberiyên xwecihî de temsîliyet û tevlîbûna jinan." 
 
Mafê Mirovan a Jinan - Koordînatora Komeleya Çareseriyên Nû- yên Mafên Mirovan Hîlal Gençay: “Ji qadên civakî tevlîbûna pêvajoyên demokratîk."
 
RÛNIŞTINA DUYEMÎN
 
Avahîsaz Mucella Yapici: “Gelo sazkirina bajarên azad ên jinan pêkan e? Di cihan de zayendî dibe an jî zayendibûna cihan dê çawa biguhere?" 
 
RÛNIŞTINA SÊYEMÎN
 
Femînist Semîha Ari: “Di rêveberiyên herêmî de têkoşîna li dijî xizaniyê û veqetandina budçeyên jinan. Di têkoşîna li dijî xizaniya jinan de rol û mîsyona rêveberiyên xewcihî." 
 
Akademîsyena Aştiyê Seda Karakaş: “Di rêveberiyên xwecihî de li gorî wekheviya zayendî budçe." 
 
RÛNIŞTINA ÇAREMÎN 
 
Ji Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê Zeynep Ekîn Aklar, Seher Kalkan, Ji Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, parêzera femînist Hulya Gulbahar dê biaxifin. 
 
Her wiha nîqaşên ku niha tên kirin dê ragihînin Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî ya ku dê di 25'ê îlonê de pêk bê û her wiha dê ragihînin Konferansa Rêveberiya Xwecihî ya ku dê di 26'ê îlonê de bê lidarxistin jî. 

Sernavên din

18/09/2021
14:11 Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’
13:58 Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin
13:45 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:37 Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin
13:19 Parêzerên Doza Kobanê banga beşdariya dozê kirin
12:55 Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
12:41 Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:01 Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!
12:00 Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan
11:37 Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
11:31 Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel
10:49 Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin
10:32 Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon
10:26 Sonmez: Medya bi zimanek neyînî tundiyê teşwîq dike
09:15 Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin
09:05 Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be
09:04 Ekolojîst: Armanca şewatan koçberî û rant e
09:02 Prof. Dr. Kuçukosmanoglû: Bi hatina payizê re dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe
09:00 Bi çêkirina gopalan nahêlin kevneşopiya mezinên wan were jibîrkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2021'AN
17/09/2021
23:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn
21:28 237 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê serdana gundan kir
18:07 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Demildest tevbigerin
16:58 Qubad Talibanî qetilkirina Yasîn Bûlût şermezar kir
16:35 Ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin
16:20 Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir
16:18 Li Dersimê xwendekar ji wargehên KYK’ê hatin derxistin
16:07 Zilamê ku dest avêt du zarokên xwe hat girtin
15:50 Rapora ÎHD'ê: Îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin
15:27 Polîsan giliyê xwendekaran kirin
15:12 Li Amedê bi polîsekê re tiryak hat girtin
14:47 Malbata Ocalan, serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da
14:31 Konseya Ewropayê derbarê Demîrtaş û Kavala de biryar da
14:12 Parêzer Bek: Mehmet Emîn Ozkan carek din terkî mirinê hat kirin
13:58 Serokê dadgehê ji bo cezayê Racî Bîlîcî şerh danî
13:58 Polîs ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirin re got: Herin Bakurê Iraqê
13:23 Gunay: Em ê bi ‘Belgeya Banga Demokrasiyê’ vebijêrkek nû pêşkêş bikin
12:41 Tiryakî: Namzetek ku HDP piştevaniyê nedê nikare bibe serokkomar
12:11 Li Stenbolê kargehên Jineolojiyê dest pê dikin
11:33 Siyasetmedarê kurd Bulut di encama êrişek çekdarî de hat kuştin
10:50 Malbata Şenyaşar bang li dozger kir: Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike
09:05 Îstinafê cezayê nîjadperestên peyker bi zorê dabûn maçîkirin 'guncav' dît
09:05 Mamlê: Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye
09:05 Li nav çiyayan wextê mehseran e
09:05 Bersûc li xwe mikur hat, lê darazê ser sûcê nefretê nixumand!
09:05 Li Îranê ji 2017'an heya niha 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin
09:02 Eleqeya ji bo destkariyê kêm dibe
09:01 Betal doza hilbijartina pêşwext dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2021'AN
16/09/2021
20:20 262 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:26 Daxwaza ji bo girtina failê destdirêjiyê Mûsa Orhan hat redkirin
16:56 Çalakiya hîndekaran didome
16:56 Baroya Amedê ji bo guhdarkirina Davûtoglû serlêdan kir
16:29 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî nebe şirîkê vî şerî
16:16 Di doza 5'ê Hezîranê de ji 10 polisan re ceza hat xwestin
15:56 Bavê leşkerê ku dixwest teslîm bibe û hat kuştin: Agahî nadin me
15:20 Cara duyemîn 8 girtî xistin karantînayê
15:15 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa nehat berdan: Nikare we fêm bike û bibihîze
14:49 Doza tecawizkar Mûsa Orhan dest pê kir
14:17 Şandeya HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:06 HDP'ê qurbaniyên komkujiya Şatilla û Sabrayê bi bîr anî
13:33 Nivîsên nijadperest hatin jêbirin û derbarê midurê dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
13:15 Derbarê rojnamevan Tolu de daxwaza beraetê hat kirin
12:34 Ferît Şenyaşar: Ew kesê keleşnîkof di destê wî de ye kî ye?
12:33 Lêpirsîna "qirkirina ermeniyan" derbarê parêzerê ÎHD'ê de hat destpêkirin
11:58 Nasnameya eskerê dema dixwest teslîm bibe hat kuştin, aşkere bû
11:36 Hayriye Dogan a li cenazeyên zarokên xwe digeriya koça dawî kir
11:34 Şaredarê Şalpazariyê ji ber hilberandina 'Şewqên Kurdistanê' êrişî kargehekê kir
11:13 Polîsan li ber Navenda Giştî ya HDP’ê êrişî parlamenteran kir
11:04 Welatiyên ku DEDAŞ'ê şermezar kiribûn hatin binçavkirin
10:32 81 kesên ku PDK'ê ew girtin di greva birçîbûnê de ne
10:29 Li Amedê jinek hat kuştin
09:27 Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Moskovayê kir
09:06 Di tevahiya îhaleyên 450 milyonî yên qeyûm de nelirêtî heye
09:06 Bi qehwa kizwana tevlî jiyana kar bû
09:06 Ev etar bi mîqrefona xwe balê dikişine ser zeman
09:06 Ji baxçeyê 4 milyon TL’yî tenê çop ma
09:06 Rexmî rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ jî 10 sal wî dan razandin
09:06 Hezkirina bizinan a çiya!
09:06 Li Şengalê di bin barandina bombeyan de ber bi hilbijartinê ve
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2021’AN
15/09/2021
21:03 Midurê Giştî yê MARSÛ’yê ji peywirê hat girtin
20:55 Hesabên banqayê yên Şaredariya Panosê hatin bloqekirin
16:18 Polîsan li Licê mudaxileyî xelkê kir
16:10 Polîsan nehiştin ku doktor rapora lêdanê bide
16:04 Dadger destûr neda Guven û Alokmen ku bi kurdî parastina xwe bikin
15:38 Hevşaredên Êlihê: Qeyûm li dijî mewzûatê îhaleyan çêdike
15:34 Başaran: Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye
15:04 Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin
14:26 Çalakvanê kurd li Îranê bi îşkenceyê hat kuştin
13:51 Jinên HDP’î ji bo hevdîtinên ‘Ji Xizaniya Jinan Re Na’ li Dîlokê ne
13:24 DEDAŞ vê carê bi polîsan re çû taxê
13:00 Malbata Şenyaşar di roja 191’emîn de jî li pêş edliyeyê ye
12:50 Ji rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen re ceza hat xwestin
12:02 Li Şirnexê ciwanekî întîhar kir
11:53 Duh ‘Bîngol şewitî’ serbest bû, îro ‘Serhildan jiyan e’ qedexe ye!
11:21 Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe
10:58 Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye