HDP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir

  • rojane
  • 11:32 1 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê, di daxuyaniya xwe derbarê Roja Kobanê ya Cîhanê de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kobanê û ev tişt got: "Li dijî gefên êrişên nû yên li ser gelên Kobanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê em ji cîhanê hêvî dikin ku heman hesasiyetê nîşan bidin."
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. HDP'ê di daxuyaniya xwe de Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û bal kişand ser gef û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarî mijarê ev daxwaz kir: "Li dijî gefên êrişên nû yên li ser gelên Kobanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê em ji cîhanê hêvî dikin ku heman hesasiyetê nîşan bidin."
 
LI KOBANÊ DEMOKRASÎ BI SER KET 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di ser berxwedana bêhempa, serfiraziya li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê re 7 sal derbas bûn. Gelê Kobanê 133 rojan, li ber hovîtiya DAÎŞ’ê berxwedaneke bêhempa meşand û mohra xwe li sedsala 21’emîn xist û dîroka azadiyê careke din nivîsî. DAÎŞ’ê ji Rojhilata Navîn heta gelek aliyên cîhanê, dixwest ku hovîtiyê li ser gelan ferz bike, lewre têkoşîna ku hat meşandin rê li ber wê girt.  Ne barbarî azadî, ne tarîtî ronahî, ne zordarî demokrasî bi ser ket li Kobanê. Feraseta DAÎŞ’ê û hevkarên wê têk çû, nirxên mirovahiyê bi ser ket li Kobanê.
 
Hêzên navneteweyî û herêmî yek bi yek li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê têk diçûn, bajarên wek Mûsilê di rojekê de ji dest diçûn, lê gelê Kurd bi derfetên xwe, bi piştgiriya dostên xwe û bi bîr û baweriya xwe ya azadiyê bi ser ket. Hemû mirovên azadîxwaz û yeksanîxwaz bi gelê kurd û gelê Kobaniyê re bûn û şahidiya berxwedana dîrokî û bêhempa ya li dijî DAÎŞ’ê kirin. Berxwedana Kobanê bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê û lewre jî li seranserî cîhanê piştevanî û palpiştiya bi gelê Kurd û Kobaniyê re bi pêş xist. Ji Xelatgirên Nobelê bigire heta akademîsyenan, ji rewşenbîran bigire heta nivîskar û rêxistinên civaka sivîl, bi sedhezaran kesan bang kir û di sala 2014’an de 1’ê Mijdarê wek Roja Piştevaniya Kobaniyê hat ragihandin. 
 
SILAVKIRINA PIŞTEVANIYÊ
 
Di 7’emîn salvegera wê de wek Partiya Demokratîk a Gelan, em hêvî û baweriya ku li Kobaniyê zîl da, serfiraziya ku li wir derkete meydanê, berxwedana ku li wir hate meşandin û palpiştî û piştevaniya enternasyonal silav dikin. Em baş dizanin ku, herçend DAÎŞ têk biçe jî, zihniyeta DAÎŞ’ê îro jî li ser kar e û şerê tarîtî û ronahiyê îro jî berdewam dike. Hevkarên DAÎŞ’ê îro jî dixwazin tola Kobanê hilînin, tiştê ku DAÎŞ’ê nikaribû bike, ew dixwazin bikin. Gefên dagirkeriyê yên desthilatiya AKP’ê, doznameya kûmpasê ya girtina partiya me ya ku piştevaniya bi Kobaniyê re dike hincet û dixwaze partiya me bigire encam û rengvedana vê niyet û nêzikatiyê ye. 
 
DAÎŞ, doh bi ser neket, îro jî ew hêzên ku dixwazin Kobanê dagir bikin wê bi ser nekevin. Palpiştî û piştevaniya gel û baweriyan a ku li Kobanê derkete meydanê û serfiraziya Kobaniyê îro jî hêvî û îlhama mirovahiyê ye. Şoreşa Kobanê şoreşa jinan û ciwanan û gelan e. Li dijî zihniyeta yekparêz, serkeftina pirdengî û pirrengiyê ye.
 
1’ê Mijdarê Roja Kobanê li temamî mirovahiyê pîroz be. Wek doh, îro jî li dijî tarîtî, dagirkerî û zordestiyê em ligel heq û heqîqetê ne û piştgiriya gelên berxwedêr dikin. Wek doh, îro jî em gefên ku li Kobanê û li Rojava tên xwarin qebûl nakin û banga piştgirî û piştevaniyê li temamî gelên cîhanê dikin."

Sernavên din

08/11/2021
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê