Yureklî: Cezayê voltayê rêbaza şantajê ye

  • rojane
  • 13:04 28 Cotmeh 2021
  • |
img

STENBOL – Parêzer Cengîz Yureklî, bal kişand ser cezayê voltayê û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û wiha got: “Ji ber volta avêtiye cezayê dîsîplinê daye. Ev rêbaza gefan û şantajê ye. 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi komploya navdewletî radestî Tirkiyeyê kirin û 23 salin li Girtîgeha Tîpa T a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Ocalan, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2019’an bi hinceta “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabe ye” nekarîbû bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.  Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de piştî hewldana darbeyê, hikûmeta AKP’ê rewşa awarte (OHAL) îlan kir. Hikûmetê piştî OHAL’ê astengî bêhiqûqî li pêş hevdîtinê xwest bi zagonan asayî bike. Ocalan piştî parêzname amade kirin, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd nexşerê amade kir. Ocalan ev ‘Nexşerê” bi rêya rêveberiya girtîgehê di sala 2009’an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand.  Lê di 23’ê Îlona 2020’an de astengiya 6 mehan anîn pêşiya hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re. Sedema astengiya li pêş parêzeran ji wekî cezayê dîsîplînê nîşan dan. 
 
AVÊTINA VOLTAYÊ QEDEXE KIRIN
 
Diviya bû astengiya li pêş hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re di 23’ê adarê de bi dawî bûbaya. Lê her çend parêzeran xwestin biçin Îmraliyê jî hevdîtin nehatin kirin. Hemû serledanên parêzeran dîsa bê bersîv hatin hiştin.Rayedarên dewletê bi tu awayî bersîvê nadin serlêdanên parêzeran. Derket holê ku di meha Çile de dîsa cezayê dîsîplinê dane Ocalan û ev yek ji parêzeran re negotine. Ocalan ku nikare bi malbat, parêzer û vasiyê xwe re hevdîtinan bike, vê carê derket holê ku cezayê voltaavêtinê lê birîne. Hat ragihandin ku ji ber di îlona 2018’an de bi hinceta “Volta avêtiye” cezayê dîsiplînê li Ocalan birîne. Li gel ku Ocalan ev yek îtîraz kir û 3 meh di ser ceza re derbas bûn jî hêj parêzer û malbat nikarin biçin Îmrliyê û nikarin hevdîtinê bikin. Li gel ku cezayê dîsîplînê bi dawî bûye jî hêj serdanên parêzeran bê bersîve dimîne. 
 
Têkildarî cezayê dîsîplînê Parêzerê Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengiz Yureklî, nirxandin kirin. Yureklî, anî ziman ku wan îtîraza Ocalan bi bersîva Tirkiyeyê ku daye DMME’ê fêr bûn û wiha got: “Li aliyekî cezayê dîsîplînê didin Ocalan û li aliyê din şertên tecrîda wî giran dikin. Sedema vî cezayî bi helwesta Ocalan re girêdayî ye.”  
 
DIXWAZIN JI JIYANÊ QUT BIKIN
 
Yureklî, anî ziman ku bi van cezayan û tecrîdê armanc dikin ku bi temamî muwekilê wan Ocalan ji jiyanê qut bikin û wiha got: “Ev êrîşa li dijî hemû aliyê jiyanê ye. Bi van êrîşan dixwaze ji jiyanê, hebûnê, hunerê û refleksên jiyanê qut bike. Di aliyê fîzîkî, ruhî, ramanî û hestiyarî û civakî de dixwazin hemû hestên jiyanê bikujin. Van kiryaran gav bi gav dixin meriyetê. Bi rê û rêbazên cuda dixin meriyetê. Dixwazin tecrîdê bikin rêbazek ji rêzê. Lê bi her awayî tecrîd îşkence ye. Di têgehên cuda de tecrîdê wekî “mirina sipî” pênase dikin. Bi tecrîdê hemû huner û refleksên jiyanî yên mirovan kor dikin û dikujin. Bi vê yekê gefan li mafê jiyanê dixwin.”  
 
MÎNAKA ÎMRALIYÊ TUNE YE
 
Yureklî, bal kişand ser şêwaza tecrîdkirina Ocalan û wiha lê zêde kir: “Tu mînakên vê tecrîdê tune ye. Ev tecrîd berdewama komploya navdewletî ye. Ev ne organizasyona Tirkiyeyê ye. Ev pergala tecrîdê pergala ku hêzên navdewletî plan kiriye û dixin meriyetê ye.” 
 
PERGALA ÎMRALIYÊ TEŞÎR BÛ
 
Yureklî, bibîr xist ku hêzên navdewletî bawer nedikir ku dê Ocalan li dijî vê pergala tecrîdê ew qas li ber xwe bide û wiha lê zêde kir: “Bawer û texmîn nedikirin ku Ocalan ew qas li ber tecrîdê li ber xwe bide. DMME û CPT yên ku berpirsiyarê vê tecrîdê ne ev yek texmîn nedikirin. Birêz Ocalan li dijî vê tecrîdê berxwedanek pir mezin nîşan dide. Êdî tu aliyê rewa yê vê tecrîdê nemaye. Tecrîda Îmraliyê êdî teşhir bûye. Pergala tecrîda li Îmraliyê di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû gelê Tirkiyeyê dixwin meriyetê. Tecrîd konsepta şer ku li ser gelê Tirkiyeyê tê ferzkirin e.” 
 
TU AGAHÎ TUNE YE
 
Yureklî, da zanîn ku bi tecrîdê dixwazin gelan bînin beramberî hev û di nava gelan de berberiyê ava bikin û wiha dirêj kir: “Em ji Ocalan û muvekkilên xwe bi tu awayî agahiyê ji wan nagirin. Di tu zagonan de cihê vê yekê tune ye. Di zagonên navdewletî, sinc û hiqûqê de cihê vê yekê tune ye. Di wicdanan de jî cihê vê yekê tune ye.” 
 
Yureklî bal kişand ser cezayê dîsîlînê yê ji ber “Nexşerêyê” jî û wiha pêde çû: “Tu aliyê rewa, zagonî û li gorî aqilan ê vî cezayî tune ye. Tu zagonên vî cezayî ji tune ye. Ji sala 2011’ê heta 20’ê tîrmeha 2016’an bi hincetên “keştî xerabe ye”, “muxalefeta hewayê heye” destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê. Piştre jî OHAL kirin hincet. Bi biryarekê heta 2 salan mafê Ocalan ên hevdîtinê qedexe kirin. Girtîgeha Îmraliyê li hemû cîhana derve girtin. Pirştre hin zagon çêkirin û bi van zagonan kras li van qedexeyan kir. Disa ji ber Ocalan di 2009’an de ‘Nexşerê” şand DMME’ê  cezayê dîsîplînê lê birîn.” 
 
PEYAMÊ DIDIN
 
Yureklî bal kişand ser sedema cezayê dîsîplînê yê ji ber “Nexşerêyê”jî  û wiha axivî: “Ocalan bi Nexşerêyê xwest pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bike. Ev yek wekî pêvek da DMME’ê. Ev pêvek bi rêya rêveberiya girtîgehê da derve. Ev bi awayekî zagonî pêk hat. Li vir bi vî cezayî peyama “Tu li vir ji bo aştiyê têdikoşe. Tu ji bo çareseriya pirsgirêka kurd fikrê pêş dixe. Ya li dijî vê yekê pêş bikeve pergala tecridê ye” didin Birêz Ocalan. Tu aliyê zagonî û hiqûqî yê vî cezayî tune ye. Li gel Ocalan dîsa bi heman hincetê cezayê dîsiplînê dane Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî. Ev li dijî zagon, hiqûq û mafê mirovan e.”  
 
Yureklî, da zanîn ku ji ber cezayên dîsîplînê û tecrîdê bi tu awayî agahiyê ji Ocalan û girtiyên din nagirin û wiha bi dawî kir: “Herî dawî di 25’ê Adarê de agahî hat. Piştî vê dîrokê ne ji Ocalan û ne jî hevalên li gel wî tu agahî nehatin. Birêz Ocalan, nirxên kurdan û hafizaya civakî temsîl dike. Bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin di aliyê fîzîkî û ruhî de têk bibin. Disa dixwazin hafizaya civakî jî têk bibin. Dixwazin bi tecrîdê bandora Ocalan a siyasî û civakî bê tesîr bikin.
 
Ocalan her dem bi dengê bilind li dijî komkujiya kurd derketiye. Li aliyê din her tim li dijî vê yekê çareserî pêş xistiye. Em li plan û projeyên ku Ocalan dane derve binerin, her tim çareserî heye. Di tu plan û projeyan de tundî tune ye. Ocalan, her tim ji bo hemû gel bi hevre di nava hevde bijîn çaresî pêş xistiye. 
 
ÇARESERÎ OCALAN E 
 
Ocalan her tim perspektifa çareseriye pêş xistiye. Her tim rê li pêş kaos û qeyrana girtiye. Kî demokrasiyê biparêze û li dijî tecrîda Îmraliyê dernekeve ev şolîkirina bîrê ye. Eger çareseriya li dijî vê kaosê hebe ew jî bi rakirina tecrîdê pêkan e. 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin