Rûviyên wê 450 rojan li derve man, cardin kîst çêbû

  • rojane
  • 09:06 31 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Semîre Dîrekçî ku 450 rojan rûviyên wê li derve man û sal û nîvek e di karantînayê de ye û nayê berdan, careke din di rûviyên wê de kîst çêbûye. Her wiha çavekî Dîrekçiyê jî hew dibîne. 
 
Semîre Dîrekçî (44) ku ji ber nexweşînên ku li girtîgehê lê peyda bûn 7 caran emeliyat bûye û di sala 2019'an de rûviyên wê 450 rojî li derve mabûn, niha di rûviyên wê de cardin kîst çêbûye. Her wiha Dîrekçî sal û nîvek e di karantînayê de ye û çavekî wê jî hew dibîne. 
 
Dîrekçî ku di Girtîgeha Amedê ya Jinan de ye, 24 sal in girtiye. Xwişka wê Mulkiye Dûrsûn xwest xwişka wê bê berdan. 
 
ÇAVEKÎ WÊ NABÎNE
 
Dûrsûn, destnîşan kir ku piştît ku xwişka wê emeliyat bûye, wê tim di navbera girtîgeh û nexweşxaneyê de birine û anîne û xwest ev eziyet bi dawî bibe. Dûrsûn, bilêv kir ku rûviyên xwişka wê ziwa bûne û bi hev zeliqîne û got: "Bijîşk gotin, 'Ji ber ku rûviyên wê bi hev zeliqîne, divê em wê emeliyat bikin.' Berê jî kîst pê re hebû. Ji mejiyê xwe jî emeliyat bû û jixwe niha çavekî wê nabîne. Du hefteyan carekê wê dibirin nexweşxaneyê, etw bi şev wê dibirin beşa lezgîn. Niha sal û nîveke di karantînayê de ye. Ji ber nexweşînên xwe bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye. Em dixwazin rojek berî rojekê bê berdan." 
 
Dûrsûn, destnîşan kir ku ji bo taloqkirina înfaza xwişka xwe gelek caran serlêdan kirine, lê hemû serlêdanên wan hatine redkirin û got: "Niha rûviyên wê ne li derve ne, lê ev ji wan tê û diwerimin. Ev tevli canê wê û xwîna wê dibe. Wê her hefte dibin nexweşxaneyê. Herî dawî gava me bi telefonê bi hev re xeber da got, 'Karantînaya min diqede, dibe ku min bibin qawîşê.' Daxwazên me hemû tên redkirin. Li girtîgehê rewşa xwişka min qet nebaş e. Em ji ber vê nerihet in û dixwazin rojek berî rojekê bê berdan. Em ditirsin ku ji nişka ve xeberek nexweş bê."
 
ROLA ATK'Ê
 
Parêzerê MED TÛHAD-FED2ê Yûsûf Çakas jî bal kişand ser rolê neyînî yê Saziya Tiba Edlî (ATK) û anî ziman ku ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye Semîre Dîrekçiyê. Çakas got: "Semîre Dîrekçî nikare bi tena serê xwe di karantînayê de bimîne. Lewma hevalên wê, diçin qawîşa karantînayê ji bo alîkariya wê bikin." 
 
Çakas, destnîşan kir ku di warê hiqûqî de tu beramberiyeke rapora ATK'ê tune ye û got: "ATK çi raporî dide bila bide, Dîrekçî nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. 
 
DÊ CARDIN EMELIYAT BIBE
 
Çakas, bilêv kir ku ji ber kîsta nû dibe ku Dîrekçî cardin emeliyat bibe û got: "Emeliyat bi tena serê xwe pêvajoyeke erjeng e. Piştî emeliyatê tedawî, karantîna, çûnhatina nexweşxaneyyê... Dibe ku di vê çûn hatinê de bi Covîd-19'ê bikeve. Heger pê bikeve dê jiyana wê bi talûkeyeke pir mezin re rû bi rû bimîne. Gava em van tiştan hemû bînin cem hev du kîjan tib, kîjan tenduristî, kîjan hiqûq dikare bibêje Semîre dikare di girtîgehê de bimîne?"

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin