Aydenîz: Plana Çokşikandinê ew anîn ber hilweşînê
Ozturk: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye

  • rojane
  • 14:51 30 Cotmeh 2021
  • |
img
RIHA – Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz anî ziman ku di bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê de neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Aydenîz diyar kir ku yên dixwestin bi Plana Çokşikandinê Kurdan têk bibin, niha li ber hilweşînê ne. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî da zanîn ku rêya çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe. 
 
Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya kampanyaya ‘Dema Azadiyê ye’ de hevdîtina bi gel re ya duyemîn li Pirsûs a Rihayê pêk anî. Hevdîtin li Eywana Konferansê ya Şahîn Bînîcî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pirsûsê çêbû. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên Rihayê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li hevdîtinê bûn. Pankartên wek “HDP Denîz e û Denîz ti carî xelas nabin”, “Denîz Poyraz nemir e” û “Jina azad jiyana azad e” hatibûn daliqandin.
 
Di hevdîtinê de kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û piştre jî Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Ziya Çalişkan axivî. Çalişkan qala girîngiya dîroka têkoşînê ya Pirsûsê kir. Piştre jî Aydenîz axivî û wiha got: “Em niha li Kurdistanê ne û ez ê bi zimanê Kurdistanê anku bi Kurdî biaxivim. Em dixwazin bi saya van hevdîtinan gund bi gund bigerin û bi gel re biaxivîn bê ka li dijî pişaftin û zextê em dikarin bi hev re çi bikin. Pirsûsê di rojên zehmet de çawa li ber xwe dabe, dê îro jî bi heman rolê rabe.” 
 
SALVEGERA PLANA ÇOKŞIKANDINÊ 
 
Aydenîz balkişand ser biryarên Lijneya Ewlekariyê ya Milî (MGK) û wiha domand: “Plana Çokşikandinê di 30’ê Cotmeha 2014’an de dest pê kir. Ev plan, bingeha xwe ji polîtîkaya înkarê ya 100 salan digire. Berdewamiya Plana Islehkirina Şerqê ye. Xwestin wê planê nûjen bikin. Xwestin çand û zimanê Kurdan tune bikin. Lê bi berxwedana Kobanê re ‘Xeyalên Osmanî’ hatin hilweşandin. Ji bo ku tola DAIŞ’ê û têkçûna van xeyalan hilînin, zextên heyî zêdetir kirin. Xwestin vê jî bi Plana Çokşikandinê pêk bînin. Yên ku ev plan xistin dewrê xwestin bêhnê li tevgera azadiyê ya Kurd biçikînin lê ew bi xwe hatin ber tunebûnê. Bi Plana Çokşikandinê re siyasetmedarên demokrasîxwaz dîl girtin. Heta niha 10 salan carekî darbe dihatin kirin. Bi vê planê re êdî mekanîzmaya darbeyê her sal dikeve meriyetê.”
 
TECRÎDA LI SER OCALAN
 
Aydenîz bi domdarî got ku Plana Çokşikandinê vala hatiye derxistin lewma jî roj bi roj tecrîd tê girankirin. Aydenîz wiha domand: “Ev tecrîd ji ewil li Îmraliyê dest pê kir û niha li her deverê belav bûye. Sedema krîza aborî, israra di polîtîkaya şer de ye. Lê heke birêz Ocalan biaxive, ev krîz dê bi dawî bibe. Me berê jî şahidiya vê rastiyê kir. Bi axaftina birêz Ocalan re aştî hat, aramî hat. Dethilatdarî êdî di her qadê de têk diçe. Ger tecrîd giran bibe, şer jî dê gurtir bibe. Ji vê jî ne tenê Kurd, hemû gel dê jê bandor bibin. Sekna li dijî şer peywira her kesî ye.” 
 
‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN’ 
 
Piştre jî Aydenîz bal kişand ser zextên li ser girtiyan û ev tişt anî ziman: “Sepanên dijmirovî di meriyetê de ne. Înfazên girtiyan tên şewitandin, girtiyan îşkence dikin û zexta li ser wan giran dikin. Lê zexta çiqas giran dikin bila bikin dê hevalên me dev ji têkoşîna xwe bernedin. Hewceye em jî dengê wan bigihînin her derê.” 
 
TÊKOŞÎNA JINAN
 
Saliha Aydenîz destnîşan kir ku li ser jinan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin lê di her qadê de jin dê li dijî vê polîtîkayê li ber xwe bidin.  Aydenîz di berdewamê de qala polîtîkaya PDK’ê kir û wiha peyîvî: “Ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe, dayikên Kurd ev 26 roj in li Deriyê Sînor ê Semelkayê çalakiyê dikin. Divê PDK cenazeyên zarokên wan radestî wan bike. Ya ku PDK dike, Tirkiye jî dike. Divê rojek beriya rojekî ev şerê qirêj bi dawî bibe. Heke PDK wiha berdewam bike, dê li her çar parçeyan jî rastî bertekên gel bê. Hewceye di vê pêvajoya dîrokî de em rêya sêyemîn ava bikin.” 
 
OZTURK: DIGOTIN QEY KURD XELAS KIRINE
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser qirkirinên ser Kurdan. Berdan got ku gelê Kurd jî dixwaze bi gelên din re wekhev bijî û wiha domand: “Lê ev daxwaza wan bi qirkirinê bersivandin. Mirov dikare Plana Islehkirina Şerqê wek destpêka van qirkirina qebûl bike. Lê Kurdan bi serhildan û bedelên giran li ber xwe dan. Xwestin di serhildana Şêx Seîd de, li Dêrsimê, li Zîlanê Kurdan tune bikin. Bi kuştina pêşengên Kurdan re digotin qey Kurd tune kirine. Lê ev têkoşîn bi birêz Ocalan re hêj bêhtir mezin bû. Em vê pergalê qebûl nakin. Partî û şexs diguherin lê zilm berdewam e. Yên ku Kurdan qebûl nakin, Kurd jî wan qebûl nakin. Em ê heta dawiyê gelên xwe biparêzin.” 
 
 
‘RÊYA ÇARESERIYÊ DIYAR E’
 
Berdan Ozturk axaftina xwe wiha xelas kir: “Kurdan ti carî li ber polîtîkaya tunekirinê serê xwe netewandin. Heke ev pergala wan berdewam bike, ne tenê du partî dê temamiya pergala wan tune bibe. Birêz Ocalan rêya çareseriyê nîşan da ye. Ew rê jî Makeqanûna Demokratîk e. Bi makeqanûneke demokratîk dikare pirsgirêka wekheviyê bê çareserkirin. Ji bilî vê rêyeke din nîne. Demek berê tezkere ji meclisê derket. Gelek dewlet niha ji we re dibêjin dagirker. Di vê rewşê de kî winda dike? Hewceye em hemû bi hev re li dijî van hewldanên şer derkevin. Kurd êdî ne Kurdên sed sal berê ne. Rewşa aboriyê li ber çavan e û desthilatdarî dixwaze bi şerê li dijî Kurdan re emrê xwe dirêj bike. Lê em xwedî wê hêzê ne ku têkoşîna xwe bidomînin. Êdî rewşeke wisa li holê ye ku bêyî Kurdan kesek nikare li Rojhilata Navîn yek gavekî biavêje.” 
 
Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî û bi pêşniyarên ji bo ‘Kampanyaya Azadiyê’ berdewam dike. 
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin