Xizmên Windayan aqûbeta Gumuş û Bayram pirsîn

  • rojane
  • 16:16 30 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED- Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 664’emîn a çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin” de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Yilmaz Gumuş pirsiyan. 
 
Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan ji bo pirsîna aqûbeta kesên bi awayekî kiryarnediyar hatine kuştin û di bin çavan de hatine windakirin û her wiha ji bo ku kujerên wan bên aşkerakirin, di hefteya 664’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin” li dar xist. Li gel Dayikên Aştiyê û Xizmên Windayan, her wiha nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. 
Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin” hat daliqandin û çalakvanan wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram hat pirsîn. Leşkerên Tirk di sala 1996’an de li gundê Demîrlî yê navçeya Qulp a Amedê bi ser malê de girtin, Şîrîn binçav kirin û piştre jî ti agahî jê nehatin girtin. 
 
‘EZ Ê NESEKINIM’ 
 
Di çalakiyê de ji ewil dayika Mehmet Şîrîn axivî. Dayika Şîrîn di dema axaftina xwe de giriya û nekarî axaftina xwe bidomîne. Piştre bavê wî Mustafa Bayram axivî û wiha got: “Ev 25 sal in ku ez li her qadê aqûbeta zarokê xwe dipirsim. Dibêjin ku dadgerên vê dewletê hene, dozgerên wan. Erê baş e wê demê çima zarokê min bêyî ku bidarizînin hat qetilkirin. Heta mirinê jî ez ê her tim aqûbeta kurê xwe bipirsim. Heta ku tiştekî ji kurê xwe dizanim, heta ez cenazeyê wî yan jî hestiyên wî nebînim ez ê nesekinim.” 
 
TÊKOŞÎNA 25 SALAN
 
Keça Mehmet Şîrîn Bayram, Halîme Bayram jî axivî û ev tişt anî ziman: “Kê, bi kîjan sedemê Şîrîn Bayram kuşt? Kê, bi hêz û fermana kê mafê jiyanê yê van mirovan ji destê wan girt? Ev 25 sal in em li van qadan li bersiva van pirsan digerîn. Lê bersivekî nadin. Lê em na westin û dê vê pirsê her tim bikin. Ji ber polîtîkaya necezakirinê heke ev pirsên me 25 salên din jî neyên bersivandin, em ê dîsa jî dev ji vê doza xwe bernedin. Yek ji berpirsyariyên bingehîn ên dewletê, parastina mafê jiyanê ye. Ev 25 sal in em van berpirsyariyên wan bi bîra wan tînin. Li dijî van bêhiqûqiyên ku bi hêza dewletê tên kirin heta niha jî pêvajoya darizandinê nedane destpêkirin. Kiryar nehatine darizandin û ev jî dê ji vir û şûnde rê li ber cînayetên kiryarnediyar veke. Daxwazên me ne lûtfek lê berpirsyariya wan e.”
 
LEŞKERAN BINÇAV KIRIN
 
Endama Desteya Lêkolînkirina Winda û Cînayetên Kiryarnediyar a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim jî metna aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram xwend. Yildirim wiha got: “Leşkeran di sala 1994’an de zextên xwe yên li ser gundê Demîrlî zêde kirin. Ji bo ku bibin cerdevan, zextên giran li şêniyên gund kirin. Lê şêniyan cerdevanî qebûl nekirin. Li ser vê yekê gundê wan hat şewitandin, gundî hatin koçberkirin. Lê malbata Bayram ji gundê xwe koç nekir. Di sala 1996’an de Şîrîn Bayram xwest biçe serdana xizmê xwe Ramazan Tekîn. Li wê herêmê gelek caran operasyon dihatin kirin lewma nekarî rêya xwe berdewam bike. Bi hizra ku dê roja din serê sibehê biçe Bîra Zeynayê, wê şevê çû cem xizmê xwe Ramazan Tekîn. Wê şevê saet derdora 11-12’an de cerdevanên Qulpê û leşkeran bi ser mala Tekîn de girtin û Şîrîn bayram binçavkirin. 
 
BAYRAM XWEST XWE BIGIHÎNE MALBATA XWE
 
Xwediya malê Hazal Tekîn (hevjîna Ramazan Tekîn) diyar kir ku wê cerdewanên bi navên Fettah û Cûmalî di dema binçavkirina Ramazan Tekîn û Şîrîn Bayram de nas kirine. Di sersibeha heman rojê de Hazal Tekîn ji bo ku mamê Şîrîn Bayram ê bi navê Îhsan Bayram ji bûyerê agahdar bike, saet di 07.00’an de diçe Bîra Zeynayê, agahiyê dide wan ku cerdevanên ji Qulpê û leşkeran Bayram û Tekîn binçav kirine. Li ser vê agahiyê Îhsan Bayram diçe Qereqola Qulpê. Li wir ji sercerdevan Huseyîn û Mûstafa Bulut ku nasên wî ne dixwaze ku derheqê Şîrîn Bayram de agahiyan bidin. Mûstafa Bulut ji apê xwe re dibêje ku li cihê xwe bimîne û li benda agahiya wî bisekine. Rojek piştre di danê nîvro de Mûstafa Bulut (sercerdevan) xwe digihîne Îhsan Bayram. Bulut dibêje ku Şîrîn li Qereqola Qulpê ye, bi çavên xwe dîtiye, bi wî re axivî ye û çavên wî hatibûn girêdan.”
 
ÊDÎ TU AGAHÎ JÊ NEHATIN GIRTIN
 
Yildirim da zanîn ku qereqolê demek piştre bangî Mûstafa Bulut kiriye û zext lê kirine ku bibêje wî Şîrîn Bayram nedîtiye. Bi domdarî jî Yildirim got ji wê rojê piştre tu agahî ji Şîrîn Bayram nehatine girtin. 
 
ÊLIH
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî çalakiya xwe ya 501’emîn li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê pêk anî. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” vekirin. Her wiha çalakvanan, wêneyên Windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Yilmaz Gumuş hat vegotin. Gumuş di 21’ê Cotmeha 1993’yan de li Taxa Yeşîltepe ya Êlihê hat binçavkirin û êdî tu agahî jê nehatine girtin.
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin