Li dijî binpêkirinên li girtîgehan rêzebername: Em bibin dengê girtiyan

  • rojane
  • 10:09 23 Cotmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Endama Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Nesîm Ozkan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li hemû girtîgehan û li ser civakê belav bûye û di çarçoveya plansaziya çalakiya ku dane destpêkirin de banga xwedîderketina li girtiyan kir. 
 
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, bi taybetî jî tecrîdê, plansaziya çalakiyê ya du mehan a ku wê heta 19'ê Kanûnê bidome, da pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de wê Înîsiyatîf çalakiyên cuda yên weke serdana xizm û malbatên girtiyan, saziyên sivîl, partiyên siyasî û daxuyaniyên çapemeniyê li dar bixe.
 
'EM Ê BÊJIN NEBIN ŞIRÎKÎ VÎ SÛCÎ’
 
Endamê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Nesîm Ozkan têkildarî plansaziya çalakiyên daniye pêşiya xwe axivî û diyar kir ku ew dixwazin di çarçoveya plansaziyê de bibin dengê girtiyan. Ozkan, anî ziman ku armanca wan ew e ku hemû beşên civakê ji bo girtiyan seferber bikin û divê binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan bi dawî bibin. Ozkan got: “Dewlet hewl dide girtiyên ku cezayê wan qediyaye 6 salên din jî bi hinceta ku entegreyî civakê nabin di hundir de bihêle. Ev sûcê mirovahiyê ye. Em ê vê bêhiqûqiyê ji raya giştî re ragihînin û bang bikin û bêjin nebin şirîkê vî sûcî."
 
'TECRÎD LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛYE’ 
 
Ozkan, anî ziman ku pêkanînên li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehê ji tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbixwe nayê nirxandin û got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan îro li hemû girtîgehên Tirkiyeyê derketiye holê, ev nebû vê carê li ser civakê jî belav bûye. Di heman demê de pêkanînên tecrîdê li ser civakê dest pê kir. Ji ber ku girtî 24 saetan bi kamerayê tên temaşekirin û timî ew tên şopandin. Ev tecrîdê nîşan dide. Yanî ev pêkanîn piştî ku li Îmraliyê hatin bicihanîn dikevin meriyetê, lewma ez dikarim bibêjim ku sedema sereke ya tecrîdê Îmralî ye. Tecrîd bi tenê pratîkeke siyasî ye. Sûcê îşkencê bi awayekî dijdemokratîk li hemberî şexsan tê kirin.” 
 
YASA TÊN BINPÊKIRIN 
 
Ozkan bi gotina “Em birêz Ocalan weke girtî nabînin” axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji aliyê fîzîkî ve girtî ye, lê ji aliyê manewî ve di nava civakê de ye. Ji bo têkiliya di navbera Birêz Ocalan û civakê de qut bikin tecrîd li ser tecrîdê tê sepandin. Lê birêz Ocalan ji bo ku têkiliya wî bi civakê re neyê qutkirin 5 parêzname nivîsand. Niha jî tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan didome. Ev jî bi astengkirina hevdîtina parêzeran û malbatê tê birêvebirin. Heke qala ‘dewleta hiqûqê’ were kirin divê qedexe ango astengiyên li pêş hevdîtina bi birêz Ocalan re were rakirin. Yanî dewlet qanûnên xwe binpê dike. Gel birêz Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dike. Li dijî tecrîdê 3 milyon û 500 hezar îmze hatin komkirin. Niha ev îmze li parlamentoyê ne.”
 
'TECRÎD WÊ KÛRTIR BIBE’ 
 
Ozkan, anî ziman ku îqtidar bi pêkanînên li girtîgehên li dijî girtiyên siyasî dimeşîne re hewl dide peyamê bide û li girtîgehên Tîpa S yên nû hatine vekirin dê pêkanînên giran pêk bên û got: “Niha sê bajarên pîlot hilbijartine. Li girtîgehên Bodrum, Antalya û Îdirê yên Tîpa S xistin faliyetê. Tîpa S wê ji Tîpa F hîn girantir be û îzolasyon û tecrîda li wan wê hîn bêhtir were hîskirin. Dixwazin îradeya girtiyan têk bibin. Wezareta Dadê înîsiyatîfa girtîgehan ji lîjneyên girtîgehan re berdaye. Baş e ev deste ango lîjne ji kê pêk tên. Ev tê wê wateyê ku hiqûq ji binî ve nemaye.” 
 
BANGA XWEDÎDERKETINA GIRTIYAN 
 
Ozkan da zanîn ku girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê betalkirin rastiya girtîgehan in û di demeke wiha de xwedîderketina li girtiyan û ji bo civak bibe dengê wan gelekî girîng e. Ozkan anî ziman ku jJi bo cenazeyê ji girtîgehan dernekevin ew ez bang li hemû sazî û rêxistinan dike ku xwedî li girtiyan derkevin û bibin dengên girtiyan. 
 

Sernavên din

29/10/2021
11:48 Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne
11:33 Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng
10:22 Ciwanan bi pêgermokiyê tecrîd şermezar kirin
10:22 Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin
09:06 Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!
09:06 Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin
09:06 Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin
09:06 Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî
09:06 ‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'
09:06 Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe
09:06 Zumrut: Ji ber bêcezatiyê mirinên ji ber wesayîtên zirxî zêde dibin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2021'Ê
28/10/2021
17:06 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî’
16:17 Li Metînayê birîna daran a bi destê cerdevanan didome
16:09 Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin
16:01 Sal û 8 meh ceza li hevserokên HDP'ê yên Êlihê birîn
15:44 HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê
14:57 Guven ji girtiyên filistînî re name şand
14:35 Zibinci yê Şebnem Şirîn qetil kir hat girtin
14:22 Rojnamevan Turfent: Bergirî vegeriyan tecrîdê
13:54 Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe
13:49 Çîn: Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike
13:35 Malbata Şenyaşar: Bila kes qala dewleta hiqûqê neke
13:17 Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin
13:04 Yureklî: Cezayê voltayê rêbaza şantajê ye
12:47 MÎT'ê li Efrînê parêzereke jin revand
12:22 Berdana girtiyan bi hêcetên beredayî tê astengkirin
12:16 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:16 Ji Rejîma Sûriyeyê planek bi kemîn
10:07 Maşîneya leşkerî qeza kir: Leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn
10:06 Cilên girtiyên hatin sewqkirin nehatin dayîn
09:10 DAIŞ’ê êrişî eskerên Iraqê kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 Hejmartina ser piya li girtiyê milekî û lingekî wî tune ye ferz kirin
09:08 Kedkarê nejibîr ê çapemeniya kurdî: Mamoste Kadrî
09:07 'Deklerasyon reçeteya çareserkirina pirsgirêkan e'
09:06 Dadgehê biryar da: Di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye
09:06 Koç: Li dijî binpêkirinên mafan serî li Wezareta Dadê û komîsyonê bidin
09:05 'Rejîma otorîter bi girtina çapemeniyê re hat avakirin'
09:04 Komeleya Hunerê ya Dîcleyê dê ji bo zarokan qursên nû çêbike
09:04 Li Rihayê fiyetên avahiyan du qat biha bûne
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê
27/10/2021
16:52 Ji ber nûçeya destdirêjiyê parve kir gef lê hat xwarin
16:46 Malbatên Pirsûsê: Ji ber ku komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hat girtin
16:04 Êrîşa li ser girtiyan şermezar kirin: Divê demildest lêpirsîn bê vekirin
15:48 Parazvanê şaredara ku HDP’ê wê îxrac kiribû ji xwestina bertîlê hat girtin
15:44 Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir
15:33 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
15:32 Ji ÎHD'ê rapora girtîgehê Marmarayê: Pêkanînên tecrîdê zêde bûn
15:17 Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê
14:59 Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:41 Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin
14:36 Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin
13:37 HDP: Bila îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar hat kirin bê lêkolînkirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Di bingeha vê rewşa nebaş de bêedaletî heye
12:31 Li Şêladizê PDK’ê êriş kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:30 Qeyûm tabeleya kreşa Zarokistanê guherand
12:15 Mehmet Ocalan bertek nîşanî cezayê "avêtina voltayê" da: Ji bo qedexeyê hincet çêdikin
11:47 Tundiya li mamoste hatibû kirin hat şermezarkirin
11:19 Devecîoglû: Bi tezkereyê çavkaniyan ji sermayeya şer re vediqetînin
10:47 Derket holê ku Dînler ên agahî ji wan nedihat girtin hatine binçavkirin
10:06 Rûspiyan bang li Barzanî kir: Roj roja yekitiyê ye
09:39 ‘Em ê xweparastinê birêxistin bikin'
09:13 ‘Kiryarên sereke yên Komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin'
09:13 Girtiya nexweş Erdînç ji ber nerihetiya nigê xwe nikare biçe tuwaletê'
09:13 Hewildanên ji bo helalkirina failê tecawizê: Hevdîtin bi hin AKP'iyan re hat kirin
09:13 Li Girtîgeha Wanê îşkence!
09:13 Li Heskîfê av kêm bû, dêra dîrokî xuyanî kir
09:13 Parêzer Aydin: Rejîmeke înfazê ya despotîk hat afirandin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:40 DAIŞ’ê li Iraqê êriş kir: 12 kes mirin 15 kes jî birîndar bûn
26/10/2021
19:53 Li Cizîrê ciwanekî hewl da xwe bikuje
16:32 Li meclisê hevdîtinên tezkerê dest pê kirin
16:13 HDP li Meclîsê tezkereyê protesto dike: Tezkere şer e
15:40 EŞÎK’ê serdana HDP’ê kir
15:27 'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:17 Bûldan: Tezkereya şer dijminatiya kurdan e
15:17 Wê CHP ji tezkereya Iraq û Sûriyeyê re bibêje 'na'
15:00 Doza Kobanê: Serdana Ozgur Gundemê kirin hêceta girtinê
13:59 Êrişa li ser girtîgehê şermezar kirin: Bertekên xwe nîşan bidin
13:36 Doza rojnamevan Akin û ve Sarisozen hat taloqkirin
13:24 Li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrişî girtiyan kirin
13:23 Doza Kobanê: Daxuyaniya Demîrtaş bi şahidan dane jiberkirin
12:25 Serlêdana Ocalan di rojeva KE'yê de ye: Dibe ku mafê 'daxwaza berdana bi şert' derkeve holê
12:07 Malbata Şenyaşar: Ev 3 sal û nîv e çima lêpirsîn nayê destpêkirin?
12:06 Parêzer ji bo Ocalan bibînin carek din serî li dozgeriyê dan
11:28 Daxwaza girtina yek ji gumanbarê komkujiya malbata Dedeogullari hat redkirin
10:26 'DAIŞ'iyan dixin nav girtiyên siyasî'
09:20 'Heta ku em cenazeyan wernegirin, em ê li ber xwe bidin'
09:07 ‘Heya meseleya kurdî çareser nebe dê yên din jî çareser nebin'
09:07 Komeleya Lêkolînên Kurdî dersa onlayn da 3 hezar kesî
09:07 Li Yazixanê dibistan heye, lê rê tune!
09:07 Gozelîya ku avê dide Amedê 51 sal in bêav e!
09:06 Piştî ava bendavê kêm bû, doza heqê îstimlaqê li gundiyan kirin
09:06 Dibistan bûn qadên berbelavbûna şewbê
09:06 17 sal in avê venaxwe!
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2021'AN
25/10/2021
17:54 Girtiyên ku Sîrûda Îstîklalê nexwendin hatin derbkirin
17:13 Li Wanê îstîmara zayendî: Çawişê pispor ê faîl hat girtin
16:54 Olûç: Divê şerê Sûriyeyê bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, ji tezkereyê re na
16:29 16 rêxistinan banga tezkerê kirin: Nebin hevparê sûc