Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne

  • rojane
  • 11:48 29 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) dê piştî 7 salan serlêdana derbarê Rêberê PKK'ê Ocalan û 3 girtiyan de daxilî nav rojeva xwe bike. Parêzera Ocalan Newroz Ûysal, anî ziman ku li bendê ne ku komîte li gor mebest û peywira xwe ya sereke tevbigere. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girava Îmraliyê girtiye û Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konarê li cem wî, ne dikarin bi parêzerên xwe re ne jî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. 
 
Piştî ku Tirkiyeyê biryarên "binpêkirina mafan" ên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên têkildarî cezayê "muebeda girankirî" yên derbarê Ocalan û Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan ên di girtîgehên din de hatine birîn de pêk neanîn, dê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) vê yekê di civîna xwe ya 30 Mijdar-2 Kanûnê de nîqaş bike. Komîteyê piştî 7 salan serlêdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Wefqa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) daxilî nav rojeva xwe kir. 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Ûysal, tecrîda li Îmraiyê, helwesta darazê ya ji bo tecrîdê û serlêdana li Komîteya Wezîran a KE'yê hat kirin nirxandin. 
 
Ûysal, anî ziman ku hevdîtinên parêzeran û malbatê, 22 sal in di gelek merheleyan re derbas bûne û di merheleya dawî de jî bi cezayên dîsîplînê yên 3 mehî û 6 mehî re rû bi rû mane. 
 
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ
 
Ûysal, diyar kir ku ji bo hevdîtinên malbatan û parêzeran pêk bên, bi awayekî rêk û pêk serlêdanan dikin û got: "Bi faksan bersiva serlêdanên me didin û diyar dikin ku ji ber ku cezayê dîsîplînê heye serlêdan hatiye redkirin û got: "Lê nahêlin em cezayên dîsîplînê bibînin an jî mînakek wê wergirin. An jî gava dema îtiraza di warê hiqûqî de bi dawî dibe haya me jê çêdibe. Serlêdan û îtirazên me yên ji bo vê jî ji aliyê dadgehên cezayên giran ve tên redkirin. Me heya niha mînakeke cezayên dîsîplînê yên ji sala 2018'an heya niha ji bo astengkirina hevdîtinan wekî hincet tên nîşandan wernegirtine. Em nizanin bê ka kîjan cezayê dîsîplînê ji bo çi hatiye birîn." 
 
'NAYÊ QEBÛLKIRIN'
 
Ûysal, anî ziman ku piştî 9 salan pê hesiyane ku cezayê bi hinceta volatavaêtinê li Ocalan hatiye birîn. Ûysal, destnîşan kir ku Ocalan ji bo vî cezayî diyar kiriye ku li girtîgehê voltavaêtin pîvaneke gerdûnî ye û cezayekî bi vî awayî nayê qebûlkirin û ji bo vê du caran îtiraz kiriye. 
 
Ûysal, destnîşan kir ku ev hincet hemû ji bo tecrîd bê pêkanîn tên kirin û di warê hiqûqî de tu hêleke wan a bê qebûlkirin tune ye. Ûysal, bibîr xist ku CPT'yê di rapora xwe ya ku di Tebaxa 2020'an de daxuyand jî ev yek bi awayekî zelal destnîşan kiriye. Ûysal ji bo binpêkirina mafên hevdîtina bi parêzeran, bi malbatê re, çalakiyên civakî, pêwendiya bi derve re û mafê tenduristiyê yên Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê jî destnîşan kir ku ew vê wekî tecrîdeke giştî bilêv dikin û got: "Me ji bo vê serî li DMME'yê da û em li bendê ne biryarek bê dayîn." 
 
MÎSYONA AYM'Ê
 
Ûysal, ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) jî ku cezayên dîsîplînê û astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re qebûl dike jî anî ziman ku di warê hiqûqî de tu îzahiyatek vê yekê tune ye. Ûysal, destnîşan kir ku AYM'eya ku ji bo tecrîdê xwe li nedîtinêd atîne, bi vî awayî dixwaze pêşî li ber serlêdanên wan ên li qada navteweyî bigire û lewma têkildarî biryarên AYM'ê serî li DMME'yê dane. 
 
'SAZIYAN TIRKIYEYÊ ABSORBE KIR'
 
Ûysal, bilêv kir ku Tirkiye 22 sal in hema bibêje li Îmraliyê qet li gor hiqûqa xwe tevnegeriyaye û bal kişand ser berpirsiyariya saziyên navneteweyî ya di vî warî de. Ûysal, bilêv kir ku saziyên wekî DMME, CPT û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi helwestên xwe yên heya niha gelek caran Tirkiyeya ku li gor hiqûqa xwe ya navneteweyî tevnagere û berevajî peymanên navneteweyî tevdigere absorbe kirine û ji bo vê bal kişand ser biryara DMME'ê ya têkildarî Ocalan. 
 
BIRYARA EWIL! 
 
Ûysal, destnîşan kir ku biryara DMME'yê ya 2014'an a têkildarî cezayê muebeda giran ê li Ocalan hatiye birîn ku gotibû "muebeda cezayê giran dijî qedexeya îşkenceyê ye", biryara ewil a li hemberî Tirkiyeyê ye. Ûysal, bilêv kir ku çavkaniya vê biryarê tenê ne sûcên li hemberî ewlehiya dewletê yên di Kanûna Ceza ya Tirk de hatine diyarkirin, di heman demê de sedemeke wê ew e ku neberdana bişertî bi awayekî zelal di Qanûna Înfazê de nehatiye diyarkirin. 
 
Ûysal, anî ziman ku DMME jî ji ber vê biryara binpêkirinê daye. 
 
DÊ BIRYARA KOMÎTEYÊ ÇI BE?
 
Ûysal got: "Ji bo biryara DMME'yê xwe disipêre qisma têkildarî tecrîdê û wê ji xala bingehîn dûr dixe. Ji lew re ji bo bidawîbûna binpêkirinê, divê qanûn bê guherandin, lê vê yekê esas nagire. Bersiva wê ya herî dawî jî bi vî awayî bû. Dibêje, 'berdana bişertî di qanûnên min de heye. Ev derfet heye, lê hin îstinsna ne tê de.' Îja ev îstisna çi ne? Nenivîsîne. Nenivîsîna vê nayê wateya nehesibandina wê. A rast Tirkiye dixwaze Komîteyê ber bi biryara darizandina jinûve ya di 2007'an de ya ji bo Birêz Ocalan ve bikişîne." 
 
Ûysal, gotina Endamê Desteya Îstişareya Bilind a Serokomartiyê Cemîl Çîçek bibîr xist ku gotibû "Heger me û Komîteyê di warê biryara ji bo Ocalan de dosyeyê bigirta, me yê dosyeyên derbarê Demîrtaş-Kavala de jî bi vî awayî bigirtana." Ûysal got: "Tirkiye vê yekê dike mijara bazariyeke siyasî. Saziyên mafên mirovan û hiqûqê di Tîrmeha 2021'ê de ji bo astengkirina vê yekê serlêdan kirin. Komîte, piştî vê serlêdanê di civîna xwe ya Îlonê de biryar da ku biryara derbarê Ocalan de di civîna Mijdar-Kanûnê de nîqaş bike. Dê Komîte, serlêdanên me parêzerên Birêz Ocalan û serlêdanên rêxistinên civaka sivîl ên din binirxîn û dê diyar bike ku ka Tirkiye di vî warî de tişta dikeve ser milê wê pêk tîne yan na. An dê ji Tirkiyeyê agahiyan bixwaze an jî dê ji bo pêkanîn û nepêkanîna vê biryarê bangî Tirkiyeyê bike." 
 
'DIVÊ LI GOR MEBESET Û PEYWIRA XWE YA SEREKE TEVBIGERE'
 
Ûysal, destnîşan kir ku êendî ku serlêdanên wan piştî 7 salan bûne rojev jî, lê li bendê ne ku Komîte ji bo serlêdana têkildarî Ocalan de li gor prosedura xwe tevbigere û helwesteke di vî warî de nîşan bide. 
 
Ûysal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li bendê ne ku Komîteya Wezîran daxilî nav vê bazariya siyasî nebe û êdî li gor mebest û peywira xwe ya sereke û metnên xwe yên hiqûqî tevbigere. 
 
MA / Omer Çelîk - Ozgur Paksoy

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin