'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'

  • rojane
  • 09:10 3 Cotmeh 2021
  • |
img

RIHA - Omer Ocalanê HDP'î diyar kir ku ji bo meseleya kurdî li ser asasekî demokratîk bê çareserkirin her kes îşaret bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike û got: "Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî biaxive." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ocalan, di 22 salên li Îmraliyê de tenê 442 caran karibûye hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Ji sala 2011'an heya niha tenê di 2019'an de 5 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kiriye û ji 25'ê Adara 2020'î vir ve jî tu xeber jê nayê girtin. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîl Di Pergala Înfaza Ceza De (CÎSST) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî girankirî tên tecrîdkirin serî li Komîteya Pêşîlêgirtin û Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. 
 
Ocalan, herî dawî piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû ya derbarê çareserkirina meseleya kurdî de bû rojeva siyaseta Tirkiyeyê. 
 
Biraziyê Rêberê PKK'ê û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, derbarê tecrîda ku nêzî 22 sal in bênavber didome, serlêdana saziyên hiqûqê ya ji bo CPT'yê û meseleya muxatabiyê ya bûyer rojev de axivî. 
 
ARMANC WÎ Û GEL JI HEV QUT BIKIN
 
Omer Ocalan, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêzî 23 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin, lê dîsa jî bênavber têdikoşe. Ocalan, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de Tirkiyeê jî ji bo Rêberê PKK'ê û gel ji hev qut bike çi ji desta hatiye kiriye. Ocalan, bibîr xist ku ji sala 2011'an heya niha hevdîtinên parêzeran ên bi awayekî qismî dihatin kirin jî bi temamî hatine sekinandin û di 10 salên vê dawiyê de parêzer tenê 5 caran karibûne hevdîtinê bikin. 
 
Omer Ocalan got: "Ew jî bi çalakiyên greva birçîbûnê di nîveka 2019'an de hevdîtin hatin kirin. Li gor qanûnên Tirkiyeyê mafê Birêz Ocalan ê hevdîtina bi telefonê heye, lê ev maf di 23 salan de tenê car û nîvekê pêk hatiye. Hevdîtina telefonê ya herî dawî di 25'ê Adarê de hat kirin, lê ew jî di nîvî de hat qutkirin. Ji wê rojê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin." 
 
DEK Û DOLABÊN MEZIN
 
Demek berê rêxistinên mafên mirovan têkildaîr tecrîdê serî li Komîteya Wezîran a Ewropayê dan. Ocalan têkildarî vê serlêdanê jî bibîr xist ku dê ev mijar di dawiya meha Mijdarê de li Konseya Ewropayê bê axaftin. Ocalan, diyar kir ku Konseya Ewropayê di vî warî de parastin ji Tirkiyeyê xwestiye û got: "Komîteya Wezîran doza hin agahiyan dike, lê Tirkiye ji bo vê jî serî li dek û dolabine mezin dide." 
 
Ocalan, destnîşan kir ku serlêdana 6 saziyên mafên mirovan a ji bo CPT'yê û hemû serlêdanên din girîng in û got: "Saziyên ku dîtin qanûna bingehîn a derbeyê bi xwe jî hatiye sekinandin, êdî ji ber ku saziyeke ku serî lê bidin nemaye, serî li saziyên navneteweyî didin. Ev hewldanên ku ji bo Tirkiye dev ji van pêkanînên xwe yên bêqanûnî berde û mafên Birêz Ocalan esas bigire, watedar in." 
 
DIVÊ AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ BÊ GOTÛBÊJKIRIN
 
Omer Ocalan, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê bes ne meseleya Tirkiyeyê tenê ye û axaftina xwe bi vî awayî domand: "Her kes bi rol û rista hêzên navneteweyî ya ji bo radestkirina Birêz Ocalan dizane. Heger ev mesele bê çareserkirin, dê bandora hêzên navneteweyî jî hebe. Hêzên ku ji xwe re dibêjin em demokratin, divê gavina bavêjin. Tirkiye hewl dide daxilî nav Yekîtiya Ewropayê bibe. Ji ber hindê berpirsiyariyeke Ewropayê ye ku di warê mafên mirovan de bang li Tirkiyeyê bike ku bi rêz û hurmet tevbigere. Lewma êdî gere Ewropa rola xwe ya di warê tecrîdê de bilîze. Em Ewropayê û saziyên navnetewyî vedixwînin ku peywira xwe bi cî bînin. Ew jî ji Tirkiyeyê re bibêjin ku bi rêz nêzî mafên mirovan bibe. Gava ev neyê kirin, wê çaxê divê gavine zorlêker bên avêtin. Tirkiye veguheriye girtîgeheke qerase. Li Îmraliyê Birêz Ocalan tê tecrîdkirin, lê êdî ev ji tecrîdê jî wêdetir e. Tevahiya welt tê tecrîdkirin. Jiyana Birêz Ocalan, ne jiyaneke ku mirov bi erzanî nêzî wê bibe. Di warê bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurdî de muxatabiya wî heye. Divê ev bên berçavkirin û tecrîd ji holê bê rakirin û pêwendî bi Birêz Ocalan re bê danîn. Êdî divê em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan gotûbêj bikin." 
 
SERLÊDAN
 
Ocalan, bibîr xist ku heya sala 2007'an jî mafê parlemenetera hebû ku serdana girtiyan bikin, lê belê di sala 2007'an de piştî parlementerên kurd çûn meclîsê ev qanûn jî hatiye guherandin. Ocalan, diyar kir ku ji bo serdanên ji bo girtîgehan şertê destûra Wezareta Dadê hatiye danîn û got: "Sedema vê sînordarkirinê jî Birêz Ocalan e. Ji ber ku parlementerên kurd dê karibûna hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bikin, ev yek guherandin. Ji ber ku Birêz Ocalan hem apê min e û hem jî ez parlementer im, ji bo hevdîtinê serlêdanan dikim. Lê Wezareta Dadê çi erênî çi neyînî bi tu awayî bersivê nade. Li parlementoyê bi xwe jî hiqûq ji binî de hatiye rawestandin. Heger welatek li gor qanûnên xwe yan jî guh nede qada navneteweyî, nexwe divê mirov bi şik û guman nêzî hemû pratîkên wî welatî bibe." 
 
MUXATAB EŞKERE YE
 
Ocalan ji bo daxuyaniyên Kiliçdaroglû yên derbarê çareserkirina meseleya kurdî û muxatabê de jî destnîşan kir ku li bara gelê kurd muxatab eşkere ye. Ocalan, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê bi salan e di nav dewletê de li muxatabekî geriaye û got: "Ev mijar ne hewceyî nîqaşkirinê ye. A divê bê nîqaşkirin, muxatabê hêla dewletê kî ye. Bi plana rûxandinê ku di 2014'an de ket dewrê, hewl dan modeleke wekî ya Srî Lankayê li ser kurdan û Kurdistanê pêk bînin. Lê bi ser neketin. Ji Nîsana 2015'an heya niha tu tişt nema neanîn serî vî welatî. Mirov di jêrzemînan de hatin qetilkirin, bi saxî hatin şewitandin. Kesên dixwazin meseleya kurdî çareser bikin divê van tiştan bibînin." 
 
AŞTÎ
 
Omer Ocalan diyar kir ku di navbera 2015-21'ê de polîtîkayên dewletê hatine pûçkirin û lewma Kiliçdaroglû xwe spartiye vê yekê. Ocalan, bilêv kir ku angaşteke bi vî rengî biqîmet e û got: "Kurd, ji ber vê meseleyê bi binpêkirinine mezin re rû bi rû dimînin. Şaredariyeke ku gelê kurd bi vîna xwe hildibijêre jî tamûl nekirin. Li Kurdistanê pergala dagirkirinê pêk anîn. Lê di dawiya rojê de ji aliyê serokê partiya muxalefeta giştî qebûlkirina meseleya kurdî girîng e. Lê hevoka wî ya piştî vê hevokeke xeyrî meşrû ye. Ji hêlekê ve meseleya kurdî qebûl dike, li hêla din jî muxatabê şerê 40 salan nabîne. Ev ne tiştekî rast e. Aştî, di navbera kesên şer dikin de çêdibe. Helbet rola HDP'ê, civaka sivîl heye û dê vê rola xwe jî bilîzin. Lê dê di dawiya diyalog û peymanan de li Meclîsê bi perspektîfa qanûndanîn de rola xwe bilîzin. Nîqaşên ji xeynî vê ne girîng in. Em daxilî nav rojaneyyiya siyasî nabin. Kurd li hemberî kesên ku dixwazin vî karî bikin tiştekî magazînî û ber bi cihekî din ve bikîşinin, bi awayekî pir zelal disekinin. Ev mesele, meseleyek cidî ye. Meseleya wêdetirî Komara Tirkiyeyê ye, ji dema Osmanian maye. Meseleyeke 200 salî ye. Lewma ne hewce ye ku mirov meseleyê şolî bike." 
 
HIQÛQEKE DIJMINATIYÊ JÎ HEYE
 
Ocalan, destnîşan kir ku dewlet bi plana rûxandinê re ku di sala 2015'an de xistiye dewrê û heya niha didome, dîrokek winda kiriye. 
 
Omer Ocalan di dawiya axaftina xwe de ev tişt bilêvkirin: "Dewletê di vê pêvajoyê de rastiya xwe ji kurdan re got. Dewlet li ber qanûna xwe ya bingehîn, li ber qanûnên xwe jî radibe û Birêz Ocalan bi awayekî dijwar tecrîd dike. Qanûnên ku li bara me qanûnine antîdemokratîk in jî ji bo Birêz Ocalan pêk nayên. Hiqûqek, prensîbeke dijminatiyê bi xwe jî heye. Lê di vir de tunekirin û tasfiyekirineke ji binî de heye. Ev jî nîşan dide ku bê Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn û Kurdistanê çi qasî bibandor e. Gelê kurd pir hay ji van tiştan heye. Ev tecrîda li ser Birêz Ocalan, ji bo krudan xeteke sor e. Heger ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û ji bo meseleya kurdî li ser asasekî demokratîk bê nîqaşkirin Birêz Ocalan bê bilêvkirin, nexwe mafê axaftinê yê Birêz Ocalan jî heye. Her kes dikare derbarê Birêz Ocalan de biaxive û şîroveyan bike. Lê di vî warî de mafê axaftinê yê Birêz Ocalan ji holê hatiye rakirin. Hûn biçin ku derê cîhanê biçin, ev yek ne tiştekî ku mirov qebûl bike." 
 
MA / Ferhat Çelîk - Emrûllah Acar

Sernavên din

07/10/2021
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin
08:48 Li Silêmaniyê 5 kes di malekê de şewitîn
05/10/2021
19:02 Dayika 2 girtiyan ku di rêya girtîgehê de qeza kir jiyana xwe ji dest da
17:03 Daxwaza ji bo kifşa cihê bûyera malbata Îzol hat redkirin
16:42 3 karkerên ku kaxizan kom dikirin hatin girtin
16:35 AYM’ê serlêdana Komkujiya Pirsûsê red kir
15:49 Li Mexmûr û Sêmalka çalakiyên şermezarkirinê: PDK di nava îxanetê de ye
15:45 ‘Li girtîgehan tedbîrên pandemiyê veguheriye tecrîdê’
15:37 Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nûnertiya xwe vedike
15:00 Artêşa tirk Bradost bombebaran kir
15:00 Li Silopiya 12 kes hatin binçavkirin
14:59 Dadgehê îtîraza ji bo berdana Demîrkiran red kir
14:42 Sancar: Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?
13:52 Li Midyadê esnafek mirî hat dîtin
13:36 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
13:36 DFG’ê raporê meha îlonê aşkere kir: 50 rojnamevan hatin darizandin
13:33 300 karker li ber xwe didin: Em li hember pergala koletiyê serî radikin
12:30 Çeteleya tundiya meha îlonê ya JinNewsê: 25 jin hatin qetilkirin
12:27 Derbarê du parêzerên piştevaniya Malbata Şenyaşar kirine de gilî hatiye kirin
12:26 Doza rojnamevan Demîr hat taloqkirin
11:27 ‘Sûîqestên li Kurdistana Federe perçeyekî konseptekê ne’
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:19 Vaye darên ku li Botanê tên birîn!
10:38 Li Bedlîsê du kes hatin binçavkirin
10:21 Li Farqînê 2 tax bi ‘birîna ceyranê’ hatin cezakirin!
10:10 Foza Yûsif: Şengal rûmeta gelê kurd e
09:12 Cenazeyên HPG'iyên ku tên revandin bi awayekî komî tên definkirin
09:11 Berdana girtiyê ku ûr di mejiyê wî de tê astengkirin
09:11 MÎT bela xwe ji Suloyê penaber venake
09:10 Ji girtiyan ji bo midûrê ku got 'Ez Esat Oktayê girtîgehê me': Em jî Mazlûm, Kemal û Hayrî ne
09:09 Di çalakiyên Kobanê de kê çikir?
09:07 Ji Platforma ji Biçekkirina Ferdî re Na Sozer: Civakek xeternak tê avakirin
09:03 MED-DER’ê ji Semsûrê heta Colemêrgê berhavkarî kir: 7 pirtûkên folklorîk çap kir
09:01 Ji rojnamevan Kara re 15 sal cezayê hefsê tê xwestin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2021'AN
04/10/2021
16:35 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe
16:05 Cenazeyê Bahadir piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
14:19 Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan
14:18 Polîsan bi ser depoyên paşve veguherînê de girtin: 2 binçav kirin
14:01 Li Rihayê 300 karkeran li ber fabrîkayê dest bi nobetê kirin
13:40 PSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:24 Doza 16 xizmên qurbaniyên Roboskî hat taloqkirin
13:23 'Kujerên Haci Bîrlîk ji aliyê kîjan hêzan ve tên parastin?'
12:49 Li Girê Spî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin