Ciwan di têkoşînê de bi israr in: Hewceye berteka gel xurtir bibe

  • rojane
  • 09:01 1 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX – Endam û xebatkarên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku li dijî polîtîkaya fuhûş û tîryakê têdikoşin, dibin hedefa polîtîkaya çewisandinê. Yek ji xebatkarên meclisê Mazlum Gok dibêje ku êdî nêzikatiya ‘bila tiştek bi min nebe hema çi bi kê dibe bila bibe’ bi kêrî tiştekî nayê û têkoşîneke birêxistinkirî şert e.

Polîtîkaya şerê taybet a li herêmê tê meşandin li gel operasyonên qirkirina siyasî, her wiha bi şêwazên wek tiryak, fuhûş, revandin û sîxûrkirinê li ser civakê şênber dibe. Pergala ku dixwaze hesta baweriyê di nava civakê de qels bike, bi vî awayî hewl dide tehekûma xwe li ser civakê xurt bike. 
 
Ciwan û jin li dijî vê polîtîkayê wek gefa herî mezin tên dîtin lewma jî yên herî zêde dibin hedefa vê polîtîkayê ew in. Xebatkar û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî vê polîtîkaya ku di aliyên siyasî, aborî, civakî û çandî civaka Kurd dike hedefa xwe, xebatan dimeşînin. Lewma jî bûne armanca polîtîkaya çewisandinê. Di çarçoveya kampanyaya "Werin em tiryakêşiyê tune bikin û jiyana azad ava bikin” de li navçeya Silopiya ya Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ozan Yildiz hat lidarxistin. Mazlum Gok (26) jî ji Edeneyê beşdarî tûrnûvayê bûye û yek ji ciwanane ku rastî zext û gefan hatiye. 
 
HEWLDANÊN ÇAVTIRSANDINÊ
 
Gok da zanîn ku rastî gef û zexta sîxûriyê hatiye û wiha qala bûyerê kir: “Ez xebatkarê Meclisa Ciwanan a HDP’ê me. Navberekê kesek li min geriya ku min hejmar nas nedikir. Dema min bersiv dayî jî got; ‘Ez polîs im û navê min Ahmet e. Em dixwazin te bibînin. Di destê me de belgeyek heye û divê em radestî te bikin. Gelo dikarî werî qereqolê?’ Li ser van gotinan ez jî çûm qereqolê. 5 kesan ez xistim odeyekê. Gotin; ‘Em dixwazin bi te re hevnas bin.’ Dema min sedema vê yekê ji wan pirsiyayî gotin; ‘Em dixwazin bi te re hevkariyê bikin. Em dizanin ku tu diçî partiyê û tê. Li wir çi kirin û axaftin em dixwazin tu bo me bibêjî. Em jî dê alîkariya madî û manewî bidin te.’ Min jê re got ku karekî derqanûnî nakim û hewcehiya min bi alîkariyê nîne. Piştre jî ji wir çûm. Çend rojek piştre hatin febrîqeya ez lê dixebitiyam. Ez li wesayîteke bêplaka ku camên wê reş bûn siwar kirim. Dosyayek nîşanî min dan û gotin; ‘Ka em lê binêrin bê ka dê êdî bikarî biaxivî.’ Min çavek li dosyayê gerand û dît ku bi gelek sûcan hatime tawanbarkirin. Piştre ji min re gotin; ‘yan tu dê ji vir biçî yan jî dê rojekî jî xweşî bi canê te nekeve’ û li min xistin. Demek piştre bi ser mala min de girtin û hatim binçavkirin. Lê piştî ku min li dijî vê polîtîkaya tirsandin û bêzarkirinê li ber xwe da, êdî li holê xuya nekirin.” 
 
‘TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ FERZ E’
 
Di berdewamê de jî Gok anî ziman ku êdî feraseta ‘hema bila tiştek bi min nebe, çi bi kê dibe bila bibe’ bi kêrî tiştekî nayê û wiha pê de çû: “Tu li mala xwe rûnî û xwe tev li tiştekî nekî jî dê ew mar rojekî were û bi te ve bide. Dikare te ber bi tiryakê ve kaş bike. Dikare zarokê te bike tiryarkêşek. Dikare çand û zimanê te bipişêv e. Pergal bi taybet jî ji ciwanan ditirs e. Ji ber ku hêza muxalîf a sereke ye. Dema mirov li dîrokê dinihêre ev rastî hîn baştir tê dîtin. Em baş dizanin bê ka pêjaroja dikarin çawa ava bikin. Em pêşengtiya çalakiyên civakî dikin. Pergal jî ji bo pêşîlêgirtinê van tiştan dike. Li dijî jin û ciwanan şer daye destpêkirin. Ji hêlekî bi pergala perwerdeyê me dejenere dikin, li hêla din jî hewl didin me kesayetên bêfikr û bêhilberîn biafirînin. Lê dê bi ser nekevin. Hewceye em li dijî vê hewldanê bibin yek.” 
 
TIRSA PERGALÊ YA JI CIWANAN
 
Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Arjîn Tuncer (19) jî ji Wanê beşdarî tûrnûvayê bûye. Tuncer dibêje ku dema pergal li hemberî ciwanan têk diçe serî li rêbazên wiha dide û wiha axivî: “ Dixwazin bi vî awayî ciwanan bixin kontrola xwe. Bi şopandina fîzîkî hewl didin derûniya sûcdariyê li ser ciwanan ava bikin û bi vê zextê wan kontrol bikin. Dema firsendê dibînin jî hewl didin bi tirs û îşkenceyê ciwanan bi temamî kontrol bikin. Xebatên xwe yên sîxûrkirinê herî zêde jî li taxên polîtîk û birêxistinkirî dimeşînin. Li van taxan hewl didin ciwanan têxin çirava tiryak û fuhûşê. Bi vê hewldana xwe jî pergal dixwaze hêza pêşeng a civakê têxe bin venihêrîna xwe û civakê ji hêz bêxe. Ji ber ku rol û rista ciwanan diyar e. Ciwan pêşengên civakê ne. Lewma tirs û xofeke pir mezin a pergalê ji ciwanan heye.” 
 
‘BERTEKÊN CIVAKÎ DIKARE PÊŞÎ LÊ BIGIRE’
 
Tuncer herî dawî jî wiha got: “Bi polîtîkaya revandin û sîxûrkirinê re hewl didin hesta baweriyê ya civakê têk bibin. Dema em li dîroka Kurdan dinihêrin baş dibînin bê ka têkiliyên cîrantiyê di navbera Kurdan de çiqas bihêzin. Lê di van demên dawî de gotinên wek ‘ew mala he wiha ye, ev male wiha ye’ pêş dikevin. Ev gotin jî hesta baweriyê dikuje. Heke pergal di vê mijarê bi ser keve, dê bikare pêşî li pêşketina têkoşîna rêxistinkirî jî bigire. Dixwazin ku her kes xwe bikişîne quncikê xwe û jiyaneke li ser bingeha ezezîtiyê ava bikin. Hewceye em vê rêbaza şerê taybet a pergalê baş fêm bikin û bidin fêmkirin. Hewceye ku em li dijî sîxûrkirin, tiryak, fuhûş û bêesilkirinê bertekekî civakî nîşan bidin.” 
 
MA / Omer Akin  
 

Sernavên din

08/11/2021
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê