Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe

  • rojane
  • 11:04 28 Îlon 2021
  • |
img
ENQERE – Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan bal kişand ser girîngiya deklarasyona HDP’ê û got: “Heke Tifaqa Millet dixwaze pergala parlamenteriyê ji nû ve ava bike, ev bê HDP’ê nabe. Bi HDP’ê re welatek demokratîk mimkin e.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi sernavê “Deklarasyona Banga Demokrasiyê, Edalet û Aştiyê” têkildarî pirsgirêk û çareseriyên li Tirkiyê eşkere kir. Nûnerên saziyên elewiyan deklarasyonê erênî pêşwazî kirin. Rêxistinên elewiyan diyar kirin ku ew li ser pêşniyazên çareseriyê yên ji aliyê HDP'ê ve hatine kirin, hemfikir in û eger Tifaqa Millet bixwaze welêt careke din bike welatekî demokratîk û laîk divê bizanibe bêyî HDP'ê nabe. 
 
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan diyar kir ku ew bi pêşniyazên çareseriyê yên ji aliyê HDP'ê ve hatine eşkerekirin razî ye divê danezana HDP'ê ya ku îdîa dike ku edalet û demokrasiyê tîne welêt bi taybet qala pirsgirêkên elewiyan jî bikira. Kaplan diyar kir ku wan di polîtîkayên ku HDP'ê dimeşîne de li hev kirine û çareseriyê pêşniyar kirine û ji derveyî HDP'ê partiyek ku guh bide pirsgirêkên elewiyan nîne û ew dikarin pirsgirêkên ku bi HDP'ê re hene biaxivin. 
 
‘BÊ HDP’Ê NABE’ 
 
Kaplan têkildarî gotina Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, "Em dikarin pirsgirêka Kurd bi HDP'ê re çareser bikin" jî wiha got: "Bi dîtina min çareseriya pirsgirêka kurd HDP û parlamento ye. Deklarasyon ji bo pêkhatina pêşeroja HDP'ê gaveke gelekî girîng e. Yekane bingeha serketina Tifaqa Millet, helwest û tevgera HDP'ê ye. HDP niha partiyek sereke ye, di desthilatdariyê û muxalefetê de, ew ji vê yekê haydar in. Em piştgiriyê didin siyaseta rêya 3’yemîn a HDP’ê. Heke Tifaqa Millet, bixwaze pergala parlementeriyê ji nû ve ava bike, divê ev bêyî HDP’ê neyê kirin. Hewce ye ku têkiliyek bi HDP’ê re were danîn, divê ew bi hev re ji bo demokrasiyê bimeşin, divê ew bi hev re pêşeroja welat ava bikin.” 
 
‘DANEZAN JI BO SIYASETA NÛ GIRÎNG E’ 
 
Serokê Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî (HBVAKV) Ercan Geçmez jî diyar kir ku di danezana HDP’ê de behsa Tirkiyeya demokratîk hatiye kirin û wiha got: “Ez bawer dikim ku pergala parlamenteriyê ya ku her kes xwe tê de bibîne, wê hemû pirsgirêkan çareser bike. Bê guman, hewce ye ku ev mijar hinekî din bêne vekirin. Pirsgirêkên elewiyan jî divê bi pirsgirêkên din re berfireh werin nîqaşkirin û axaftin. Danezana HDP’ê ji bo serdema siyasetê ya nû girîng e. Divê hemû muxalefet xwe bike yek û li dijî siyaseta rejîma yek zilamî siyasetê biafirîne.” 
 
‘DIVÊ HEMÛ ALÎ BI BAWERIYA XWE BIJÎN’ 
 
Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Musa Kulu jî anî ziman ku divê Tifaqa Millet piştgiriyê bide HDP û hêzên demokrasiyê û got: “Di vê derbarê de tişta ku divê bê kirin ev e ku hemî mirov mîna xwe bi baweriyên xwe bijîn, wekî din çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê ne mimkin e. Ya ku em jê re dibêjin siyaseta riya sêyemîn bi rastî peymanek civakî ya nû ye. Ji xeynî vê pir zor e ku siberojek aştiyane, demokrasî were avakirin. Têkoşîna tifaqa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo gelên Tirkiyê rizgarî ye.” 
 

Sernavên din

28/09/2021
11:35 Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin
11:35 Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe
11:28 'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’
11:25 Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin
11:04 Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe
10:34 Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike
09:52 Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne
09:05 Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn
09:05 Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin
09:04 Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin
13:33 Rojhilatiyekî ku radestî MSO'yê hatibû kirin qeyda dengê xwe ji malbata xwe re şand
12:56 Hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re dest pê kirin
12:50 Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û mal û dikan di bin avê de man
12:25 Bûldan: Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye
12:12 Îpekyuz tayînkirina tenê 3 mamosteyen kurdî bir rojeva meclisê
11:57 Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê dest pê kir
11:29 Kirkazak: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê nexşerê dixwaze
11:10 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna maf, hiqûq, edaletê mezin dibe
10:45 Jina ku têkoşîna xizanî û ekolojiyê kiriye yek: Wangari Maathai
10:17 Tirkiye bi Firatê aramiya Sûriyeyê hedef digire!
10:12 Jin wê biryara red a Şûreya Dewletê îtîraz bikin
09:45 Li gundê Erzanixê yê Hezexê şewat derket
09:29 Di dema birîna daran de eskerek mir
09:05 ‘Îqtidar li ber xetereya tiryakê xwe li bêdengiyeke teşwîqkar daniye'
09:00 Dê biryara AYM'ê ya derbarê Ozgur Gundemê de bişînin DMME'yê
09:00 'Pereyê di berîka me de her roj dihele'
09:00 Esker û cerdevan ji wargeha xwendekaran dernakevin
09:00 Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin
09:00 Mehmet Ocalan: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe
09:00 Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'AN
24/09/2021
22:50 HDP'iyên li Kadikoyê kom bûn: Xizanî ne qeder e
20:39 27 hezar û 197 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin, 221 kesên din jî mirin
19:44 Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
18:15 Li Şirnexê girtiyek sewqî Rîzeyê kirin
16:12 200 parêzer di Nobeta Edaletê de ne: Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me ye
15:43 Dayikên Aştiyê: Em li dijî dagirkeriyê bibin yek
15:03 Dadgehê giliyê Tosûn kir
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir