‘Arîn Mîrkan Kobanê bi dinyayê da nasîn'

  • jin
  • 09:01 1 Mijdar 2021
  • |
img

KOBANÊ - Helîme Osman ku li Kobanê di eniyên şer de li dijî DAIŞ'ê şer kir û îro jî li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe, diyar kir ku Tirkiye û DAIŞ ji "nasnameya berxwedêr a jinê" ku bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin ditirsin. 

Kobanê ku bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê mîrateyeke mezin a berxwedanê ji cîhanê re hişt, xwe amade dike ku salvegera 7' emîn a 1 'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz bike. Yekane bajarê Sûriyeyê ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de êrîş kiriyê lê nikaribûye dagir bike Kobanê ye. Bi vî rihê xwe yê têkoşer ji cîhanê re bû mînak. Kobanê xeteke nû di dîroka berxwedanê de xêz kir û DAIŞ têk bir. Her wiha bi gelên cîhanê re xeteke eniya enternasyonalîst ava kir. Piştî ku êrişên DAIŞ'ê hatin şikandin û şer bi serkeftinê bi dawî bû 1' ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Di vê pêvajoya ku li dijî Kobanê êrişên Tirkiyeyê pêk tên de wê Roja Kobanê ya Cîhanê bê pÎrozkirin. Helîme Osman ku ji êrîşên dagirkeriyê yên DAŞ'ê ve bajarê xwe neterikandiye, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala salên berxwedanê û pêvajoya ku rê li ber 1'ê Mijdarê vekir kir.
 
ŞERÊ KOBANÊ
 
DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de piştî ku li Iraqê Mûsilê û li Sûriyeyê jî Reqayê dagir kir, berê xwe da Kobanê. DAIŞ'ê ji xeta rojhilat, rojava û başûr ve êrîşî Kobanê kir û li bajarê ku difikirî dikare bi hêsanî dagir bike, rastî berxwedaneke dîrokî hat. Berxwedana bi pêşengiya YPG/YPJ'ê bi lez û bez li cîhanê deng veda, Ev bû pêvajoya destpêkirina têkçûna DAIŞ'ê. Xeta berxwedanê gelan ber bi berxwedana Kobanê ve bir, di heman demê de dengê berxwedanê pêl bi pêl belav bû. Ji ber ku di pêvajoya têkbirina DAIŞ'ê de li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû ava bûn, berxwedana Kobanê temenê xeta rêya sêyemîn a li Sûriyeyê hatiye avakirin îsbat kir.
 
GAV BI GAV BERXWEDAN
 
Di wê demê şervanên YPG/YPJ'ê û di serî de jin ji gel jî  gelek kesan cihê xwe di xeta berxwedanê de girtin. Yek ji wan jinan Helîme Osman bû ku berxwedanê bi gotina "Em li vê xakê ji dayik bûne, em ê li vê xakê bimirin" kurteber kir. Osman ji bo Komuna Jinê ya Sara ku niha li bajêr e dixebite. Li wir li dijî tundiya li ser jinê dixebite. Osman ku bi şoreşa 19 'ê Tîrmehê re di nava hêzên polîsan ên li bajêr hatin avakirin de cih girt, anî ziman ku piştî avakirina hêzên parastinê wan dest bi avakirina qada civakî kirine. Osman, diyar kir ku yek ji wan "Mala Jin" bû û anî ziman ku piştî şoreşê wan kanton îlan kirine û hemû stûnên xwe yên civakî ava kirine. Osman, da zanîn ku heta sala 2014'an ew bi vî rengî hatine, piştre êrişên li dijî şoreşê zêde bûne û destnîşan kir ku êrîşên destpêkê El Nûsra li dijî Girê Spî û Cerablûsê pêk aniye. Osman, diyar kir ku êrîş zêde dibin û bi lêv kir ku di wê demê de DAIŞ'ê piştî ku Mûsil û Reqqa yê xist bin kontrola xwe û xwe amade dikir ku berê xwe bide Kobanê 
 
Osman, got ku divê êrîşên DAŞ'ê yên ji Iraq û Sûriyeyê heta Kobanê ji rêzê neyên dîtin û Di serî de Tirkiye û Amerîka bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di êrîşên DAIŞ'ê de. 
 
TÊKÇÛNA DAEŞ
 
Osman, destnîşan kir ku ji 3 milan ve êrişên bêhempa li dijî Kobanê hatine kirin û wiha got: "Li dijî vê gelê Kobanê bi YPG/YPJ'ê re derbasî berxwedanê bûn. Li dijî êrîşan ewqas bersiv dihatin dayîn. Li aliyê din Tayyîp Erdogan hat nêzî sînor û got, 'Kobanê ket'. Lê Kobanê bi felsefe û ramanên Rêber Apo li ber xwe da û winda nekir. DAIŞ'ê ev nekir. Bêguman ev berxwedanê bi tenê ji ber tiştên li vir qewimîn bi ser neket. Çalakiyên gelê Bakur ku bi şev û roj li ser sînor eniyekê ava dikirin, nayê jibîrkirin. Ji bo Kobanê xeta sînor ji wan re bû. Berxwedaneke bi vî rengî Kobanê bi cîhanê da naskirin. Di encamê de DAIŞ li Kobanê hat şikandin." 
 
Derbarê çêkên hatin bikaranîn de jî Osman, bi lêv kir ku berxwedana dîrokî bi keleşên ku çekên ferdî ne bi ser ketiye û ev tişt anîn ziman: "Çeka meya herî giran doçka bû. Wan jî hemû çekên giran ji Mûsilê û Reqqayê kom kiribûn û hatibûn. Gelê Kobanê yê xwedî wijdan ku tu carî bajarê xwe neterikand, li pişt şervanan bû. Li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe dan. Şervanan moral ji vî gelî girtin û şer kirin. Serketin bi gel re tê. Eger gel li cem hêzên parastina xwe dikin bisekine, wê Kobanê bi tû awayî têk neçe. Ev ji bo roja me ya îro derbas dibe. Ji sala 2012'an heta 2021'an Kobanê di bin êrîşên domdar de ye."
 
GAVA HERÎ MEZIN JINAN PÊK ANÎN
 
Osman, bal kişand rola jinan a di berxwedanê de û axaftina xwe wiha doman: "Di şer de şikestina herî mezin jinan pêk anîn. Berxwedana bi pêşengiya YPJ'ê tirs berda dilê DAIŞ'ê. Bi gazincên xwe di nava şerekî de bûn. Îro DAIŞ û Tirkiye ji jina kurd ditirse. Berxwedana wê ya dîrokî dîtin. Ji ber ku jina kurd li hemberî wan stûyê xwe xwar nake. Lewre girêdayîbûna bi axa xwe, welatê xwe û fikrên Rêber Apo ku jinan azad dike heye. Vê ramanê nasnameya jinê ya berxwedanê afirand. Jina xwedî ziman, çand, ax, welat û raman bi van fikran li dijî dagirkeran disekine."
 
SERKEFTIN Û 1'Ê MIJDARÊ
 
Di berdewamê de Osman, got ku berxwedana dîrokî ruhê yekîtiyê yê kurdan li her çar parçeyan afirand û destûr da ku hemû gelên cîhanê berê xwe bidin Kobanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê xwîna herkesî li Kobanê li hev ket. Ev jî bi berxwedanê şênber bû. Gelan û berxwedêran 1'ê Mijdarê anîn . Cîhanê bi vî rengî Kobanê nas kir. Navê wê bi berxwedanê derket holê. Em niha dîsa di bin êrîşan de ne. Dijmin gelê Kobanê dike hedef. Dewleta Tirk êrişî me dike. Hewl dide mafên me ji destê me bigire. Divê Kobanê ji sala 2014'an bêtir li welat û axê bê pêçandin. Tevî ku her roj zarokên me dikujin jî bi hezaran mirov hene ku wê cihê xwe bigirin. Tu nikarî Kobanê tune bikî, tu nikarî me tune bikî. Bila Tirkiye nefikire ku wê Kobanê bigire, em ê li vir bisekinin heta ku zarokek, yek kal û pîr hebe. Û em ê berdêla vê axê bidin. Em li ser vê axê ji dayik bûn û em ê li ser vê axê bimirin."
 
ARÎN MÎRKAN 
 
Osman, da xuyakirin ku di serî de Amerîka hêzên navneteweyî piştî ku dîtin DAIŞ şikestiye hatin Kobanê û xwestin bibin hevparê serketinê û destnîşan kir ku ev hêz durûtiyê dikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Di wê berxwedana dîrokî de ez jî 25 rojan di eniyan de mam. Ma gelo Amerîka nedît ku DAIŞ hatiye Kaniya Kurda? Dema Kobanê bi hêza xwe bi ser ket, xwestin bên û bibin şirîk. Hewl dan serketina ku di encama berxwedana şervanan de bi dest xist, bidizin. Lê berxwedan bû ya me. Yê ku li ber xwe da û Kobanê bi cîhanê da naskirin YPJ û YPG bûn. Arîn Mîrkan bû, canê xwe feda kir. Îro bi saya Arîn Mîrkanan em hatin van rojan. Îro li ser maseyê tên cem hev û dibêjin, 'Me Kobanê rizgar kir, me DAIŞ têk bir'. Rastiyê berovajî dikin. Wê demê çima ji seranserê cîhanê tevlîbûn ne ji bo Amerîka û hêzen din tene ji bo YPG û YPJ'ê de çêdibû? Ev li ber çavê herkesî bû."
 
MA / Nazim Daştan
 
 

Sernavên din

08/11/2021
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê