‘Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne’

  • rojane
  • 14:47 30 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komeleya Malbatên Şehîdan Neceh Gulo diyar kir ku Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne û bi lêv kir ku cenazeyan ji bo ku tifaqa PDK’ê û Tirkiyeyê neyê aşkere kirin, cenaze nayên dayîn. 
 
Di 28-29’ê tebaxê de hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) koma HPG’ê ya ji 7 kesan pêk dihat li herêma Xelîfanê xist kemînê. Di kemînê de 5 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar dîl ket. Dayikên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane 26 roj in li dergehê sînorê Sêmalkayê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê kon vedane û dixwazin PDK cenazeyên zarokên wan bide. Nivîskarê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş têkildarî mijarê bi endama Saziya Malbatên Şehîdan Neceh Gulo re axivî.
 
‘DIXWAZIN CENAZEYÊ ZAROKÊN ME BIDIN’
 
Li ser navê malbatan Neceh Gulo diyar kir ku 26 roj in li ser sînor nobedê digirin û wiha got:“23 roj (heta 27’ê cotmehê) in me li dergehê sînorê Sêmalkayê kon vedaye. Ji hemû gund, navçe û bajarên derdorê gel tê serdana çalakiya me û piştgiriyê didin me. Hemû gelê Cizîrê rojane nobeda vî konî digirin. Jin, mêr, kal, pîr, malbatên hemû şehîdan li bin vî konî rûdinin û doza zarokên xwe dikin. Em du caran çûn ser pira sînorê Sêmalkayê. Me ji bo daxwaza xwe daxwaznameyek nivîsî. Em ji rayedarên Başûr û PDK’ê dixwazin cenazeyên zarokên me bidin. Em 26 dayik li ser sînor rûniştin. Daxwaznameya me qebûl nekirin. Gotin daxwaznameya xwe bidin rêveberiya xwe. (Lijneya têkiliyan) Tu daxwazên me pêk neanîn û daxwaznameya me negirtin.”
 
‘EM BI ÇARIKÊN XWE YÊN SPÎ ÇÛN’
 
Neceh Gulo anî ziman ku piştî demekê komek din çûn û wiha axivî: “Em bi çarikên xwe yên spî çûn. Cara duyemîn em 22 dayik bûn. Em li ser sînor rûniştin. Em bi komek mezin pêşwazî kirin. Hemû pêşmerge û çekdar bûn. Me got cenazeyên me bidin me, em teslîmî dayikan bikin û bispêrin axê. Lê dibêjin rêveberiya me bi destûr in. Me got hûn xemsar tev digerin. Dayikên we jî hene. Me xwest daxwaznameya me ji destê me bigirin û rê bidin me da ku em rêveberiyê bibînin. Lê rê nedan me. Em qebûl nekirin û li me guhdar nekirin. Ev wateya redkirinê ye. Gotin ‘cenazeyên we yan li Îranê ne yan jî li Bakur di destê tirkan de ne.’
 
 
‘HÛN KON RANEKIN EM Ê AGIR BERDIN KONÊ WE’
 
Neceh Gulo, bibîr xist ku cara duyemîn daxwazname dane rayedarên PDK’ê lê dîsa red kirine û wiha pêde çû: “Vê carê me daxwaznameya xwe bi rêya mulaqatan gihand rayedarên wan. Dîsa qebûl nekirin. Gotin ‘Heta hûn konê xwe ranekin em tiştekî nakin. Hûn me teşîr dikin. Hûn konê xwe ranekin em ê agir berdin konê we’ û gef li me xwarin. Heta niha yek partiya kurd pirsa ‘hûn çi dixwazin doza we çi ye?’ nekirin.”
 
‘HETA NIHA TU PARTIYAN NEGOTIYE KA HÛN ÇI DIXWAZIN’
 
Dayik Neceh Gulo bal kişand ser rengê çalakiyê û wiha berdewam kir: “Her rojê ji bajarekî tên li bin kon nobedê digirin. Bi coş û bi girseyî nobedê digirin. Li vir daxuyaniyên xwe didin. Em nobeda xwe bi vî rengî didomînin. Lê ne daxwazên me qebûl dikin û ne jî daxwaznameya me digirin. Me got tevahiya kurdan û yên li me guhdar û temaşe dikin çima bêdeng in? Ev bêdengî metirsiyekê çêdike. Em hêvîdarin hemû partiyên kurd li me guhdar bikin û nerazibûna xwe bînin ziman. Ne rastgir û ne jî çepgir heta niha tu partiyên kurdan negotine hûn çi dixwazin, doza we çi ye? Negotine ji bo yekrêziya malbatên şehîdan em dikarin çi bikin? Hemû cîhan li me guhdar dike. Em doza şehîdên xwe dikin. Em doza cenazeyên xwe dikin. Hêzên mezin ên navdewletî ku bi mafên mirovan û mafê demokrasiyê bang dikin, çekên giran didin Tirkiyeyê. Me li Qamişlo daxwaznameya xwe gihand Neteweyên Yekbûyî. Me got em doza cenazeyên xwe dikin. Li aliyê din me got ev çekên mezin ên li ser çiyayên Kurdistanê tên barandin dewletên mezin didin wan. Em bang li dewletên xwedî çekên kîmyewî dikin ku sîlehan nedin Tirkiyeyê. Tirkiye van çekan li ser çiyayên Kurdistanê bikar tîne. Ev sîleh li Kobanê û Efrînê bikar anîn. Bi rizaya Erdogan vî şerê qirêj dimeşîne û kurdan qir dike.
 
‘JI BO PARASTIN WELATÊ XWE LI WIR IN’
 
Gulo helwesta PDK’ê ya li dijî HPG’ê bibîr xist û wiha axivî: “Dibêjin ‘Zarokên we li çiyan çi dikin? Çi karê wan li wir heye’. Me got em ji bo parastina ax, welat û miletê xwe li wir in. Îro ne bi xêra şervanên PKK, YPG, û YPJ’ê bûya dê Kerkuk, Şengal û Musil tune bûya. Dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, pêşmergeyan sîleh avêt û terka Şengalê kir. Wan Şengal ne parast. Yên Şengal parastin keç û xortên me bûn. Êzîdiyan gotin ‘Em tevî şengalê firotin’. Ji ber vê yekê ew tu carî kiryarên pêşmergeyan ji bîr nakin. Niha dibêjin me Şengal rizgar kiriye. Hem bi gur re dikujin, hem bi xwedî re şînê digirin.”
 
‘EM DIXWAZIN PARTIYÊN KURDAN BIBIN YEK’
 
Neceh Gulo destnîşan kir ku êdî diz û xwediyê malê bi hev hesiya ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em rastiya wan jî û xiyeneta wan jî dizanin. Em tifaqa wan û Erdogan dizanin. Ev şerê li Kurdistanê bi hevkariya wan û Erdogan pêk tê. Bi hevkariya PDK’ê niha li Zap û Avaşînê bi tang û topên xwe li dijî zarokên me şer dikin. Artêşa tirk di şer de şikest, lê niha bi hevkariya tang û topên PDK’ê berê xwe dan Zap, Metîna û Avaşînê. Lê dîsa li çiyayên azad bi ser neketin. Ji ber vê yekê gazên kîmyewî avêtin çiya û zarokên me şehît xistin. Em bang li PDK’ê dikin ku nebin rêber û alîkarên dewleta Tirkiyeyê. Em dixwazin partiyên kurdan hişê xwe bînin serê xwe û bibin yek. Em hemû şerê 92’yan dizanin. Tirkiye bi hevkariya PDK’ê şer kir. Lê berxwedana Bêrîtanê mînak e. Çeka xwe şikand û neda wan. Xwe ji zinar avêt û teslîmî PDK’ê nebû. Neket destê îxanetkaran.”
 
‘JI BO KU ÎXANETA WAN AŞKERE NEBE CENAZEYAN NADIN’
 
Neceh Gulo sedema nedayîna cenazeyan jî anî ziman û wiha lê zêde kir: “Em dizanin ku cenazeyên me nadin me. Ji bo ku îxaneta wan teşîr nebe cenazeyên me nadin me. Dibêjin cenaze li cem Îran û Tirkiyeyê ne.”
Neceh Gulo bang li hemû hêzên kurdî û dayikên kurd jî kir û wiha got: “Me bang li çar parçeyên Kurdistanê kir. Me bang li dayikên gerîla û şehîdan kir. Em dixwazin hemû dayikên gerîla û şehîdan bibin yek û dengê hev bibihîzin û hemû dayik li cem me bin. Em ji hemû dayikan dixwazin ku bi yek deng û yek helwestê bibêjin ‘Em doza cenazeyên xwe û mafê xwe dikin.’ Em hemû dizanin ku dewleta tirk û PDK bi hevkarî cenazeyên me vedişêrin. Dixwazin sebra me xelas bikin û vîna me bişkînin. Lê em çiqas şehîd bidin jî em rê nadin îxanet û komkujiyên wan. Kurdan 28 caran serî hildan. Serhildanên wan hatin şikadin. Lê em dîsa xelas nebûn. Em 50’î milyon kurd in. Em serî natewînin. Heke PDK hevkariya AKP’ê neke û cih nede îstîxbarata wan nikarin zarokên me şehîd bixin.”
 
‘BI NEDAYÎNA CENAZEYAN KUJERAN VEDIŞÊRIN’
 
Gulo li ser daxwazên dayikan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Dema em cenazeyên zarokên xwe dixwazin siyaseta wan a qirêj teşîr dibe. Em dixwazin li pêş çavên hemû cîhanê wan teşîr bikin ku bi hevkariya MÎT’ê însanên me qetil dikin. Hem qetil dikin û hem jî cenazeyên me nadin me. Heta 31’ê cotmehê jî dê konê me li vir be. Dixwazin em konê xwe rakin. Dema ku cenazeyên zarokên me bidin me, dê kujerên zarokên me jî ronî bibin. Ji ber ew kujer in naxwazin cenazeyên me bidin me. Dê hevkariya PDK û Tirkiyeyê aşkera bibe. Bi nedayîna cenazeyan kujeran jî vedişêrin.“
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin