31 salan di girtîgehê de ma: Pêlêkirina axê bo min xerîb tê

  • rojane
  • 10:58 31 Cotmeh 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Fahrettîn Şahîn di 24 saliya xwe de kete girtîgehê û 55 saliyê de derket. Şahîn wiha qala derketina xwe ya derve dike: “Nizanim bê ka jiyana derve kengî li min asayî bibe. Bêhna darekî, gulekî yan jî temaşekirina asîman ji min re gelek xerîb tê. Pêlêkirina axê ji bo min gelek xerîb tê.” 
 
 
Dewleta Tirk bi salane hewl dide bi girtina Kurdan re têkoşîna wan biçewisîne. Yek ji polîtîkayên bingehîn jî ev e. Lê bi pêşxistina berxwedana li zindanan re ev polîtîka vala hat derxistin. Berxwedana li girtîgehan têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurtir kir û ji hêviyên wan re bû çavkaniyeke xurt. Her sal bi dehan Kurd bi hincetên belasebep tên binçavkirin, girtin û cezayên giran lê tên birîn. Yek ji wan jî Fahrettîn Şahîn e (55).  Şahîn di 1991'an di 24 saliya xwe de li Mîdyat a Mêrdînê bi birîndarî tê girtin. Bi rojan tê îşkencekirin û herî dawî bi îdiaya “endamê rêxistinê ye" 31 sal ceza lê tê birîn. Ji Amedê heta Dîlok, Aydin, Nazîlî û Îzmîrê li gelek girtîgehan dimîne. Herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Boluyê dimîne. Di 16'ê Nîsanê de cezayê Şahîn diqede lê nayê berdan û 6 meh piştre di 14'ê cotmehê de tê berdan. Fahrettîn Şahîn serpêhatiya xwe ji ajansa re me vegot. 
 
DI 6 GIRTÎGEHAN DE MA
 
Fahrettîn Şahîn diyar kir ku di gelek girtîgehan de ma ye û wiha got: “Di sersibehê saet di 4:00'an de bi birîndarî hatim girtin. Ji wir derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê kirin. Lê nedihatim dermankirin. Deh rojên destpêkê rastî îşkenceyekî giran hatim. Nêzî mehekî binçavkirî mam. Rewşa wê demê cuda bû û îşkence, zext û gefên mezin li ser girtiyan hebûn. Lingê min bi birîn bû lê dîsa jî îşkence li min dikirin. Mehek piştre derbasî girtîgeha Mêrdînê kirin lê di 90'an de li wir qawîşa siyasiyan nebû. Li wir hefteyekî mam û piştre jî veguhezandin Amedê. Girtîgeha Amedê bandorekî mezin li min kir. Bo Kurdan ew der xwedî wateyeke cuda ye. Heta sala 93'yan li wir mam.”
 
GIRTÎGEH BI GIRTÎGEH TÊ SIRGÛNKIRIN
 
Bi berdewamî jî Şahîn got ku bi hatina hikûmeta Çîler re teroreke mezin li ser girtîgehan hat meşandin û wiha domand: “Geşedanên derve bandoreke zêde li girtîgehan dike. Li dijî girtîgehan êrişeke mezin hebû. Di êrişan de 13 hevalên me şehîd bûn. Me dest bi greva birçîbûnê kir û hêj çalakî xelas nebûbû ku em sirgûnî Dîlokê kirin. Heta 94'an li Dîlokê mam. Piştre girtîgeha Dîlokê valakirin. Me sedema vê fêm nedikir. Em piştre serwext bûn ku ji Amedê ber bi Dîlokê ve koçberiyeke mezin çêbûye. Vêcarê jî şandin Aydinê. Heta 1999'an li Aydinê mam. Piştre derbasî Naziliyê kirin. Li wir jî 4 salan mam. Piştre girtîgehên tîpa F vekirin. Ji Aydinê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê kirin. Ji wir jî sirgûnî Boluyê hatim kirin. Ez 16 salan li Boluyê mam. Cezayê min di 16'ê Nîsana 2021'an de bi dawî bû. Lê nehatim berdan. 6 meh piştre di 14'ê Cotmehê de hatim berdan.”  
 
'RÊVEBERIYÊN GIRTÎGEHÊ LI GORÎ PÊVAJOYAN DIGUHERE'
 
Şahîn di berdewamiya axaftina xwe de behsa awayê rêvebirina girtîgehan kir û ev tişt anî ziman: “Geşedanên li siyaseta derve, raste rast bandorê li girtîgehan dikin. Ger pêvajoyeke aştiyê hebe, nêzikatiya li hundir jî bi aştiyane dibe. Dema şer hebe jî, li hundir zext û êriş hene. Bi hovane ser qawîşên me de girtin û 13 hevalên me li korîdorê şehîd kirin. Wan salan polîtîkayeke taybet hebû. Di 2014’an de bi pêvajoya çareseriyê re hinek baştir nêz bûn. Kadroyên girtîgehê bi temamî hatin guhertin. Kesên nû dihatin û nêzikatiya wan baş bû. Heta ku Kovara Serxwebûnê jî ji me re dianîn. Lê bi destpêkirina şer re karmend dîsa guherîn û nêzikatî tund bû. Êdî dev ji Kovara Serxwebûnê berde, nedihiştin Evrensel jî bikeve girtîgehê. Hêzeke provakatîf, êrişkar, çêrker û dijminane nêz dibe anîbûn. Bi şerê li Garê re bêhtir êrişkar bûn. Dema li derve têk diçûn, êrişên wan ên li hundir zêdetir dibûn.”
 
'TENÊ DAYIK BÛN DENGÊ ME' 
 
Şahîn dibêje ku yên derve bi qasî tê xwestin alîkariyê nadin girtiyan û wiha pê de çû: “Girtiyan tu carî serê xwe netewand. Çi ketibe ser milê wan, pêk anîn. Tevî şert û mercên giran ên girtîgehan jî çalakiyên mezin kirin. Bi taybet jî ji 2000'an ve girtîgeh veguheriye cihekî cuda. Em deyndarên gelê xwe ne û her kes hewl dide vî deynê xwe bide. Di van salên dawî de li hemberî kesên derve şikestinek heye. Di 2019'an de 200 roj di greva birçîbûnê de man. Gelek bangawazî hatin kirin lê saziyên civakî bêdeng man, çalakiyên xurt nehatin kirin. Vê jî bi xwe re acizî çêdikir. Tenê dayikan çalakî kirin. Vê jî moraleke mezin dida hevalan. Me digot hema dayik li cem me bin besî me ye. Tecrîd gelek giran bûye û divê em ji bo şikandina tecrîdê dengê xwe bilind bikin.” 
 
'JI MIN RE PÊLÊKIRINA AXÊ GELEK XERÎB TÊ'  
 
Şahîn herî dawî jî qala derketina xwe kir û wiha derbirî: “Mirov nizane bê ka dê vê hestê çawa vebêje. 31 sal ne demekî kin e ji bo mirovekî. Her tişt bo min gelek xerîb tê. Carnan nikarim xeber bidim. Dizanim ku li derve me lê nizanim tişta ku niha hîs dikim vebêjim. Stenbol gelek qelebalix bû û vê jî ez ecêb dihiştim. Rojekî min ji kesekî li cem xwe pirsî ‘ev çi ye, çima ewqas tarî ye?’ Hînî derve nebûme. Dema li rêya rast dimeşim, weke ku di rêyeke şaş de bim hîs dikim. Pirsgirêka min a xewê jî heye ku nikarim razêm. Rojê ka nîvsaetê radizêm an na. Nizanim bê ka jiyana derve kengî li min asayî bibe. Ev jî dem dixwaze. Lê di têkiliyên mirovan de guhertinên gelek mezin hene. Ev bo min balkêş tê. Bêhna darekî, gulekî yan jî temaşekirina asîman ji min re gelek xerîb tê. Pêlêkirina axê ji bo min gelek xerîb tê.”
 
MA/Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin