Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek

img
STENBOL - Hevberdevaka HDK'ê Esengul Demîr, diyar kir ku tezkereyên şer qrîza li welat bêtir kûr kirine û ev bang kir: "Li dijî boçûna tarî divê hemû muxalîf hêzên xwe bikin yek."
 
Polîtîkayên ku li welat û derveyî welat tên meşandin her roja ku derbas dibe qrîza li welat kûrtir dikin. Rexmî vê jî desthilata AKP'ê û hevparê MHP'ê angaşt dikin ku wê aboriya welat baş bibe û armanc dikin ku bi operasyonên derveyî welat qrîzê derbas bikin. Tezkereya ku herî dawî ji bo vê armancê hat meclisê bi dengê AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê hat qebûlkirin. Bi vê tezkereya ku HDP û CHP li dij derketin destûr hat dayîn ku Serokkomar Tayyîp Erdogan heta 2 salan karibe operasyonên derveyî welat li dar bixe. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dihewîne nav xwe re li ser boçûna welat, tezkereya şer û helwesta muxalefetê ya li dijî vê axivîn. 
 
SIYASETA ŞER
 
Esengul Demîr, diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê her ku diçe qels dibin û rapirsînên ku demên dawîn tên kirin jî vê nîşan didin û wiha got: "Mijara ku herî zêde zorê didin desthilatê aborî ye. Di bingeha vê qrîzê de polîtîkaya derveyî welat a desthilatê heye. Encam vê polîtîkayê weke têkçûna aborî xesar li Tirkiyeyê vedigerin. Mijareke din a desthilatê dide zorê sekna muxalefetê ye. Bandora tevgerandina muxalefetê ya weke bloqekî û daxwaza wê ya birêvebirina welat heye. Hevkariya AKP-MHP'ê di demên dawîn de bi siyaseta şer xwe didomîne. Lê ev siyaset têra mayîn wan a li desthilatê nake."
 
BALKIŞANDINA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Demîr, qrîza heyî ya li welat dikare bi "Tifaka Demokrasiyê" bê derbaskirin û ev tişt anîn ziman: "Ji roja ku hatiye avakirin ve HDK tifaqan dihebîne û têkoşîna yekgirtî armanc dike. Pêkhateya HDK'ê HDP jî bi gelek partiyan re li Tirkiyeyê dibe dengê kesên cihêkarî li wan te kirin û di hêla siyasî de hewl dide peşengtiya wan bike. Heke li Tirkiyeyê demokrasî bê avakirin divê ev bi têkoşîna hevpar bê avakirin. Bi qelsbûna desthilatê re îhtîmala ku li welat serdeme nû dest pê bike zêde bûye. Bi hilbijartinan re Îhtîmaleje mezin wê muxalefet bibe desthilat. Ji ber vê civak di nav bendewariyekê de ye. Daxwazên wan ên gunertinê hene. Di vê pêvajoyê de kongreya me "rêya sêyemîn" pênase dike û têde teslîmnebûna statukoyê heye."
 
ROLA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ
 
Di berdewamê de Demîr, peyamên TUSÎAD'ê jî şîrove kir û derbarê mijarê de ev tişt got: "TUSÎAD hewl dide di dema nû de bi rola xwe rabe. Axaftina wan a piştî salên dûr û dirêj jî ji ber daxwaza wê ya ji bo dema nû ye. Ev avahî ne ew in ku wê demokrasî û mafên mirovan bînin. Ji bo pozîsyonên xwe zexm bikin daxuyaniyên bi vî rengî didin. Demokrasî, mafên mirovan û têkoşîna wekheviyê ya li welêt, ne tiştekî ku karibe radestî sermayeyê bê kirin e. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê hem organîzatorê vê pêvajoyê bin, hem jî biryardar bin."
 
HELWESTA CHP'Ê YA JI BO TEZKEREYÊ
 
Demîr, biryara şer a li meclisê hatiye qebûlkirin jî nirxand û derbarê helwesta CHP'ê ya di tezkereya dawîn de  ev nirxandin kirin: "Yek ji diyarkerên dengdana redkirinê ew bû ku fêm kirin ku dengê kurdan mîna di hilbijartinên dawî de hatiye dîtin, dengdana kurdan e. Opozîsyonê demek dirêj e di nêzîkatiya xwe ya li hemberî pirsgirêka kurd de piştgirî dida hikûmetê. Lê belê di demên dawî de mûxalefet di destekkirina polîtîkayên hikûmetê de nehişt erêkirina hilbijêran bi dest bixe. Sedema rastîn ew e ku hilbijêr li gorî wan eyar dike. Û sekna bi prensîb û biryardar a HDP'ê ye. Helwesta CHP'ê erênî ye. Hemû encamên pêşniyazê wê fatoreya wê li AKP û MHP'ê were birîn."
 
DIJMINATIYA KURDAN 
 
Derbarê êrişên muhmete ên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê de jî Demîr, ev tişt got: "Tirkiye di dema pêş de nikare li Sûriyeyê bi awayekî azad tevbigere. Wê Tirkiye bikeve nava nakokiyên germ, wê welat bi awayekî neyînî bibandor bibe. Berdêla vê siyaseta şer wê pir mezin be. Mijara dijminatiya kurdan, xala ku rejîma tirk mayînde dike ye. Lê belê ji niha û pê ve ev perspektîf wê ne ji bo Tirkiyeyê nêzîkatiyeke qezençkirinê be, berovajî nêzîkatiyeke winda bike."
 
BANGA LI DIJBERAN
 
Demîr, b lêv kir ku li dijî hemû pêkanînên desthilatê "aştî û cîhaneke mirov li bijî" pêkan e û wiha pêde çû: "Em dibêjin ji bilî siyaseta şer rêyeke din, rêbazek heye. Divê gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bibin xwedî navgînên hevpar ên têkoşînê û rê û rêbazan. Divê ev mijar bi tena serê xwe radestî siyasetê neyê kirin. Divê gel bixwe xwedî li derfetên xwe yên têkoşînê derkevin. Divê jiyana xwe bi wan amûran bi rêxistin bike. Jiyanek me ya têra xwe erzan ku ji hikûmetê re bê hiştin tune ye. Em nuqteya dawî dibînin ku civakên dewlet ji me re tînin." 
 
BANGA LI MUXALEFETÊ 
 
Di dawiya axaftina xwe de Demîr, destnîşan kir ku ji bo boçûna tarî rawestînin divê hemû mûxalîf hêza xwe bikin yek û ev tişt got: "Gelek avahî hene ku dikarin sozê bidin. Divê em sozê bidin bê ka em çi dikin. Ji bo vê jî bala me ya sereke ew e ku em li qadan bin, bi girseyan re bicivin. Em dixwazin enerjiya xwe deynin wir."  
 
MA / Kadîr Guney 
 
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin