Derbarê Tûncel û Akdenîzê de du lêpirsînên cuda

  • rojane
  • 09:56 31 Cotmeh 2021
  • |
img
 
 
ENQERE - Sebahat Tûncel û Sîbel Akdenîz, gava ji bo amadekirina parastinê ya ji bo Doza Kobaniyê çûbûn cihê komputeran, bi tahdeya personelên girtîgehê re rû bi rû mabûn û cezayê dîsîplînê li Tûncel û Akdenîzê hatibû birîn. Têkildarî her du cezayan lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Di 24'ê Tebaxê de li Girtîgeha Sîcan a Jimare 3 ya Tîpa L'yê cezayê dîsîplînê li Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel û endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Sîbel Akdenîzê hatibû birîn. Hat hînbûn ku di 23'yê Tebaxê de jî bi heman hincetê cezayê dîsîplînê li Akdenîz û Tûncelê hatiye birîn. 
 
DU CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ
 
Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Sîncan a Jimare 3 a Tîpa L'yê di 23-24'ê Tebaxê de bi hinceta "belesebeb xwendina sirûdê an jî berzkirina dirûşmeyan" 2 cezayên dîsîplînê li Akdenîzê birî. Desteyê mehek cezayê "qedexekirina pêwendiyê" û 2 meh cezayê "qedexekirina aktivîteyan" li Akdenîzê bir. Li Tûncelê jî mehek cezayê "bêparkirina karê biheq" û mehek jî "bêparkirina qebûlkirina serdêran" birî. 
 
Tûncel û Akdenîzê di îfadeyên xwe de diyar kirin ku di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de dirûşme berz kirine û xwesin lêpirsîna dîsîplînê ya derbarê wan de bê rawestandin. Rêveberiya girtîgehê jî di biryara xwe de derpêş kir ku cezayên dîsîplînê ne cezanî bêpîvan in û ev ceza ne tecrîd e. 
 
2 DOZÊN CUDA
 
Tûncel û Akdenîzê ji ber van cezayan di 8'ê Îlonê de serî li Dadgeriya Înfazê dan û îtiraz kirin. Ji bo cezayê dîsîplînê yê di 23'yê Tebaxê de li Akdenîz û Tûncelê hatine birîn, li Dadgeriya Înfazê ya Dudoyan a Rojavayê Enqereyê û ji bo cezayê dîsîplînê yê di 24'ê Tebaxê de jî li Dadgeriya Înfazê ya Yekê ya Enqereyê doz hat vekirin. 
 
Parêzera Tûncelê Cemîle Tûrhali Balsak, behsa binpêkirinên mafan û cezayên dîsîplînê yên li Tûncelê hatine birîn kirin. 
 
Balsak, anî ziman ku Tûncel ji roja ku çûye Girtîgeha Sîncanê heya niha bi muameleyên xirab re rû bi rû dimîne û got: "Hê jî di girtîgheke demborî de tê girtin. Li Girtîgeha L3'yan dimîne ku ev jî tenê ji bo karantînayê tê bikaranîn. Şert û mercên fizîkî yê li vira li gor karantînayê hatine amadekirin. Heya tu bibêjî cihekî zolekirî ye û personel jî li gor wê hatine bicihkirin. Yanî hê ji roja ewil de bi muemaleyeke xirab re rû bi rû amye. Demeke dirêj bi tena serê xwe di girtîgehê de ma. Paşê Sîbel Akdenîzê birin cem wê." 
 
DI DEMA VEKOLANDINA DOSYEYÊ DE TAHDE
 
Balsak, anî ziman ku di hevdîtinê de Tûncelê gotiye: "Her tim bi muameleya kêfî ya îdareyê re rû bi rû dimîne, pirtûkan nadin, hin materyalên têkildarî parastinê jî nedane, tim davêjins er qawîşê û di dema hin daxwaznameyan de astengiyan derdixin. Herî dawî dadgehê biryar da ku materyalên dîjîtal ên têkildarî dozê bên vekilandin. Lê îdareya girtîgehê rojê tenê du saetan destûra vê yekê dide." 
 
Balsak, bilêv kir ku gava Tûncel û Balsak ji bo vekolandina materyalên dîjîtal çûne, li odeya komputeran bi taciz û tahdeya devkî ya personelan re rû bi rû mane. 
 
JI PAŞDE KELEMÇE KIRIN
 
Balsak, anî ziman ku piştî ku Tûncel û Akdenîzê li ber vê rabûne, muameleya xirab zêdetir bûye û destên wan ji paş de hatiye kelemçekirin. 
 
Balsak, diyar kir ku Tûncelê ji ber vê tahdeyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye û gilî kiriye û got: "Lê tu tişt nehat kirin. Yanî lêpirsîneke çalak nehat kirin." 
 
Balsak, da zanîn ku pêvajoya îtirazê ya ji bo cezayên dîsîplînê jî didome û biryara teqez dê piştî biryara dadgeriya înfazê ji aliyê dadgeha cezayê giran ve bê dayîn. 
 
ASTENGKIRINA MAFÊ PARASTINÊ
 
Balsak, destnîşan kir ku mafê parastinê bi temamî hatiye astengkirin û got: "Parastin tenê li hêwanên dadgehan nayê kirin. Divê îdare şert û mercên ji bo amadekirina parastinê amade bike. BErpirsiyarê sereke yê neamadekirina van şert û mercan jî dadgeh e. Divê ew vê yekê bike." 
 
Her wiha Balsak, ragihand ku ji bo Tûncel sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê bê kirin gelek caran daxwazname dane, lê belê îdareya girtîgehê bi tu awayî biryar nedaye û îşaret bi Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan kiriye û dadgeha înfazê jî biryareke bi v rengî daye. 
 
Balsak, destnîşan kir ku ya tê kirin, mudaxileya li mafê parastinê ye. 
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin