Makîneya 'sûcan' a 36 salan

  • rojane
  • 10:57 30 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Colemêrgê cerdevanên di nav çeteya fuhûş û şantajê de ne, bi roleke çalak a di nav pergala milîtarîst a dewletê de li hemberî jin û zarokan sûcine mezin dikin û her diçe ev sûc zêde dibin. 

 
Pergala cerdevantiyê ku li bajaran kurdan di bin navê "têkoşîna li hemberî PKK'ê" de di sala 1985'an de hat avakirin, ji bo gelên herêmê talûkeyeke mezin e. Herî dawî di 22'yê Cotmehê de li navçe û gundên Colemêrgê "çeteya fuhûş-şantajê" ku serekên wê cerdevanan in careke din bû rojev. 
 
Pergala cerdevantiyê ku bi taybetî bi sûcên li hemberî jin û zaroakan tê zanîn, di 1985'an de li 22 bajaran ket meriyetê û di 1993'yan de li 13 bajarên din jî hat pêkanîn. Ev pergala ku dewletê di nav eşîran de pêk aniye, pişta xwe dide dewletê û bi vî awayî bênavber sûcan dike û veguheriye "rêxistina sûcî." Di rapora 2004'an a Serfermandariya Giştî de sûcên ku tiliya cerdevanan tê de ye yek bi yek hatine rêzkirin; "Xesp, şêlankerî, kuştin, êrişên li hemberî wargehan û wesayîtan, bikaranîna teqemeniyan, bi qesdî şewitandina xaniyan û gihayan, diziya li malan, kargehan û bankeyan, cebkesranî, êrişên li hemberî xetên boriyê, bi darê zorê îmzekirina çekan, şewitandina daristanan, gendelî, firotina eşyayên qedexe, debrkirin, revandina mêr, jin û zarokan, dîlgirtin, gefxwarin, heqaret, destdirêjî, teşwîqkirina fuhûşê, bazirganiya jinan, qumar, qaçaxçîtiya tiryakê, qaçaxçîtiya çekan, qaçaçîtiyan gumrukê, qaçaxçîtiya heywanan û sûcine li hemberî derdorê."
 
Li gor daneyên 2006'an ên Wezareta Karên Navxweyî, cerdevanan şewitandina gundan, destdirêjî, revandina mirovan, qaçaxçîtiya tiryakê û bi îşkenceyê kuştina mirovan jî di nav de di ser 5 hezar û 200'î re sûc kirine. Heman wezaretê di sala 2016'an de statuya cerdevantiyê guherand û vê pergalê kir pergaleke mayinde. Wezaretê cerdevan wekî tîmên taybet peywirdar kirine û çekên giran dan wan. Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, di sala 2017'an d eragihand ku ger cerdevan daxilî nav operasyonan bibin dê tazmînateke pêvekî jî wergirin. Li gor hejmarên Mijdara 2019'an li 6 bajarên herêmê bi giştî 54 hezar cerdevan hene.
 
Ev pergala ku li herêmê girêdayî polîtîkaya şerê taybet e, li herêmê di warê sûcên li hember jin û zarokan de tim dikeve rojevê. Ji sala 19972an heya niha 680 jinên ji hêla dewletê ve bi tahdeya zayendî re rû bi rû mane, serî li Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Taciz û Tecawuza Di Bin Çavan De dane. Ji van serlêdanan 507 jê yên jinên kurd in û kiryarên van sûcan jî polîs, cendirme û cerdevanên; 410 jê polîs, 128 jê cendirme û esker, 35 jê tîmên taybet û 22 jê jî cerdevan in. 
 
Piraniya van sûcan hatine nixumandin û dozên hatine vekirin jî piranî jê bi bêcezatiyê hatine girtin. 
 
Li bajarên kurdan hin sûcên di sala dawî de bi destên cerdevanan hatine kirin ev in: 
 
* Li gundê Xanika yê navçeya Midyad a Mêrdînê, cerdevan Abdûlkerîm Î, tecawizî Nûrcan Fîdan a 20 salî kir û Fîdan di 2'yê Tîrmeha 2013'an de bi tivinga li malê xwe kuşt. Malbata Fîdanê 7 sal in doza edaletê dike. Lê cerdevan Abdûlkerîm Î. carekê jî nehatiye binçavkirin û tê xwestin ser bûyerê bê girtin. 
 
* Kanûna 2020'an: Li navçeya Kewrcewsê ya Êlihê polîs, esker û cerdevan jî di nav de 27 kesan tecawizî zarokeke 15 salî kirin. Lê walîtî, midûriyeta polîsan û dozgeriya komarê ji dêvla bi paxila kiryaran bigirin, ji bo vê gotin "operasyoneke têgihanî" ye û dan dû kesên ku ev bûyer belav kirine û derbarê wê de nûçe çêkirine. 
 
* 8'ê Sibata 2021'ê: Li taxeke navçeya Stewrê ya Mêrdînê cerdevan H.B. û R.Ç. bi hinceta ku dest dirêjî jinekê kirin hatin binçavkirin. Lê piştî îfadeyê her du cerdevan jî hatin berdan û dewletêd est danî ser çekên wan. Her du cerdavan bi awayekî negirtî tên darizandin. 
 
* 12'ê Sibata 2021'ê: Li navçeya Gêl a Amedê sercerdevan û îtirafkarê JÎTEM'ê Mûrat Îpek, Aleyna Avci ya 21 salî bi çekê birîndar kir. Di bûyerê de Cîgira Serokatiya Baskên Ciwanan a AKP'a Bajêr û Seorka Komîsyona Baskê Jinan Avci bi giranî birîndar bû. Îpek jî piştî vê bûyerê xwe da alî. 
 
* 19'ê Sibata 2021'ê: Li navçeya Kercewsê ya Êlihê cerdevan Mehhmet Alî K. dest dirêjî zarokeke 7 salî kir. Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê 23 sal ceza li cerdevan Mehmet Alî K. birî. 
 
* 11'ê Tîrmeha 2021'ê: Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê Kader Y., ji bo betlaneyê ji Stenbolê çû gundê Kerranê, lê li gund bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Kader Y. ku tevî du zarokên xwe çûye gundê Kerranê, bi çeka cerdevan xwe kuştiye. 
 
* 16'ê Tîrmeha 2021'ê: Li navçeya Elkê ya Şirnexê li gundê Damlabaşiyê hat îdiakirin ku jina ciwan R.O. hewl daye bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwe bikuje. 
 
* Nîsana 2021'ê: Her wiha sûcên ku cerdevan tevî eskeran li herêmê dikin ne sûcên li hemberî gel in. Li Şirnexê li Cûdî, Gabar û Çiyayên Namazê û Herêma Bestayê ji meha Nîsanê heya niha esker û cerdevanan daristanan qir dikin. Darên tên jêkirin bi qamyonan dibin bajarine din û wan difiroşin. Çendî ku ev sûcê bi pêşengiya cerdevanan tê kirin bi delîl hatiye tespîtkirin jî, lê dîsa jî derbarê wan tu tiştekî qanûnî nehatiye kirin. 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin