CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan

  • rojane
  • 09:05 24 Îlon 2021
  • |
img

STENBOL- Endama CÎSST'ê Parêzer Esra Erîn, anî ziman ku bi guherandina rêziknameya destûrê re karbidestiya darazê ketiye destê îdareyên girtîgehan û got: "Dibe ku mafê girtiyekî/ê yê tevlîbûna merasîma cenaze ya xizmekî/e xwe, ji ber hejmara pirtûkên xwendine bê binpêkirin." 

Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî, "Rêziknameya Derbarê Destûrên Ji Ber Nexweşînê An Jî Mirina Xizmên Girtî û Hikumxwaran De" guherand. Biryar, di 21'ê Îlonê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor guherîna ku hatiye kirin, dê bi pêşniyara amîrê girtîgehê û pesendkirina Serdozgerê Komarê, destûra tevlîbûna merasîma cenaze bê dayîn û ev destûr jî dema rê ne tê de 2 roj e. Her wiha ev destûr jî bi şertê "silametiya lêpirsînê û bi şertê tu xetereyek tune be" dê bê dayîn. 
 
Şêwirmenda Hiqûqê ya Komeleya Civaka Sivîl Di Pergala Ceza Înfazê De (CÎSST) Parêzer Esra Erîn, anî ziman ku destûr ji înîsyatîfa serdozger hatiye derxistin û ketiye destê îdareya girtîgehê û di rastiyê de ev guherandin derbarê girtiyên polîtîk de ye. 
 
ÎNÎSATÎF A GIRTÎGEHÊ YE
 
Erîn, anî ziman ku rêzikname pir hatie guherandin û gelek mijarên di qada hiqûqê de ketine înîsyatîfa îdareya girtîgehê. Erîn, bilêv kir ku ev guherandin ji nişka ve hatiye kirin û lewma divê mirov li ser bisekine. Erîn, da zanîn ku berê di guherandina rêziknameyên derbarê girtiyan û girtîgehan de dîtinên rêxistinên civaka sivîl, pîşeyî û demokratîk jî esas dihatin girtin, lê belê di vê guherandinê de serî li dîtina tu rêxistinê nehatiye dayîn. 
 
DIJÎ HIQÛQÊ YE
 
Erîn, destnîşan kir ku ji ber ku beriya dozger dê îdareya girtîgehê serlêdanên girtiyan ên ji bo destûr binirxîne, dê ev bibe cihê gelek neyîniyan û ji bo vê jî bal kişand ser "biryarên kêfî". Erîn, diyar kir ku ev guherandin dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye û got: "Dijî wê ye, ji lew re beşdarbûna merasîma cenaze ku pratîkeke darazî ye, dê di bariyera îdareyê de bialiqe. Ev, di warê hiqûqa îdareyê de, xespkirina peywirê ye. Yanî îdarea girtîgeheke nikare têkeve dewsa darazê û biryarên darazî bide yan jî di pêvajoyên bi vî rengî de nikare xwedî rol û rist be." 
 
DIVÊ BÊ BETALKIRIN
 
Erîn, destnîşan kir ku ev rewşa ku di hiqûqa îdareyê de wekî xespkirina peywirê tê binavkirin, di warê hiqûqî de bêhikm e û got: "Lewma divê ev rêzikname bê betalkirin." 
 
Erîn, "mafê şîngirtinê" ya di peymanên Cenevreyê de bibîr xist û destnîşan kir ku ev maf di dema şeran de jî esas hatiye girtin. 
 
'BIRYARA KÊFÎ'
 
Erîn, bal kişand ser "Qanûna Derbarê Guherandina Qanûna Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê De" û di çarçoveya vê qanûnê de bi "biryarên kêfî" astengkirina berdan girtiyên ku înfaza wan temambûyî. Erîn, bilêv kir ku girtiyekî ku 30 sal in girtiye, jê re gotine "te kêm pirtûk xwendine!" û bi vî awayî berdana wî hatiye astengkirin û guherandina vê dawiyê jî dibe ku bibe cihê rewşên bi vî rengî. Erîn got: "Dibe ku mafê girtiyekî/ê yê tevlîbûna merasîma cenaze ya xizmekî/e xwe, ji ber hejmara pirtûkên xwendine bê binpêkirin. Ev rêzikname, rê li ber van hincetên kêfî yên îdareyên girtîgehê vekir." 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

24/09/2021
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir
13:44 'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
13:34 Roja 200’emîn a Nobeta Edaletê: Dest danîn ser pankartê
13:04 Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
12:41 Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin
12:40 Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
12:40 Ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven agahî nayê girtin
12:09 Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
11:34 Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye
10:04 Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne
09:51 Li Manavgatê agir bi daristanê ket
09:05 CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan
09:05 Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî
09:05 Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin
09:05 Xwendekarên ku starek bi dest wan neket: Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin
09:05 ‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'
09:02 Derbarê redkarê wijdanî de 14 doz
09:02 Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Meydana Galatasarayê dîsa dorpêç kirin
23/09/2021
23:09 Warê çûkan Dehla Nehilê dişewite: 34 saet in mudaxile nayê kirin
21:36 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:55 Kolberên di êrişa helîkopterê de hatin kuştin, spartin axê
16:49 Encu giliyê Savci Sayan kir
16:03 Lêpirsîna 'helîkopterê' li Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me vekirin
15:52 Doza Kobanê taloqî 18'ê cotmehê hat kirin
15:30 Dadgehê 9 sal ceza li aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn birî
15:30 Şewat belav dibe, mudaxile nayê kirin
15:03 4 girtî hatin sîrgûnkirin
14:47 Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
14:38 Ceza ji hunermend Çat re hat xwestin
14:03 Înfaza 3 girtiyan şewitandin
13:13 Doza Kobanê: Vê dozê dema xwe tije kiriye
13:13 Danişîna Suheyla Taş taloq bû
12:54 Ji ber nebûna wergerê kurdî danişîna Aslan û Muçel taloq bû
12:42 Li endamê MYK’a ÎHD’ê Çaglayan 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
11:54 Xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn û sîxuriyê li HDP’iyan ferz kirin
11:47 Li herêma şewatê tevgera hewayî heye
11:39 Danişîna gardiyanê Dîlan qetil kir, hat taloqkirin
11:13 Parêzerê Malbata Şenyaşar hempîşeyê xwe vexwend ber edliyê
11:13 Di doza zarokên ku 15 sal berê hatibûn qetilkirin de biryar derneket
10:47 Turkdogan: Tirkiyê di bersiva da Komîteyê de ‘hîleya hiqûqî’ kir
10:36 Kurê Ozcan ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Em sedemê mirina wî nizanin
10:31 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:06 Li Fransayê navê Hevrîn Xelef li qadekê hat danîn
10:02 Ozturk: Muxatab Ocalan e, navnîşana çareseriyê jî Parlamento ye
09:21 Rêya ku 4 sal in nayê çêkirin gundiyan rakir ser piyan
09:20 Malbatek li xwendekare ku li derve ma xwedî derket
09:20 Endamên meclîsê yên AKP'î ji bo qereqolê erse stendin
09:19 Temenekî di rêça têkoşînê de: Mehmet Saît Uçlu
09:18 Ji ber hişkesaliyê asta ava Gola Wanê 3 metre kêm bûye
09:17 Piştî biryara DMME'yê giliyê eskeran kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2021'AN
22/09/2021
23:01 Kesê ku DEDAŞ'ê ceza lê birî mala xwe şewitand
21:19 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:40 Şewata li Çiyayê Gabarê berbelav dibe
16:16 Îşkence li zarokê 11 salî yê cîranê xwe kir
15:51 Parlamenterê CHP'î Tûtdere serdana Şenyaşaran kir
15:39 Doza bobelata keştiyê taloq bû
15:24 Li Cizîrê jinekî xwest întîhar bike
15:24 Li Feraşînê di lêgerîna neftê de kevir bi ser konê welatiyan de gêr bû
14:26 Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras hat berdan
14:16 SGDF’ê meşa piştevaniya ji bo xwendekaran li dar xist
14:10 Dosya Hankûlû ji ATK'ê re hat şandin
13:57 DFG’ê serdana ajansa me kir
13:51 TUHAY-DER’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
13:23 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Bêyî Ocalan axaftina Pirsgirêka Kurd ne çareserî ye
13:17 Dadgeha Bilind cezayê rojnamevan Orûç xera kir
13:14 PEN'a Melbourneyê endamtiya rûmetê da Turfent
12:55 Derbarê Gokkan de lêpirsîna dîsiplînê hat destpêkirin
12:48 Jinek li Edeneyê hat qelkirin
12:48 Doza Ferhat Tunç hat taloqkirin
12:47 Danişîna Leyla Guven ji ber arîzeya SEGBÎS'ê nehat dîtin
12:38 Li Şirnexê bêyî ÇED 22 herêm ji lêgerîna medenê re hatin vekirin
11:59 Ocalan: Çareserî bi azadiya jinê dibe
11:39 Malbata Şenyaşar ji bo roja înê bangî baroyan kir
11:31 Şewata daristanê ya li Licê hat vemirandin
11:30 Dorpêça li ser Meydana Galatasarayê hat rakirin
11:18 Piştevanên herî mezin ê Emîne Şenyaşar jin in
10:22 Kurê Laçîn ê ku anîn ber HDP'ê: Bi salan tundî li me kir
10:21 Cenazeyê Kaya û Danişman piştî 4 mehan şûn de dan malbatên wan
10:17 OHD’ê ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar bang li parêzeran kir
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin