Ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî kirin fîlm

img

KOBANÊ – Derhêner Ozlem Yaşar ku fîlmê berxwedana Kobanê çêkir dibêje ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî rastî ye. Yaşar diyar kir ku ya diket ser milê wan jî ew bû ku vê rastiyê bi hunerê şênber bikin. 

Serkeftina li dijî DAIŞ’ê ku mîna ewrên reştarî li ser serê mirovahiyê kom bûbûn, bi berxwedana Kobanê re di dîroka têkoşînê de rûpeleke nû vekir. Berxwedana li bajêr ku bi mehan berdewam kir û çav û guhê hemû cîhanê li ser bû, bi navê “Kobanê” di sînemayê de cîh girt. Derhênera fîlm Ozlem Yaşar û Komuna Fîlman a Rojava jî çêker e fîlm e.  Sînoryaya fîlm ji hêla rojnameger û nivîskar Medya Doz û Ozlem Yaşar ve hat amadekirin. Di fîlm de pêvajoya êrişa DAIŞ’ê ya di 2014’an de ya li dijî Kobanê û şerê piştî wê hatiye vegotin. Di gelek beşên fîlm de ku li Kobanê, Tebqa û Firatê hatine kişandin, gelek sînemagerên Komûna Fîlman a Rojava, enternasyonalîst û Kurd tê de cîh girtin. 
 
Tê gotin ku bi munasebeta 1 Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dê fîlm îro bê ragihandin. Derhênera fîlma “Kobanê" Ozlem Yaşar têkildarî mijarê bi Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Yaşar diyar kir ku dema wan fîlmê xwe dikişand, Tirkiyeyê carnan êriş dikirin. Yaşar daxuyand ku ev şer di dîrokeke nêz de qewimî ye û wan jî xwest di sînemayê de cih jê re veqetînin. 
 
Di berdewamê de Yaşar da zanîn ku gelên herêmê 7 sal berê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civiyan û rêveberiya xweser ragihandin. Yaşar destnîşan kir ku gelên li vê herêmê bi armanca bersivandina pirsa “gelo em ê çawa bikarin sîwaneke ku em hemû bi hev re, wekhev û azad bijîn ava bikin” hatine gel hev. Yaşar dibêje ev pergala ku ji hêla gelên herêmê ve hatiye damezirandin, dikare ji tevahiya mirovahiyê re bibe mînak. Yaşar bibîr xist ku DAIŞ’ê piştî qirkirinên li Mûsil û Şengalê, berê xwe da Kobanê û êrişî pergala wê kir ku hemû gelên herêmê bi hev re damezirandibû. 
 
HÊZA BERXWEDANÊ NÎŞAN DA
 
Yaşar got ruhekî ku statûkoya heyî red dike û dibêje; ‘jiyaneke cudatir pêkan e’ derketiye holê û wiha domand: “Serhildana hêzeke wisa bû ku vê hêzê li dijî qirkirin, tunekirin û zextên li ser Kurdan digot; ‘yên ku li vir em in, bi salan e em li ser vê xakê dijîn û me pêşengtiya şaristaniyan kiriye.’ Kobanê veguherî ruhekî wisa ku hemû kesên ev hest dijiyan xwedî lê derketin, mirov dikare bibêje dilê wan li wir lê dida û xwe di wê berxwedanê de didîtin. Li dijî DAIŞ’ê ku hêzên xwedî dewlet jî pê nedikariyan û bi serê hemû cîhanê ve bûbû bela, hejmareke kêm a mirovan ên bêçek mal bi mal, kolan bi kolan û tax bi tax têkoşiyan. Wan, ev hêz nîşanî hemû cîhanê dan. Lewma ji bo hemû mirovahiyê bû hêviyek, bû kelecanek.” 
 
CIHÊN KU FÎLM LÊ HATIYE KIŞANDIN
 
Ozlem Yaşar da zanîn ku hemû sehneyên fîlm li Rojava hatine kişandin û wek cih jî bi taybet Kobanê hatiye bikaranîn. 
 
ŞERVAN JÎ DI FÎLM DE HENE
 
Bi domdarî Yaşar destnîşan kir ku fîlm bi awayekî xwezayî li Kobanê pêş ketiye û wiha pê de çû: “Hema hema hemû kesên ji bo fîlm bi min re xebitîn, wan bi xwe ew şer jiya ye. Gelek kesên di fîlm de cîh digirtin, rola xwe bi xwe dilîst. Wek lîstikvanên alîkar di beşên rewşa şer de, koçberî, vegera li bajêr û şerê piştre de gelek caran xuya dikin. Li hêla din gelek kesên wê demê di nava refên YPG û YPJ’ê de cîh digirtin, di fîlm de lîstin. Kesên bi rola xebatkarên tenduristiyê, dayikên ku li eniyên paş ji şervanan re xwarin çêdikirin, kesên şervanên jiyana xwe ji dest didan vedişartin û hwd. rola xwe bi xwe dilîstin. Yek ji lehengên fîlm Gelhat e û kesê ku rola wî dilîst Awar Alî ye. Wî hevalî jî di nava vê pêvajoyê de cîh girtibû. Her wiha kesên di nava koma Şemsî Şîmal de cîh digirtin jî di film de hene.”
 
CIHÊN KU ŞOPÊN ŞER HÊJ JÎ LÊ ZINDÎ
 
Derhêner Yaşar anî ziman ku yek ji tiştên herî zêde ruh dide fîlm û mirov bikare herî zêde hîs bike jî cih e û wiha peyîvî: “Lewma me fîlm li Kobanê kişand. Li wir hêj niha jî şopên şer pir zindî ne. Hema hema her cihê ku me fîlm lê dikişand, em rastî şopên şer dihatin. Me şahidiya kesên li wir birîndar bûn, kesên li wir jiyana xwe ji dest dane kir. Me hewl da fîlm, li cihê ku şer lê qewimî bû çêbikin. Bêguman vê yekê berpirsyariyeke hestê jî bi xwe re anî. Me hewl da tişta heyî bi rengekî herî baş û herî rast nîşan bidin. Hewce ye cih jî ji milekî ve nûnertiya vê rastiyê bike. Di esasê xwe de mirov dikare bibêje ku sînema ji hêlekî ve şêweyekî şîrovekirina cih e. Ew yek ji wan deveran e ku em dikarin ezmûnên berê li wir biceribînin. Me jî hewl da ji vê sûd bigirin.”
 
'ME FÎLM DI BIN ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ DE KIŞAND’
 
Yaşar destnîşan kir ku her roj gef li statûya Rojava tên xwarin û kişandina fîlmekî ya li devereke wiha bi tena serê xwe zehmetiyên mezin bi xwe re tîne û wiha derbirî: “Zehmetiya me ya herî mezin êriş bûn. Çêkirina fîlmî di di dema êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de kete rojeva me. Lê me ji neçarî projeya xwe paşde xist. Mijara fîlm, şerê bajêr ê Kobanê ye. Dema fîlm jî gelemperî zivistan e. Di dema kişandina fîlm de em gelek caran rastî gef û êrişan hatin. Deverên ku em lê diman hatin topbarankirin, balafirên keşfê yên Tirkiyeyê li ser me digeriyan û li deverên ser sînor jî pirî caran gef li me dihat xwarin. Heta gelek caran gule li me reşandin. Lê tevî hemû zext û gefan jî me fîlmê xwe kişand. Li gel van zehmetiyan, pandemiyê jî kir ku fîlmê me hinek vemîne û pirsgirêk derkevin.” 
 
DI 1’Ê MIJDARÊ DE BANGEWAZΠ
 
Yaşar daxuyand ku gelek derdor berxwedana Kurdan a li Kobanê wek berxwedaneke ji bo mirovahiyê pênase dikin û ev şîrove kir: “Li gorî me ev pênase, pênaseyeke rast e. Vê berxwedanê baş nîşan da ku tevî hemû bêderfetiyan jî heke mirovahî bi hêvî be, wê demê serkeftin her tim pêkan e. Mirovahiyê bi ragihandina 1 Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re ev nirx nîşan da. Me jî hewl da fîlmê vê berxwedana dîrokî çêbikin. Ev fîlm dê bibe tiştekî yekemîn. Bêguman ev dê ya dawî nebe. Ji ber ku serpêhatiya her kesê li vir şehîd bûye, bedel da ye, birîndar bûye û hemû kesên ku li vir ked dane hêjayî fîlmekî ye. Dê bidome, berxwedana Kobanê dê bibe mijara fîlm û stranên berxwedanê. Dê gelek qadên hunerê yên cuda vê mijarê vebêjin. Em ê di 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de fîlmê xwe ragihînin. Wateya vê bo me tiştekî cuda ye.”
 
EM PARÇEYEKE KOBANÊ NE
 
Derhêner Ozlem Yaşar herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Em parçeyeke wî şer û berxwedanê ne. Dilê her Kurdekî wê demê bi Kobanê re bû. Dilê wan, hizra wan, guhê wan bi şiklekî her li ser Kobanê bû. Li gel hevalê min ê zarokatiyê, gelek hevalên min ên din li vir jiyana xwe ji dest dan. Wek derhênerek yek ji tişta ku zêde bandor li min kir jî ev bû. Kobanê rast bû, ew ruhê ku ber bi serkeftinê ve birî rast bû. Tişta herî mezin ku em bikarin bikin ev e, divê em rêz û hurmeta xwe bi hunera xwe nîşanî wan bidin. Ked û fedekariyeke gelek mezin a her hevalekî me di vê xebatê de heye. Wateya Kobanê ji bo her kesî cuda ye, mirov vê bi rehetî dibîne. Ev hewldan, encama vê kedê ye.” 
 
Yên ku fîlm mereq dikin dikarin li ser van hesaban bişopînin: “instagram.com/kobanefîlm , twitter.com/kobanefîlm , facebook.com/kobanefîlm” 
 
MA / Nazim Daştan   
 

Sernavên din

08/11/2021
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê