Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne

  • rojane
  • 10:04 24 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ê bi sûcdariya kuştina Tuxgeneral Bahtiyar Aydin cezayê muebetê lêhat birin û rewşa tenduristiya wî giran bûye Selma Ozkan, diyar kir ku bavê wê berî bimire dixwaze cara dawî gundê xwe bibîne.

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, bi sûcdariya beşdarî sûîkasta li dijî Fermandarê Herêmê ya Cendirmeyan a Bajêr Tuxgeneral Bahtiyar Aydin ê di 22’yê Cotmeha 1993’yan de li navçeya Lîcê ya Amedê pêk hat bûye, 26 salin girtiye. Ozkan di sala 1996’an de, Mêrsînê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û ji ber îfadeyên du îtîrafkaran, bi sûcdariya kuştina Tuxgeneral Aydin hat darizandin û cezayê mubetê lê hat birîn. Her du îtîrafkaran, dûre îfadeyên xwe paşve kişandin û gotin Ozkan beşdarî suikasta Aydin ne bûye. Ligel vê yekê jî darizandina Ozkan dewam kir. Her çiqasî Ozkan got têkiliya wî bi bûyerê re nîne jî, cardin nekarî dengê xwe bide bihîstin.    
 
NEXWEŞIYÊN OZKAN 
 
Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye, nexweşiyên wî yên weke guatr, rovî, dil, tansiyona bilind, qebzîtî, Alzheîmer, helîna hestî û hwd hene. Ozkan, di girtîgehê de heya niha 5 caran krîza dil derbas kiriye, 4 caran anjiyo bûye û stent li dilê wî hatiye xistin. Di qirika wî de, guatra ne baş heye. Ji ber temenê wî yê mezin nikare emeliyat bibe. Ligel hemû serlêdanên têkildarî berdan Ozkan, tu bersivek herênî nehat dayîn. Di girtîgehê de Ozkan nikare pêdiviyê xwe yên jiyanî û rojane bi cih bîne. Ji ber vê kurê wî Ahmet Ozkan ê diheman girtîgeh û heman qawîşê de dimînin, li bavê xwe Ozkan mêze dike. 
 
'EW LI ME, EM LI WÎ MÊZE DIKIN’
 
Keça Ozkan Selma Ozkan rewşa bavê xwe vegot û bal kişand ser nexweşiyên wî. Selma Ozkan, diyar kir ku herî dawî di 17’ê Îlonê de çû hevdîtinê û wiha axivî: “Hevdîtina girtî hebû. Birayê min, bavê min li ser sendelya teker anî hevdîtinê. Lê bavê min êdî dengan nabihîse. Dengê me naçe wî. Ji ber ku dengê me naçiyê, bersiva me jî nade. Me dibîne, pirsa me dike, dûre tiştekê din dibêje. Ji ber ku dengê me naçiyê. Ew li me mêze dike, em li wî mêze dikin. Bi sendelya teker wî anîn salona dadgehê. Şendeya dagehê jê pirsan dike, lê ew ne dangan dibihise û ne jî tiştekê dibêje. Birayê min bi şev heya serê sibê li ber serê bavê min nobetê digire. Birayê min ji bêxewiyê nedikarî çavên xwe veke. Birayê min derman û xwarina bavê min didiyê. Serê wî û kincên wî dişo.”
 
Ozkan, anî ziman ku her ku diçe rewşa bavê wê girantir dibe û cîdiyeat rîska jiyana wî zêde dibe. Ozkan, da zanîn ku divê bavê wê li nexweşxanê dibin çavderiyê de bê girtin û tedawiya wî bê kirin. 
 
WEZARETÊ ŞANDE ŞAND
 
Ozkan, bi bîr xist ku Wezareta Dadê berî mehekê, ji bo bavê wê şandeyek şand girtîgehê û ev agahî parve kirin: “Birayê min cardin bavê min bi sendeya teker derxist pêşberî şandeyê. Birayê min ji şandeyê re got, ‘Hûn halê wî dibînin. Ez 24 saetan bi wî re eleqeder dibim. Nikare xwe îfade bike. Cihê mirovek wiha ma girtîgehe? Ji ber ku girtiyek siyasiye hûn wî serbest bernadin.’ Di vê serdanê de jî, tu encam derneket holê.”
 
'DIXWAZIN BAVÊ MIN BIMIRE’
 
Ozkan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gelek girtiyên nexweş, kal û pîr ên mîna bavê min di girtîgehan de hene. Nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Tu kes vê zilmê qebûl nake. Lê tişta ku me fêm kir, dê wî bernedin. Ditirsin ku Doza Lîcê li ser wan bimîne. Di wan salan de bavê min îşkence kirin. Îfadeyên wan amadekiribûn, pê dan îmzekirin. Herî dawî polîsek derket û her tişt vegot. Derket holê ku bavê min bêsûce. Ez wê demê şahidê bavê xwe bûm. Bavê min li gund bû, ne li Lîcê bû. Min şahidiya bavê xwe kir. Lê tu feyde nekir. Ji bo ku ser vê dozê bigirin, dixwazin ku bavê min bimire.”
 
DIXWAZE HERÎ DAWÎ GUNDÊ XWE BIBÎNE
 
Selma Ozkan, diyar kir ku gava bavê wê hat girtn hîna 14 salî bû û wiha bilêv kir: “Min 26 salên xwe li ber deriyên girtîgehan derbas kirin. Ez ji ber rewşa bavê xwe, bi şev xew nakim. Ez bavê xwe pir dihizirim. Bavê  min pir ji me hez dikir. Di vê rewşê de jî, hewl dide heskirina xwe nîşanî me bide. Naha, dema ku têlefon lêdike, em ditirsin gelo bavê min ew bihîstiye. Niha, dema ku telefon û deriyê me lê dikeve, em ditirsin ku tiştek ji bavê min hatibe. Kêm jî be, gava dengê wî tê me em keyfxweş dibin. Tenê daxwazeke bavê min heye. Dema hafizeya wî hebû, digot, ‘Berî ku bimirim dixwazim biçim gundê xwe. Xwezî ez carek din biçûma gund. Xwezî min gundê xwe carek din li ber çavên xwe bidîta. Bila ez dûre bimiram.’ Em dixwazin vê daxwaza bavê xwe bi cih bînin. Em dixwazin wî bibin gund û bi çavên xwe gundê xwe bibîne. Êdî mirin were jî nexeme. Bila bi xêr were.”
 
Ozkan, ji hemû kesên ku haya wan ji rewşa bavê wê heye xwest ku tiştekî bikin û ev bang li raya giştî kir: “Em dixwazin di zûtirîn demê de derkeve da ku em daxwaza wî bi cih bînin. Bila ev hesret ne di dilê wî de û ne jî di dilê me de bimîne.”
 
MA / Ayşe Surme
 

Sernavên din

24/09/2021
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir
13:44 'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
13:34 Roja 200’emîn a Nobeta Edaletê: Dest danîn ser pankartê
13:04 Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
12:41 Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin
12:40 Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
12:40 Ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven agahî nayê girtin
12:09 Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
11:34 Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye
10:04 Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne
09:51 Li Manavgatê agir bi daristanê ket
09:05 CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan
09:05 Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî
09:05 Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin
09:05 Xwendekarên ku starek bi dest wan neket: Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin
09:05 ‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'
09:02 Derbarê redkarê wijdanî de 14 doz
09:02 Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Meydana Galatasarayê dîsa dorpêç kirin
23/09/2021
23:09 Warê çûkan Dehla Nehilê dişewite: 34 saet in mudaxile nayê kirin
21:36 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:55 Kolberên di êrişa helîkopterê de hatin kuştin, spartin axê
16:49 Encu giliyê Savci Sayan kir
16:03 Lêpirsîna 'helîkopterê' li Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me vekirin
15:52 Doza Kobanê taloqî 18'ê cotmehê hat kirin
15:30 Dadgehê 9 sal ceza li aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn birî
15:30 Şewat belav dibe, mudaxile nayê kirin
15:03 4 girtî hatin sîrgûnkirin
14:47 Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
14:38 Ceza ji hunermend Çat re hat xwestin
14:03 Înfaza 3 girtiyan şewitandin
13:13 Doza Kobanê: Vê dozê dema xwe tije kiriye
13:13 Danişîna Suheyla Taş taloq bû
12:54 Ji ber nebûna wergerê kurdî danişîna Aslan û Muçel taloq bû
12:42 Li endamê MYK’a ÎHD’ê Çaglayan 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
11:54 Xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn û sîxuriyê li HDP’iyan ferz kirin
11:47 Li herêma şewatê tevgera hewayî heye
11:39 Danişîna gardiyanê Dîlan qetil kir, hat taloqkirin
11:13 Parêzerê Malbata Şenyaşar hempîşeyê xwe vexwend ber edliyê
11:13 Di doza zarokên ku 15 sal berê hatibûn qetilkirin de biryar derneket
10:47 Turkdogan: Tirkiyê di bersiva da Komîteyê de ‘hîleya hiqûqî’ kir
10:36 Kurê Ozcan ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Em sedemê mirina wî nizanin
10:31 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:06 Li Fransayê navê Hevrîn Xelef li qadekê hat danîn
10:02 Ozturk: Muxatab Ocalan e, navnîşana çareseriyê jî Parlamento ye
09:21 Rêya ku 4 sal in nayê çêkirin gundiyan rakir ser piyan
09:20 Malbatek li xwendekare ku li derve ma xwedî derket
09:20 Endamên meclîsê yên AKP'î ji bo qereqolê erse stendin
09:19 Temenekî di rêça têkoşînê de: Mehmet Saît Uçlu
09:18 Ji ber hişkesaliyê asta ava Gola Wanê 3 metre kêm bûye
09:17 Piştî biryara DMME'yê giliyê eskeran kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2021'AN
22/09/2021
23:01 Kesê ku DEDAŞ'ê ceza lê birî mala xwe şewitand
21:19 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:40 Şewata li Çiyayê Gabarê berbelav dibe
16:16 Îşkence li zarokê 11 salî yê cîranê xwe kir
15:51 Parlamenterê CHP'î Tûtdere serdana Şenyaşaran kir
15:39 Doza bobelata keştiyê taloq bû
15:24 Li Cizîrê jinekî xwest întîhar bike
15:24 Li Feraşînê di lêgerîna neftê de kevir bi ser konê welatiyan de gêr bû
14:26 Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras hat berdan
14:16 SGDF’ê meşa piştevaniya ji bo xwendekaran li dar xist
14:10 Dosya Hankûlû ji ATK'ê re hat şandin
13:57 DFG’ê serdana ajansa me kir
13:51 TUHAY-DER’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
13:23 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Bêyî Ocalan axaftina Pirsgirêka Kurd ne çareserî ye
13:17 Dadgeha Bilind cezayê rojnamevan Orûç xera kir
13:14 PEN'a Melbourneyê endamtiya rûmetê da Turfent
12:55 Derbarê Gokkan de lêpirsîna dîsiplînê hat destpêkirin
12:48 Jinek li Edeneyê hat qelkirin
12:48 Doza Ferhat Tunç hat taloqkirin
12:47 Danişîna Leyla Guven ji ber arîzeya SEGBÎS'ê nehat dîtin
12:38 Li Şirnexê bêyî ÇED 22 herêm ji lêgerîna medenê re hatin vekirin
11:59 Ocalan: Çareserî bi azadiya jinê dibe
11:39 Malbata Şenyaşar ji bo roja înê bangî baroyan kir
11:31 Şewata daristanê ya li Licê hat vemirandin
11:30 Dorpêça li ser Meydana Galatasarayê hat rakirin
11:18 Piştevanên herî mezin ê Emîne Şenyaşar jin in
10:22 Kurê Laçîn ê ku anîn ber HDP'ê: Bi salan tundî li me kir
10:21 Cenazeyê Kaya û Danişman piştî 4 mehan şûn de dan malbatên wan
10:17 OHD’ê ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar bang li parêzeran kir
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin