Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî

  • rojane
  • 09:06 29 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs anî ziman ku PDK bi hevkariya dewleta tirk re zirarê dide yekîtiya neteweyî ya kurdî û got: "PDK asteng e ji bo yekitiya kurdî. Rewşa kurdan êdî hatiye guhertin. Pêwîstiya gelê kurd bi rêz û hûrmetê heye."

Li Iraqê hilbijartina pêşxwet di şert û mercên şer de yê li Herêma Kurdistana Federe bi destê Tirkiyeyê ji 23'yê Nîsanê ve hatiye destpêkirin, di 10'ê Cotmehê de hat lidarxistin. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinê li gor ên berê kêmtir bû. Piraniya gel neçûn ser sindoqan û bi vî awayî bertek nîşanî hikûmeta navendî û hikûmeta herêmî dan. Nexasim jî di dema hilbijartinê de li deverên wekî Şengalê, PDK'ê serî li hin lîstikan da û ji ber vê şêniyên herêmê di dema dengdayînê de bi gelek astengiyan re rû bi rû man. Lewma tiştên ku dê piştî vê li deverên wekî Şengalê pêk bên, bûne cihê meraqê û fikaran. 
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, der barê hilbijartinên ku di 10'ê Cotmehê de li Iraqê pêk hatin, gefên PDK û Tirkiyeyê yên li ser Şengalê û geşedanên dawî yên li herêmê de pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.
 
Di 9'ê cotmeha 2020'an de di navbera Bexda û Hewlerê peymana Şengalê hate îmzekirin. Em dîbinin ku PDK û Iraq di her firsendê de dixwaze ku vê peymanê bixê mêriyetê. PDK çima dixwaze dîsa bikeve Şengalê?
 
Peymana ku di 9'ê Cotmeha sala 2020'an de hatiye îmzekirin, bêyî vîna xelkê Şengalê hat îmzekirin. Di vê peymanê de temsîliyeta civaka êzidî tune ye û daxwazên wan nehatine guhdarkirin. Ev peymane ne ku di navbera PDK'ê û hikûmeta navendî de tenê pêk hatiye. Ev peyman di heman demê de bi hevkariya Tirkiyeyê hatiye îmzekirin. Tesîra Tirkiyeyê gelek li ser vê peymanê heye. Jixwe di her pêkanînan de PDK û Tirkiye hevkarên hev in. Ev peyman di navbera Iraq, Îran û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin. Jixwe di destpêkê de jî gef û zextên dewleta tirk li ser Şengalê hebûn. Dibe ku di demên pêş de li ser Şengalê êrîşek çêbibe. Xuya ye ku tehemûla dewleta tirk û PDK'ê li hebûna Şengalê nema ye. Mînaka vê ya herî berbiçav jî sala 2014'an e. Di wê salê de jî  hat dîtin ku PDK'ê Şengal neparast. Dema ku civaka êzidî li gorî PDK'ê tevdigere, ew jî wê li gorî xwe bi kar tîne. Niha jî PDK dixwaze ku vegere Şengalê û li Şengalê bi cih bibe. Lê ji ber ku li hemberî planên PDK'ê û dewleta tirk metirsiyên xelkê hene rê nedan ku bi awayeke aşkere hêzên xwe yên leşkerî bi cih bikin. Tişteke xwezayî ye ku hebûna wan a siyasî li wir hebe. Lê mebest û armancên PDK'ê ne ew e ku ji bo kar û xebateke sîyasî li Şengalê bi cih bibe. 
 
Statûya Xweser a Şengalê ji bo gelê kurd pêşketineke neteweyî ye. Lê belê PDK bi awayekî yekalî hewl dide ku li Şengalê bi cih bibe. Li gel vê bi helwesta PDK'ê gefên heyî hîn zêdetir û girantir dibin. Li gorî we PDK wê çawa bê rawestandin?
 
Statûya Şengalê ya xweser ji bo me firseteke neteweyî ye. Ji bo ku li dijî gefên derve bikaribin xwe bi rê ve bibin, biparêzin û statuya xwe bi dest bixin pêwîstî bi vê yekê hebû. Ji bo ku Şengal li hemberî  hêzên ku  bi salan e li devera Şengalê bi cih bûn biparêzin û ji xeynî vê pirs û pirsgêrikên xelkê Şengalê re bibin hêza çareseriyê pêwîstî bi tişteke wiha dîtin. Ne tenê di hêla leşkerî de di heman demê de ji aliyê aborî, civakî, perwerdehiyê ve jî pêwîst bû ku Şengal bibe herêmeke ku bikaribe xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe. Heta niha ji Şengalê re di aliyê xîzmetdayînê de tu kesî alîkarî nekiriye. Civaka êzidî di dema rejîma Seddam de jî bi heman aloziyan re rû bi rû bû. Di wê demê de jî pêwîstiya civaka êzidî bi xweseriyê hebû. Heta niha jî hê ev pirsgêrêk didome û tu kes xîzmeta civaka êzidî nake. Dema ku DAIŞ hat û êrişî Şengalê kir tu kesek xwedî li wan derneket. Her kes dizanî ku hişmendiya DAIŞ'ê li hemberî olên cuda ye. Ji ber vê sedemê jî hejmareke hêzên peşmergeyên PDK'ê li Şengalê hebûn. Lê dema ku civaka êzidî bi metirsiyê re rû bi rû ma, beyî ku yek fîşekekî biteqînin dev ji herêmê berdan, reviyan û çûn. Pêwîst  e ku ev rewş careke din dubare nebe. Di vê çarçoveyê de hêzên PDK'ê tu baweriyê nadin civaka êzidî. Tu xîzmetê jê re nake û li hemberî van rêz û hûrmeta wan jî tune ye. Lê hebûna xwe li ser civaka Êzidî ferz dike. Ji ber wê jî em pirsgêrêka Şengalê weke pirsgêrîkeke neteweyî dibînin. Ev bi îrade û daxwaza PDK'ê tenê nayê çareserkirin. Divê baweriyê bidin xelkê Şengalê. Li dijberî vê yeke her 2 rojan carekî li gel dewleta tirk gefan li Şengalê bixwe û êrîşan bike wê şengalî jê bawer nekin.
 
Em dikarîn ku bibêjin PDK ji bo ku bikeve Şengalê bi hêzên dewletên din re peymanên veşartî îmzekirine? 
 
Îro tê gotin ku PDK bi hêzên biyanî re tevdigere. Ev hêzên biyanî kî ne? Ew hêzên ku li Şengalê disekinin hêzên hikûmata navendî ne gelo? Li Şengalê ne tenê hêzêke taybet heye. Hêzên din jî hene. Hewlên PDK'ê yên ji bo bicihbûna Şengalê çima li herêmên din jî nîne? Em wisa difikirin ku li gorî daxwaza dewleta tirk vî tiştî dike. Em rasterast dibêjin cihê ku wê PDK bikeve dê dewleta tirk jî li wir bi cih bibe. Ji ber ku îro li Başûrê Kurdistanê kîjan dever di bin kontrola PDK'ê de bin li wir hêzên tirk hene. Israra PDK'ê ya ji bo ku bicih bûna li Şengalê daxwaza Tirkiyeyê ye. Jixwe li derdora Şengalê hêz û sîxûrên dewleta tirk li gelek noqteyan  bi cih bûne. Di heman demê de dewleta tirk dixwaze ku li Mûsuilê jî tirkmen û ereban b xwe ve girêbide. Dixwazin ku bi vî awayî derdora Şengalê bigirin. Bi vî rengî armanc dikin ku hemû deskeftiyên xelkê Şengalê ku bi ked û têkoşîneke mezin hatine bidestxistin tune bikin. Ev jî ji bo Şengalê û civaka êzidî gefa herî mezin e. Bila baş bê zanîn ku ew hêzên ku xelkê Şengalê terk kirin û reviyan ew heta ku ji nû ve  baweriyê nedin gel wê gelê me her tim li hemberî wan bifıkar be
 
Helwestên PDK'ê bandoreke çawa li ser xebatên yekitîya neteweyî dike? 
 
Hêzên derve yên weke Tirkiyeyê ku berjewendiyên wan hene bêgûman dixwazin ku PDK li Şengalê bi cih bibe. Di navbera wan de peymanên veşartî hene û çêbûne. Ji ber ku heta vê demê jî gef û zextên wan dewam kirine. Dixwazin ku îrade û temsîlîyeta Şengalê ji holê rabe. Ji ber ku dema ku temsîlîyet û hebûna gelê Şengalê ji holê de rabû wê civaka özidî bi fermaneke nû re rû bi rû bimîne. Lewra ew hêzên ku naxwazin ku xelkê me yên özidî xwedî bi hêz bin dixwazin ku PDK li herêmê bi cih bikin. Îro rewşa ku PDK di nav de, di warê parastina berjewendiyên kurd û Kurdistanî de mirov bi şik û bigumane. Ji ber vê yekê jî di nav de hêzên navdewletî jî hene û dixwazin ku ev peymane bi cih bibe.  Îro di navbera hêzên kurd û Tirkiyeyê de şereke dijwar heye. Niha dewlete tirk bi bikaranîna çekên kimyewî qanûnên neteweyî binpê dike. Çekên herî modern bi kar tîne. Lê dewletên navneteweyî li hemberî vê dengê xwe dernaxînin. Em pêwîste ku li hemberî van xwedî bi helwest bin. Ew dewletên ku dixwazin vê peymanê pêk bînin ji bo civaka êzidî çi kirine? 
 
Çima PDK her tim weke asteng li pêşiya kurdan radiweste ku bi berdewamî nakokîyên heyî yên di navbera hêzên kurdî de zêde dike? Divê mirov vê yekê çawa binirxîne? 
 
Tevgerên PDK'ê bandorê li xebatên yêkitiya neteweyî ya Kurdistanê dike. Di salên 80'yab de dem bi dem hin rewşên cuda derketin holê. Di wan salan de xebata li dijî faşîzma Saddam Huseyin nêçar man û di xebateke yekitî û cepheyî de cih girtin. Ne tenê kurd hêzên iraqî jî di vê xebatê de hebûn. Lê ev qonaxa ku em îro tê de derbas dibin rewşa siyasî û hişmendiya ku di PDK'ê de peyda bûye nîşan dide. Dûrî hişmendî û parastina deskeftiyên kurdan e. Tiştên ku îro li Başûrê Kurdistanê diqewimin ne îradeya kesekî qebûl dike û ne jî hebûna kesekî qebûl dike. Hûn ragihandin û çapemeniyê bişopînin hûn ê bibîn ku bi zimaneke dijminane li hev du dixin. PDK ji yekîtiya kurdan re asteng e. Rewşa kurdan êdî hatiye guhertin. Pêwîstiya gelê kurd bi rêz û hûrmetê heye. Îro otorîtera ku li ser  eşîrtî û binemalî xwe dida pêş derbas bûye. Êdî divê kurd li her derê bibin xwedî statû. Êrişên ku hebûn û deskeftiyên kurd qels dikin û qebûl nakin hene. Em dibînin ku di aliyê sîyasî de AKP'ê PDK bi temamî xistiye bin kontrola xwe. Îro li gel dijmin mil bi mil li hemberî kurdan disekine. Bêguman pêwîst nake ku mirov li dîroka 50'î sal berê binêre. Ji ber ku di van 30 salên dawî de pêwendiya yekitiya kurd di nava trajediyeke gelek xemgîn de ye. Ji ber ku kurd bi însîyatîfa dijmin li hemberî hev sekinîne. Kurd bi destê kurd tê kuştin. Îro tişta ku em dibînin jî ne di asta şer  tenê de  yekitiya kurd tê astengkirin. Em vê li çar perçeyên Kurdistanê dibînin. Temaşe bikin ew hêzên ku îro PDK piştgiriya wan dike yek jî  ENKS  ye. ENKS îro li gel dewleta tirk mil bi mil tevdigere. Di dîrokê de dijmnahiyeke ENKS'ê ew qas nehatiye dîtin. Li Rojavayê Kurdistanê dijminahiya ku ENKS li hemberî hêzên kurd dike li hemberî dijmin nake.
 
Ji bo yêkitiya neteweyî ya Kurdistanê pêwîstî bi çi heye? 
 
Li çar perçeyên Kurdistanê pêdivî bi siyasetee neteweyî heye. PDK tenê parastina malbat û eşîrekê dike. Hikûmeta tirk PDK'ê ji bo armancên xwe weke amûrekî bi kar tîne. Bi şêwazên eşîrtî û malbatî statûya siyasî nayê bidestxistin. Di esasî de PDK tenê parastina binemala xwe dike. Li tu deverên cîhanê tiştên ku malbata Barzanî bi dest xistin nehatine dîtin. Di nava van 30 salan de xwedî mîlyar dolar bûn. Ev serweta ku bi dest xistin ne bi awayekî meşrû bi dest nexistine. Peydakirin û kontrolkirina vê serwetê li dijî parastina berjewendiyên neteweyî ye. Ev aborîya ku behs jî dikin sê parê wê îro di bin kontrola dewleta tirk de ye. Dewleta tirk vê jî li hemberî PDK'ê bi kar tîne. Ev cihê xemgînîyê ye. Em dixwazin ku bi PDK'ê re yekitiya neteweyî û parastina berjewendiyên neteweyî bi he vre biparêzin. Li dijberî gelê kurd rabûn tu feydeyî nade me û tu desketiyeke netewî tê de tune ye. Bêgûman di nava kurdan de nakokî û cudabûna bîrdozîyan hene. Lewra jî dibe ku nêrînên me yên çareserkirinê cuda bin. Lê hê ku ev desketî ji destê me neçûne em bibin yek. Em divê  baldar bin. Pêwîst e ku armancên dewletên netewî baş bizanin. Em divê alozî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û pirsgêrêka heyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Ji me kurdan re tişta elzem û pêwîst ew e ku tifaqiya xwe pêk bînin. Îro dijmin me dixapîne. Sibê karî wî bi me xelas bibe wê me biavêje aliyekî û me ji holê rake. 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin