Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e

img
RIHA - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li navçeya Wêranşarê de axivî, bal kişand ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe gaza kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Heke îro hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe, ew jî desthilata Erdogan û Bahçelî ye.”
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hevdîtina gel li dar xistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP'ê yên Rihayê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kesên din tevlî civîna li avahiya navçeya Wêranşarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Li salonê pankartên bi nivîsa “Denîz Poyraz nemir e”, “Em bi hev re li diji tecrîdê azadî, li diji şer aştiyê diparezin” hatin daliqandin. 
 
PERGALA DEWLETÊ 
 
Di bernameyê de ewilî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, diyar kir ku pergala dewletê li ser “Ji holê rakirina kurdan” hatiye avakirin û wiha got: “Li her parçeyên Kurdistanê siyaseta qirkirinê ya li hemberî kurdan tê meşandin. Lê belê ji dîrokê heya niha gelê kurd ew qebûl nekiriye û dê neke jî. Me gelek bedel dan û em hêj jî didin. Gava em li erdnîgariyê û dîrokê re dinêrin gelê kurd yek ji qewmekî herî kevnar e. Gelê kurd her tim ji bo mafên xwe, ji bo wekhevî, aştî û jiyanek azad têkoşiyaye.” Ozturk, bi lêv kir ku tezkereya Suriyê û Iraqê ku ji Meclîsê derbas bû nîşandana îmha înkara gelê kurd a 100 salan e. 
 
 TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Ozturk, destnîşan kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kûrtir bûye û wiha berdewam kir: “Tecrîda li Îmraliyê belavî hemû welat bûye. Kes nikare tu pirsgirêkan bîne ziman. Navê vê tecrîd e. Zilma herî mezin îro li Girtîgeha Îmraliyê didome. Dixwazin vî dengî kêm bikin. Naxwazin fikrên Ocalan ên ku jiyaneke alternatîf pêşkeş dikin li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn belav bibin.”
 
‘HIŞMENDIYA QIREJTIR A ERDOGAN Û BAHÇELÎ YE’
 
Berdan, da zanîn ku bi dengên AKP’ê, MHP’ê û Partiya Îyî li Meclîsê tezkereya Sûriyeyê û Iraqê derbas bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Başûr bi çekên kîmyewî sûcê şer tê kirin. Berpirsiyara wê ne tenê dewleta tirk e. Di heman demê de Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ne. Seddam jî li wir çekên kîmyewî bikar anîbû û xwestibûn gelê kurd li dijî polîtikayên qirêj çok danîn. Heke îro hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe, ew jî desthilata Erdogan û Bahçelî ye. Ji bo ku gelê kurd çok danin her tiştî diceribînin. Dixwazin gelê kurd dest ji ziman, çand û axa xwe berde. Li dijî gelê kurd sûcên mezin kirine ew ê hesabê bidin. Ew jî baş dizanin ku heke şer biqede ew jî dê biçin loma tezkere derbas kirin. Lê em dizanin ku di Rojhilata Navîn de gelê kurd bûye hevsengiya siyasî. Bêyî gelê kurd tu hesab nayên kirin. Ev pergal bi vî awayî nikare bidome. Bi şer tiştek nayê çareserkirin. Birêz Ocalan got rê û rebaza çareseriyê ‘mase ye’. Heke rûnin ser maseyê û aştî pêk were wê demê dê Tirkiye ji aliyê aborî, demokrasî û azadiyê ve rast bibe. Hûn ê herî dawî werin ser gotina Birêz Ocalan.”
 
‘KESÊN KOMKUJIYÊ PÊK TÎNIN NE DOSTÊN WE NE’
 
Ozturk, qala helwesta PDK’ê ya li dijî daxwazên gelê kurd kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PDK îro xeletiya herî mezin dike. Yên ku li Bakur komkujiyê dikin ne dostên we ne. Ev sîstem nikare bibe dostê Rojava. Em û gelê me her du jî dizanin ku armanca we ne ji bo azadiya gelê kurd e, ji bo dewlemendî û berjewendiya malbat, eşîr û hawirdora xwe ye. Ti hebûna we bi gelê kurd re nîne. Başûr tê dagirkirin. Li ser vê êrîşê qet dengê xwe dernexistin. Negotin hikûmetek heye, statuyek li vir heye. Pratîka we nîşan dide ku hûn hê jî bi wê avaniya feodal a ku dibêje, “ez im” diçin. Demildest ji vê xetayê vegerin. Gelê kurd li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat we dişopîne. Eger hûn di van nebaşiyan de israr bikin, hûn ê jî biqedin. Ji kesên ku ji Saddam xerabtir zilmê dikin re hûn dibêjin dostên me ne. Gelek partî û saziyên li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr ji bo yekîtiya neteweyî amade ne. Ya ku ne amade tenê PDK ye. Bila her kes vê bizanibe. Gotinên me zelal in. Bila serê gelê me yê ku ev 100 sal in vê hovîtiyê dikişîne êdî neêşe.”
 
‘WE PERGALA YEKPEREST HILWEŞE’
 
Piştî axaftina Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, diyar kir ku ji bo li dijî hişmendiya yekperest bi awayekî bi rêxistin têbikoşin derketine rê û wiha got: “Îro salvegera damezrandina Komara Tirkiyê ye. Wê çaxê pergala yek perestî, yek olî, yek zimanî û yek netewî hat damezrandin. Em jî li hemberê vê pergalê ji bo pergaleke demokratîk, wekhev, ekolojîk û azadiya jinê diparêze ava bikin têdikoşin. Êdî ev pergala yekperest ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber ku pergaleke ku ne wekhev û azad be wê di dawiyê de were hilweşandin. Ew pergala ku em diparêzin  li dijî pergala yek zilamî û nijadperestiyê alternatîfek e.”
 
‘EM TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’
 
Aydenîz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em heta dawiyê dibêjin diyalog. Em di salvegera Komara Tirkiyeyê de vê dibêjin. Divê komareke demokratîk were avakirin. Ji ber vê yekê jî divê qanûnên ku hemû gel rengê xwe bibînin hebin. Ev pergal xwe li ser zextên li girtîgehan dihêle ser piyan. Her roj li girtîgehan sûcê li dijî mirovahiyê pêk tê. Înfaza girtiyên siyasî tê şewitandin. Girtiyên siyasî weke rehîne tên dîtin. Divê li dijî van tiştên li girtîgehan diqewimin em têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘NIKARIN SERBIKEVIN’
 
Aydenîz, bi bîr xist ku 30 sal cezayê hefsê li Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatibû birîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi girtinan dixwazin berxwedana jinan biqedînin û têkoşîna wan bifetisînin. Lê nikarin serbikevin. Ji bo ku vê bibînin berê xwe bidin Rojava bes e. Jin li dijî yekperestiyê can bexşane têdikoşin. Em jî ji wan hêzê digirin. Biryarên ji bo hevalên me yên rehîn hatine girtin tên dayîn, dijminane ne. Em jî li dijî vê dibêjin ku hûn bi kuştin û girtinê nikarin têkoşîna jinan biqedînin. Em ê kolanan terk nekin. Em weke jin dê li dijî vê pergalê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li dijî wan kesên ku nehêlin jin bên ba hev, qadan tejî bikin.”
 
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin