ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe

  • rojane
  • 09:02 21 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Ercan Yilmaz, diyar kir ku divê girtiyên nexweş bê şert û şirût bên berdan û ev mesele dê bi saziyên tenduristiyê yên serbixwe çareser bibe. 

Li gor daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkîyeyê nêzî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Li gor Qanûna Înfazê ya Ceza, ji bo ku girtiên nxweş li cem malbatên xwe bên tedawîkirin û bişert bên berdan, divê rapora wan a Saziya Tiba Edlî (ATK) hebe û destûra dzgerê herêmê hebe. Lê belê ev mekanîzmaya navbirî nayê şixulandin û tevî ku rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî girtî nayên berdan. Ji ber vê gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin.
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Şaxa Amedê Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku tekane çareseriya pirsgirêkê pêkanîna prosedura qanûnî ye. 
 
TALOQKIRINA ÎNFAZÊ
 
Yilmaz, bibîr xist ku di xala 17'an a Qanûna Înfazê ya Ceza de taloqkirina înfazê ya ji ber nexweşînana hatiye destnîşankirin, lê belê ev xal bi tiştên vê dawiyê lê hatin zêdekirin, taqlokirina înfazê zehmetir kiriye. Yilmaz got: "Awayê ewil ê vê xalê, rapora 'girtî nikare di girtîgehê de hebûn' bû. Lê hin tişt lê hatin zêdekirin. Niha gava girtiyek îdia bike ku nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne, wê wî bişînin nexweşxaneyeke baş. Heger ew nexweşxane rapora 'girtî nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne' bide girtî, dozger qîma xw ebi vê nayne. Wî dişînin ATK'ê." 
 
ASTENKIRINA BERDANÊ
 
Ercan, diyar kir ku heger ATK jî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" bide, vê carê dozger serî li midûriyeta polîsan a herêma ku girtî lê dimîne dide û got: "Dozger ji midûriyeta polîsan dipirse, 'ev kes ji bo civakê talûke ye yan na?' Tenê armancek vê pêkanînê heye. Ew jî, pêşî li ber girtiyên nexweş digire ku nikaribin kêliyên xwe yên dawî li cem malbatên xwe derbas bikin. Ji lew re em raporên midûrieta polîsan dibînin. Yanî ev yek bi înîsyatîfa midûriyeta polîsan hatiye girêdan. Rapor hebe, dozger dikare girtî/girtiyê berde, lê nake."
 
DUSTANDARDÎ
 
Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş "karbidestiya efûyê" ya serokkomar jî heye, lê belê divê serokkomar karbidestiya xwe ya di vî warî de bi awayekî bêalî bi kar bîne û bal kişand ser kiryarê bûyera Madimaka Sêwazê ku bi efûyyya serokkomar hatibû berdan û got: "Lê ji bo Mehmet Emîn Ozkan tiştek nayê kirin. Her wiha ji bo Ozkan cardin biryara jinûvedarizandinê hat dayîn. Niha Ozkan ne hikumxwar e. Dibe ku ji ber vê beraet bike. 27-28 sal in di girtîgehê de ye. Lê nayê berdan." 
 
KOMEKE SERBIXWE
 
Yilmaz bal kişand ser ATK'ya ku pêşî li ber berdana girtiyan digire û got: "Gava dosyeyên girtiyên nexweş diçe ATK'ê, tê diyarkirin ku bê ka ji ber çi sûvî tê darizandin. Ev tiştekî çewt e. Ji lew re tişta ku liw ir bê nirxandin divê tenduristî be. Lê gava ATK dibîne girtî ji ber çi hatiye darizandin, derbarê kesên muxalif de biryareke erênî nade." Yilmaz, destnîşan kir ku divê cureya sûc ji ATK'ê re neyê şandin û ji xeynî ATK'ê sazî û komele serbixwe hebe ji xeynî ATK'ê. 
 
BÊ ŞERT Û MERC DIVÊ BÊN BERDA
 
Yilmaz di dawiya axaftina xwe de ji bo berdana girtiyên nexweş got: "Meseleya girtiyên nexweş divê meseleyeke derî hemû konjukturên siyasî be. Teqez divê di pêvajoyên çareserî û demokratîk de nebin cihê bazarê. Ev, rewşeke mirovî ye. Di girtîgehan de bi dehan kesên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Celal Şeker hebû. Di asta herî dawî ya nexweşîna xwe de, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bi dehan kesên bi vî rengî hene. Lewma divê rewşa girtiyên nexweş di ser hemû bazarên siyasî re be. Divê di çaçroveyeke mirovî de, li gor standardên navneteweyî û Pîvanên Mandela bê çareserkirin." 
 
MA / Mehmet Erol 

Sernavên din

24/10/2021
15:07 Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî
14:49 Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
14:48 Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn
14:26 7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
13:03 Karabûlak, sirgunî girtîgeheke din hat kirin
13:01 Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
12:36 Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin
12:06 Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn
11:57 QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da
11:35 Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû
11:15 Malbata Şenyaşar: Em bi serdema herî bêedalet re rûbirû ne
10:57 Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
09:07 Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir
09:06 Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
09:05 Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
09:04 Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2021'Ê
23/10/2021
16:52 Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da
16:45 Dayikên Şemiyê: Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin
16:30 Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 500’emîn de ye
16:24 Li Qilêbanê jinek ciwan xwest xwe întîhar bike
16:15 Li Edeneyê jî konsera NÇM’ê hat qedexekirin: Wê konser li avahiya HDP’ê were lidarxistin
15:42 Sancar bang li muxalefetê kir: Em ji tezkera şer re bêjin na
14:59 Di hefteya 500'emîn de bang li îqtidarê kirin: Em ê dev jê bernedin
14:43 ‘Bila girtiyên nexweş Burgu û Gokan werin berdan’
14:34 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir hat pirsîn
14:33 Polîsan bi ser şantiyeyê de girtin: Gelo we bêriya xendekan kiriye?
14:15 PZK’ê helbestvan Cegerxwîn li gundê lê ji dayik bûye bi bîr anî
14:01 KCD: Bidawîkirina aloziyan bi azadiya Ocalan pêkan e
13:41 Xizmên Windayan li aqûbeta Dr. Recaî Aydin pirsîn
12:35 HDP’ê serdana TTB’ê kir: Divê em xwedî li budçeya gel derkevin
12:05 Serokê EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
11:21 ‘Heke em dengê xwe dernexin wê budçeya 2022’an jî bibe budçeya şer’
10:43 44 sal in sewalkariyê dike lê zirarê dike
10:09 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan rêzebername: Em bibin dengê girtiyan
09:06 Malîyeta 5 salan a polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e
09:03 Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin
09:03 Projeya germavê 20 meh in neqediyaye
09:03 SES: Divê li Şirnexê AMATEM hebe
09:03 Rektor soza ku dê çayê bike 50 quriş da xwendekaran
09:03 Li Îmraliyê cezayê voltaavêtinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:23 Yek ji dayikên Roboskiyê Kadriye Encu wefat kir
22/10/2021
20:53 Doza Komkujiya Pirsûsê: Dadgehê ceza li bersûcekî tenê birî û dosyeya dozê girt
20:39 Piştî lêgerîna eskeran a qawişê 14 girtî bi virûsê ketin
16:05 ÎHD: Li girtîgehên Egeyê 147 binpêkirinên mafan qewimîn
16:02 Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:32 Walîtiya Rihayê çalakiyên ji bo Doza Pirsûsê qedexe kir
15:11 Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
15:02 Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye
14:39 Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
14:01 Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
13:39 Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir
13:39 Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
12:31 Başaran: Em kurd in, jin in, li vir in
12:22 Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan
11:56 Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin
11:41 Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê
11:29 Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:23 Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome
11:16 Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin
10:55 Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir
10:08 YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be