Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin

  • rojane
  • 09:06 29 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya ku Dayikên Aşitiyê li Deriyê Sînorê Sêmelka dane destpêkirin di roja 25'an de berdewam dike. Dayikên ku di çalakiyê de cih digirin axivîn û gotin: "Ji birakujiyê re êdî bes e, cenazeyên me radestî me bikin." 

Dayikên Aştiyê yên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wergirtina cenazeyên endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr û endamê HPG’ê Yusif Îbrahîm ku di êrişeka hêzên taybet ên PDK'ê de li herêma Xelîfan a Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest dabûn, li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya dayikan ya li ser sînor 24 roj in tevî hemû astengiyên pêşmergeyan jî bi tevlîbûn û piştgiriyê berdewam dike. Dayikên ku li ser sînor koneyên xwe vedane bi çalakiya rûniştinê çalakiya xwe didomînin. 
 
Ji Dayikên Aşitiyê ya êzidî Qedîfa Xelef û Endama Sazîya Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Şemsî Xan têkîldarî çalakiya xwe û helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê de axivîn.  
 
'EV 4 CAR IN EZ TÊM' 
 
Ji pêkhatiyên êzidî ya navçeya Dirbespiyê Dayika Aştiyê Qedîfa Xelef, bilêv kir ku nedayina cenazeyan nîşaneya xiyanetê ya herî berbiçav e û wiha axivî:  "Ev cara 4'ê ye ku ez têm vê derê. Armanca me ew e ku cenazeyên zarokên xwe bistînin. Heta ku cenazeyên zarokên me radestî me nekin, em ê li vê derê bin. Em dibêjin êdî bes e. Em dibêjin biratî, wekhevî û aşitî lê feyde nake. Malbata Barzanî îla xiyanetê dike. Ji ber ku xayîn in. Ji 84'an ve heta niha xayintiyê dikin. Ew îleh xayintiyê bi kurdan re dikin. Em ji wan re dibêjin bi xweşikahî cenazeyên me bidin me. Em birakujiyê naxwazin, em aşitî û biratiyê dixwazin. Ew vê daxwaziya me qebûl nakin. Em çûn ber deriyê Sêmelka lê nehiştin ku em derbas bibin. Em di roja ewil de 24 dayik bûn. Lê em cara duyemîn 26 dayik bûn. Nîqaş kirin û gotin cenaze ne li gel me ne. Me got li gel we ne. Ji me re gotin, 'Hûn ji ku dizanin ku cenaze li gel me ne?' Me ji wan re got, 'Em dizanin' Pişt re ji me re gotin, 'Erê li gel me ne. Gotin, 'Heta ku partî xwe hewcehî me neke em ê cenazeyan nedin.' Me ji wan re got em li ser navê Dayikên Aşitiyê hatine û cenazeyên me demildest radestî me bikin. Em dayik bang li malbata Barzanî dikin,ji birakujiyê re êdî bes e. Mesudê kurdan te serê kurdan danî êdî bes e. Mesûd serê xwe rakir xiyanetê xuya kir. "
 
'DAYIK BI ÇEKAN PÊŞWAZÎ KIRIN' 
 
Endama Sazîya Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Şemsî Xan jî, anî ziman ku hemû hewledanên wan ên derbaskirina sînor ji aliyê hêzên peşmergeyan ve tên astengkirin û wiha got: "Gelek hewledanên me çêbûn. Me gelek bi wan re nîqaş kirin. Me xwest ku daxwaza me ya derbaskirina sînor  bigihîjinin hikûmeta herêmê. Lê ev daxwaza me hate redkirin. Ji me re gotin, 'Koneyên xwe yên çalakiyê rakin, pişt re em ê destûr bidin ku hûn derbas bibin.' Me jî ji wan re got, heta ku ew destûra derbaskirina sînor nedin em ê koneyên xwe ranekin. Bi rengekî nedemokratîk daxwaziya me hat redkirin. Bi çekan pêşiya me girtin. Dayik bi çekan pêşwazîkirin. Em Dayikên Aşitiyê ne û dixwazin ku bi rêya diyalogê pirsgêrîkê çareser bikin. Cenazeyên van kesan hatiye tespîtkirin. Nabêjin ku cenaze li gel me nîn in. Dayik cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Dilê dayikan dişewite. Hêviyên me hebûn. Me digot dibe ku bidin ber xatirê biratiyê û bihêlin ku derbas bibin. "
 
'EV NE KURDISTAN  E,TIRKISTAN E' 
 
Xan, diyar kir ku bi vê pêkanînê malbata Barzanî xiyanetê li gelê xwe dike û wiha dom kir : "Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî cenazeyan nadin. Şaşitî û kêmasiyên wan pir in. Cenazeyên hevalan veşdişêrin û pişt re jî wenda dikin. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî Hikûmeta Herêmê dikare her tiştekî bike. Bi nav Hikûmeta Herêmê ye, lê belê ji dewleta tirk re dixebite. Her kirinê wan bi fermanên dewleta tirk pêk tên. Ev ne Kurdistan e, Tirkistan e. Peşmergeyê wan jî dibêje ku ew nêçar in ku fermanên ku  ew didin pêk bînin. Dibêjin ku fermanên wan pêk neyinin nanê wan wê ji destê wan biçe. Peşmergeyê Roj bi bêehleqî nêzikî me dibûn. Ev hêz li ser xwînrijandinê hatiye perwerdekirin. Divê ku wisa nebe. Bila însanê me bi xwe vegerin. Divê gelê me li ber xwe bide û qebûl neke." 
 
Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin