Hejmartina ser piya li girtiyê milekî û lingekî wî tune ye ferz kirin

  • rojane
  • 09:09 28 Cotmeh 2021
  • |
img

DÎLOK - Dûrrî Kaygûsûz, diyar kir ku li girtîgehê li kurê wê Şaban Kaygûsûzê nigekî wî û milekî wî tune ye, piştî îşkenceya lêgerîna tazî hejmartina ser piya lê hatiye ferzkirin û got: "Gava li ser snedelyeyê bûye, ew avêtine erdê û îşkence kirine." 

Şaban Kaygûzê 24 salî ku milekî wî û nigekî wî tune ye, di 19'ê Cotmehê de bi hinceta "ewlehiyê" ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Binyan a Kayseriyê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê hati kirin. Li Kaygûsêz ji sedî 90 astengdar e, hejmartina ser piya hat ferzkirin. Kaygûsûz, telefonî malbata xwe kir û ragihand li li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ji ber ku qebûl nekiriye 5 gardiyanan bi zorê kincên wî çirandine û jê kirine. Malbata Kaygûsûz di 23'yê Cotmehê de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dîlokê daxuyaniyek da. PIştî sewqkirinê malbatê cara ewil li Girtîgeha Bunyanê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê serdana Şaban Kaygûsûz kir û li wir hîn bûne ku bê li girtîgehê çi hatine serê Kaygûsûz. 
 
Dayik Dûrrî Kaygûsûz (62) û bira Bahattnîn Kaygûsûz, bang li Wezareta Dadê kirin ku dev ji vê bêhiqûqîtiyê berde.
 
Dayik Dûrrî Kaygûsûz, diyar kir ku kurê wê di 2017'an de li Şirnexê hatiye girtin û ji bo tedawiyê ji Şirnexê sewqî Wanê hatiye kirin û got: "Bêyî ku tedawiya kurê min temam bibe, wî bi wî halê birîndar girtin. Hefteyekê li nexweşxaneyê ma û paşê wî sewqî Girtîgeha Sêrtê kirin. Mehekê li Sêrtê me. Ancax mehek bi şûn da em çûn girtîgehê, lê gava em çûn em pê hesiyan ku wî sewqî Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê kirine."
 
Dayik Kaygûsûz, anî ziman ku milek û lingek kurê wê tune ye û got: "Kurê min gava kesek li cem wî tune be, nikare kincên xwe biguherîne. 3 salan li Amedê ma. Em tim diçûn cem wî. Rewşa wî baş bû. Hevalên wî aliyê wî dikirin. Herî dawî 3 hefte berê çûm cem wî. Hefteya borî roja çarşemê kurê min Bahattîn û birayê wî çûn cem wî. Di dema hevdîtinê de navê Şaban nehatiye bilêvkirin. Kurê min dipirse. Gardiyan jî dibêjin nizanin li ku derê uye. Tu tişt ji her du kurê min re negotine. Lê piştî israr kirine, dozger gotiye ji bo rapora nikare di girtîgehêd e bimîne çûye heyeta Saziya Tiba Edlî (ATK)." 
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Kaygûsûz, da zanîn ku kurê wê ji bo rapora ATK'ê du caran çûye heyetê û rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye Şaban Kaygûsûz sewqî Qeyseriyê kirine. Kaygûsûz, diyar kir ku nexwe dozger wan xapandiye û wiha domand: "Kesekî milekî wî û lingekî wî tune sirgûn kirin. Ev bêwijdanî ye. Kurê min di 22'yê Cotmehê d etelefonî min kir, ragihand ku lêgerî tazî lê ferz kirine. Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê ferz kirine, ew jî li ber vê rabûye. 5 gardiyanan ew li erdê xistine û hemû kincên wî çirandine û wî şilfî tazî kirine. Gune ye, ma mirov tiştekî wiha tîne serê kesekî astengdar.. Tew îja radibin dibêjin 'lêgerîna tazî tune ye.'" 
 
HEJMARTINA SER PIYA
 
Kaygûsûz, diyar kir ku piştî lêgerîna taz kurê wê bi tena serê xwe xistine qawîşekê û got: "Kurê min nikare bi tena serê xwe kincên xwe bişo, nikare xwarinê bixwe û biçe tuwaletê jî. Nikare bi tena serê xwe di odeyekê de bijî. Lê rabûne wî xistine hucreyekê. Piştî kurê min îtiraz kiriye wî birine qawîşeke pênc kes lê ne. Lê vê carê hejmartina ser piya li kurê min ferz kirine. Di dema jimariyê ji kurê min re gotine çima tu ranabî ser pêyan û wî ji ser sendeliyê avêtine erdê û ew îşkence kirine. Tu hiqûq û wijdan vî tiştî qebûl nake." 
 
‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN'
 
Dayik Kaygûsûz wêneyê kurê xwe nîşan dan û bang li rêxistinên mafên mirovan kir û got: "Kesên dibêjin em parêzvanên mafên mirovan e bila tiştên hatine serê kurê min bikin rojev. Me li ÎHD'ê daxuyanî da, ez ê li her derî bilêv bikim. Heger çena wijdan bi Wezîrê Dadê re hebe, dê li ber vê bêdeng nemîne. Ez van tiştan qebûl nakim. Ji bo kurê xw enebînim wî birin devereke dûr. Kurê min bibin wî aliyê cîhanê jî ez ê biçim wî bibînim. Ez ê tu carî wî bi tenê nehêlim. Em ev zilm qebûl nekir û em ê nekin jî. Divê heyeteke HDP û CHP'ê biçin girtîgehê û agahî wergirin." 
 
'ME TENÊ 10 DEQEYAN HEV DÎT'
 
Bira Bahattîn Kaygûsûz ku di 25'ê Mijdarê de hevdîtin bi birayê xwe re kire, destnîşan kir ku birayê wî ji sedî 90 astengdar e, lê dîsa jîr abûne lêgerîna tazî lê ferz kirine. Kaygûsûz, bibîr xist ku milek û lingek birayê wî tune ye û rabûne jimariya şipyakî li birayê wî ferz kirine. 
 
Kaygûsûz, ji bo hevdîtina di 25'ê Cotmehê de got: "Ji girtiyên siyasî wî tenê anî bûn. Li korîdorê ji xeynî me tu kes tune bû. Em û kekê min Sadik çûbûn. Li korîdoreke teng em du kes tenê bûn. Kesekî ku em pê re biaxivint uen bû. Gardiyanekî di warê derûnî de tahd eli me dikir. Te digot qey mexsûs wî şandine sirf ji bo me nerihet bike. Di nav 10 deqeyan de 4 caran hat û xwest em du kes li ser sendelyeyekê rûnên. Me hew îdare kir, em ketin qirika hev. Mafê me yê hevdîtin saetek bû, lê tenê hiştin em deh deqeyan hev bibînin. Me derxistin derve." 
 
KA EDALET?
 
Kaygûsûz, wiha domand: "Birayê min ji me re jî got, lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Ji Wezîrê Dadê dipirsim, tu çawa lêgerîna tazî li kesekî ji sedî 90 astengdra ferz dikî? Milekî wî û lingekî wî tune ye. Nîv mirov e. Bi tena serê xwe nikare kincên xwe jî biguherîne. Lê tu radibî lêgerîna tazî lê ferz dikî. Ka te digot lêgerîna tazî tune ye? Ka edalet, heq û hiqûqa we?"
 
BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN
 
Kaygûsûz, xwest birayê wî Şaban Kaygûsûz sewqî Girtîgeha Dîlokê bê kirin û di dawiya axaftina xwe de got: "Ma şert e ku birayê min li Kayseriyê be? Ji bo me qutifînin rabûn wî sewqî cihekî dûr kirin. Ew birayê me ye, li ku derê be jî em ê biçin cem wî. Ya tê kirin bêwijdanî ye. Divê girtiyên nexweş û astengdar û extiyar hemû bên berdan. Destê xwe deynins er wijdanê xwe û dawî li vê bêhiqûqîtiyê bînin." 
 
MA / Emrûllah Acar - Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin