Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bang li her kesî kir ku li ber tecrîda li Îmraliyê rabe. Gunay diyar kir ku AKP-MHP sûcdarên şer e û destnîşan kir ku wê komara demokratîk ava bikin.
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna heftane ya çapemeniyê li dar xist. Ebrû Gunay, di destpêkê de 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê û 2'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê silav kir û destnîşan kir ku serketina li dijî DAÎŞ'ê ne tenê serketina gelê Kurd e, serketina tevahiya mirovahiyê ya li dijî barbariyê ye.
 
'DIJMINATIYA DESTHILATDARIYÊ YA LI KURDAN GIRANTIR BÛ'
 
Gunay anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ders ji rabirdûyê wernegirtiye, careke din gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û got, "Polîtîkayên dijminatiya li Kurdan girantir dike. Desthilatdariya ku roj bi roj lawaz dibe û piştgiriya civakî ji dest dide, bi lîstikên nû yên şer re hewl dide temenê xwe dirêj bike. Desthilatdariya ku ti carî ji cîrantiya bi DAÎŞ'ê re aciz nebû û bi DAÎŞ'ê re bazirganiya li ser sînor kir, deriyên xwe lê vekir û bi TIR'an çek jê re şand, dema ku mijar bû Kurd her roj gef xwar û van gefên xwe dewam dike."
 
Ebrû Gunay bi bîr xist ku tezkereya operasyonên leşkerî yên li Sûriye û Iraqê bi dengên AKP-MHP û ÎYÎ Partî ji bo 2 salan careke din hate dirêjkirin û got, "Tezkereya Sûriye-Iraqê wê bibe tezkereya dawî ya koalîsyona şer a AKP-MHP'ê. Yên ku dengê 'erê' dan vê tezkereyê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve xwe xistin binê berpirsyariyeke mezin û wê Tirkiyeya ji 83 milyon mirovî bi tehlûkeyên mezintir re rû bi rû bihêlin."
 
'BI RÊYA ŞER DIXWAZE MUXALEFETÊ TESLÎM BIGIRIN'
 
Ebrû Gunay anî ziman ku tevî Partiya Karker a Tirkiyeyê, Partiya Saadetê her wiha Partiya Gel a Komarê (CHP) jî li gorî hesasiyetên xwe li ber vê tezkereyê rabûn, ev yek girîng e û got, "Em vê yekê ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê gelekî hêja dibînin. Ya ku li ber rabû ne tenê polîtîkayên şer e, di heman demê de li ber teslîmgirtina muxalefetê ya bi şer helwest hate nîşandan, li ber vê ferasetê rabû."
 
'TIFAQA AKP-MHP'Ê BI DIJMINANE NÊZÎ KURDAN DIBE'
 
Berdevka HDP'ê ragihand ku êdî eşkere ye ku tifaqa AKP-MHP'ê bi dijminane nêzî Kurdan dibe û got, "Bi hezaran siyasetmedarên Kurd girtî ne. Sedema girtina wan jî ew e ku daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd kirin. Sedem ew e ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kirin, daxwaza xurtkirina demokrasiya xwecihî kirin."
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ Û CEZAYÊ 'VOLTA'
 
Ebrû Gunay destnîşan kir ku şênberiya bêedaletiya li Tirkiyeyê li Îmraliyê 23 sal in di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê kirin û got, "Li Îmraliyê timî bi hincetên pûç hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tê qedexekirin. Bi vî rengî kirasekî li qedexeya hevdîtinan dikin. Bi hinceta ku Birêz Ocalan li salona sporê volta avêtiye cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê û parêzeran lê birîne. Li cîhanê her kes zane ku li zindanan liv û tevgera bingehîn a hikumxwaran volta ye. Cezakirina Birêz Ocalan a ji ber voltayê nîşan dide ku rastiya Tirkiyeyê ya heyî li Îmraliyê bi cih tê anîn. Em zanin ku bêhiqûqî û zilma li Îmraliyê tê kirin di serî de li dijî Kurdan li dijî tevahiya Tirkiyeyê tê kirin.
 
Çend caran ne di nav de nêzî 6 sal in li Girava Îmraliyê hevdîtin tê astengkirin. Li devereke din a cîhanê pêkanîneke bi vî rengî nîne. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ji bilî çend hevdîtinan malbat nikare hevdîtinê bike. Haya malbatan ji tenduristiya xizmên xwe nîne. Ev bi tena serê xwe sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bêdengiya li hemberî vê yekê nayê qebûlkirin. Divê neyê jibîrkirin ku kiryarên li Îmraliyê şênberiya şêweyê rêveberiya li Tirkiyeyê ye. Sûcekî voltayê gelo dibe? Gelo di dema voltayê de axaftin dikare weke sûc bê dîtin? Niha girtîgeh hemû veguherîne êşkencexaneyan. Mirovên ku divê bêne berdan jî nayên berdan. Wezîfeya destpêkê ya her kesên alîgirê demokrasiyê rabûna li ber van kiryaran e."
 
ÇALAKIYA LI SÊMALKA YA JI BO WERGIRTINA CENAZEYÊN GERÎLAYAN
 
Ebrû Gunay di dewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan jî û got, "Her wiha ez dixwazim li ser mijareke din jî bisekinim. Ev mijareke hessas e. Wek tê zanîn ev çend sal e li Tirkiyeyê wek polîtîkayeke taybet, kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest didin, cenazeyên wan nadin malbatên wan. Ev sûc e, sûcekî mirovahiyê ye. Niha ev polîtîka, li Başûr jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî pêk tê. Li Başûr ev 22 roj in dayik li deriyê Sêmalkayê çalakî dikin, cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Hikûmet bila destûr bide dayikan, bila derî veke û dev ji van kirinan berde. Daxwaze me jî ew e ku bersivê bidin dayikan.
 
'DIVÊ MIJARA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BÊ LÊKOLÎN'
 
Dîsa li Başûr êrişên Tirkiyeyê yên li ser deverên herêmê didomin. Gelek sivîlan di bombebaran û êrişan de jiyana xwe ji dest dan. Îdiayên pir cidî di çapemeniya Başûr û medyaya cîhanî de cih girtin. Tê îdiakirin ku di êrişan de çekên kîmyewî tên bikarinîn. Bi dehan gundiyên li herêmê rakirin nexweşxaneyê. 109 rewşenbîran name ji saziyên navneteweyî re şandin. Ev îdia pir giring in. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên navneteweyî lêkolînê bikin. Bikaranîna van çekan sûcê mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin."

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin