Berdana girtiyan bi hêcetên beredayî tê astengkirin

  • rojane
  • 12:22 28 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Ligel ku cezayê 60 girtiyan bi dawî jî bûye Lijneyên Çavderiyê yên Girtîgehan bi hêcetên weke “avê bi teserûf bi kar neanî ye” , “di lêgerînan de nebûne alîkar” , “ne poşman e” , “ne bi halekî baş e” û “dikare sûc bike” daxwazên berdana wan qebûl nekirin. 

Ji ber guhertina Qanûna Înfaza Tedbîrên Ceza û Ewlekariyê ku weke “Qanûna Înfazê” tê zanîn û Qanûna Guhertina Hin Qanûnan, berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye, tê astengkirin. 
 
Lijneyên Çavdêrî û Îdarî yên li Girtîgehan (ÎGK) bi hêceta “ne bi halekî baş in” bi dehan girtî bernedan. Li girtiyên ku bi awayekî keyfî nayên berdan “poşmantî” tê ferzkirin. Ligel ku girtiyên bi salane di girtîgehê de ne cezayê xwe temam kirine jî bi hêcetên beredayî nayên berdan. 
 
Me rewşa 60 girtiyên ku cezayên wan xelas bûne û nayên berdan berhev kirin. 
 
FERZKIRINA ‘POŞMANTIYÊ’
 
Di hêceta girtiyên ku berdana wan tê astengkirin de ev tişt cih girtin: 
 
“*Tevfîk Kalkan ê 55 salî, ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2'yan a Tekîrdag girtî ye û 30 sal in tê ragirtin, ligel ku cezayê wî xelas bûye jî bi hêcetên 'ne di rewşeke baş de ye, ji pirtûkxaneya saziyê pirtûk negirtine, li gorî rêbazên paqijiyê yên girtîgehê tevnegeriyaye, di demên cuda de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûye, ne poşman e û hînî nav civakê nabe' nayê berdan. Şakir Bulbul, Aydin Akdogan û Îsmaîl Yakin ên li heman girtîgehê tên ragirtin jî bi heman hincetan nehatin berdan. 
 
* Menderes Leyla kul i Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Tekîrdagê girtiye, bi hêceta cezayê dîsîplînê ku beriya 10 salan lê hatibû birîn, nayê berdan. 
 
* Girtiyê nexweş Atîlla Coşkun ku li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Duzceyê dimîne û di mejiyê wî de tumor heye lazim bû beriya 6 mehan hatibûya berdan lê bi hêceta cezayên disîplînê yên derbarê wî de û ‘ne di halekî baş de ye’ infaza wî hatibû şewitandin. 
 
* Enes Ozalp ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kocaeliyê tê ragirtin, diviyabû di 14 'ê Tebaxê de bihata berdan, lê Lijneya Îdarî û Şopandinê bi hêceta ‘dikare sûc bike’ berdana wî asteng kir.  
 
TU HÊCET NEHATIN RAGIHANDIN
 
* Lijneya Çavdêrî û Îdarî bêyî ku tu hincetan nîşan bide infaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê girtin, şewitand û berdana wî asteng kir. 
 
* Hevserokê HDP’ê yê Dersimê yê berê Soner Oz, Erîn Kûrtdenûr û Alî Asker Pamûkçû ku li Girtîgeha K-1 a Karakoçanê girtî ne, diviyabû di 14 'ê Cotmehê de hatibûna berdan lê bi hêceta cezayên disîplînê înfaza wan hat şewitandin. 
 
* Ligel ku Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê rapora “rewşa baş” da Hamdîn Demîrkiran ê li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê jî, Dadgeha Înfazê ya Girtîgehê bi hêceta derbarê wî de cezayê dîsîplînê heye, berdana wî asteng kir.
 
* Dogan Kiliç ê li Girtîgeha Sîlîvriyê de tê girtin, ji ber biryara Lijneya Çavdêrî û Îdarî, nekarî ji şertê kontrola edlî sûdê bigire. Ligel ku cezayê wî di 13’ê Tîrmehê de xelas bû û biryara Dadgeha Înfazê biryara “Divê ji şertê kontrola edlî sûd bigire” da, li ser îtîraza dozgeriyê Dadgeha Cezayê Giran biryar betal kir û berdana Kiliç asteng kir. 
 
AV BI TESERÛF BI KAR NEANÎ NE!
 
* Mazlûm Erdem ê li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê tê girtin, divê di 24’ê Sibatê de hatibûya berdan, lê Lijneya Çavdêrî û Îdarî bi hêceta ‘av bi teserûf bikarneanî ye’ û ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî asteng kir. 
 
* Şeyhmûs Gezer ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, bi hêceta cezayên wî yên dîsîplînê hene û ne ‘poşman e’, mafê wî yê berdana bi şertê kontrola edlî hat astengkirin. 
 
* Sedat Karak ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Turkoglû ya Mereşê tê ragirtin, di 7'ê Kanûna 2020'an de cezayê xwe qedand, lê belê bi hêceta cezayên berê yên dîsîplînê berdana wî hat astengkirin. 
 
* Resul Baltacı ku 29 sal in li Girtîgeha Duzceyê tê girtin û 29 sal in di girtîgehê de ye, salek ji berdana wî re mayî, bi hêceta ‘eşyayên qedexe xistine girtîgehê’ bi biryarên ku di dozên cuda de derbarê wî de hatine dayîn, dozgeriyê infaza wî şewitand. 
 
* Firat Can ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin û 29 sal in di girtîgehê de ye, çend roj beriya berdana wî lijneyê jê re gotibû heke tu 'poşman bi' û ji qawîşa siyasî derkevî dê bê berdan. Lê Can ev yek qebûl nekir. Lijneyê jî derbarê Can de biryara ‘ne di halekî baş de ye’ da û berdana wî asteng kir. 
 
NEBÛNA ÎTÎRAFKAR SÛC E
 
* Ceylan Bozkûrt û Dîdar Bozan ên li Girtîgeha Şakranê dimînin, bi hêceta di dema hejmartin û lêgerînan de ji bo karê personelan hesan bikin ‘zêde hewl nedane, gazin kirine, qasî ku girtî bûn di helwestên wan de tu guhertin pêk nehatiye’ berdana wan hat astengkirin.  
 
BI SERVÎSA PSÎKO-SOSYAL RE HEVDÎTIN NEKIR
 
* Biryara lijneyê ya derbarê Bayram Anî yê li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin de got ‘poşman nîne’ , ‘daxwaza servîsa psîko-sosyal ya hevdîtinê qebûl nekiriye’ , ‘ne amadeye ku tevlî nav civakê bibe’ û berdana wî asteng kir. 
 
* Mehmet Savur ê li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin, diviyabû di 3 'ê Tîrmehê de bihata berdan, lê belê ji ber rapora ji aliyê lijneyê ve hat amadekirin, berdana wî hat astengkirin. 
 
* Mûrat Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê tê ragirtin, ji ber hêcetên dîsîplînê înfaza wî hat şewitandin.”
 
KESÊN NEHATINE BERDAN
 
Navê 56 girtiyên ku Lijneya Îdarî û Çavderiyê înfaza wan şewitandin wiha ye: “Tevfîk Kalkan, Şakîr Bulbul, Aydin Akdogan, Îsmaîl Yakin, Ramazan Dûrmaz ên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tên girtin, girtiyê nexweş Menderes Leyla yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Tekîrdagê dimîne, Atîlla Coşkun ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, Enes Ozalp ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kocaeliyê, Hevserokê HDP’ê yê Dersimê yê berê Soner Oz, Erîn Kûrtdenûr û Alî Asker Pamûkçû yên li Girtîgeha K-1 a Karakoçanê dimînin, Hamdin Demirkiran û Adnan Hamo yên li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê dimînin, Dogan Kiliç û Mahfûz Bîçen ên li Girtîgeha Silivriyê tên ragirtin, Mazlum Erdem ê li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê dimîne, Şeyhmus Gezer û Medenî Fîdan ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tên girtin, Sedat Karak ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Turkoglûya Mereşê dimîne, Vedat Tûrgût, Vedat Gultekîn, Resûl Baltaci û Yakûp Vadî yên li Girtîgeha Duzceyê dimînin, Firat Can ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne, Ceylan Bozkurt, Dîdar Bozan, Leyla Yildiz, Merve Îşleyîcî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, Bayram Anî û Kazim Ateş ên li Girtîgeha Bolûyê dimînin, Mehmet Savûr û Mûstafa Akan ên li Girtîgeha Şakranê dimînin, Mûrat Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê dimîne, Îskender Agrali, Hakan Bîlekçî, Sedat Abî, Kemal Kahraman, Ekrem Kaplan, Mazlûm Dûrsûn, Servet Ozkan, Ûgûr Yîgît, Îdrîs Işik, Şaban Kanat ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên ragirtin, Zozan Taş, Feride Degîş, Muazzez Korjan, Pınar Işik ên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên girtin, Sîma Dorûk, Nûrşen Tekîn ên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê dimînin, Abdûrrahman Aşkan ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tê girtin, Fesîh Tekîn ê li Girtîgeha Mersînê tê girtin, Ozcan Sonmez ê li Girtîgeha Qûbînê tê girtin, Zinar Demîr ê li Girtîgeha Osmaniyeyê tê girtin, Hakan Yildiz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Êlihê dimîne û Şahîn Gegez ê li Girtîgeha Bandirmayê dimîne.”
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin