Beştaş: Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin

img
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku hevdîtina di navbera Erdogan û Biden de pêk hatiye bi awayekî berovajîkirî hatiye nîşandan û wiha got: “Cihê çareserkirina pirsgirêkan Meclis e. Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin.” 
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Beştaş, bi pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dest bi axaftina xwe kir. Beştaş, destnîşan kir ku Berxwedana Kobanê ji hemû gelên cîhanê re bû hêvî û wiha got: “Roja Kobanê ya Cîhanê li hemû gelan pîroz be. Ez rêz û hezkirinên xwe ji wan kesên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê nirxên mirovahiyê bilind dikin re dişînim. Ez kesên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bi bîr tînim.”
 
HEVDÎTINA ERDOGAN Û BIDEN
 
Beştaş, qala hevdîtina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re ya li Romayê kir û wiha axivî: “Hevdîtina Biden û Erdogan ev demeke dirêj e di rojevê de ye. Weke hûn dizanin, herî dawî dema çû New Yorkê bi Destîcî re hevdîtin kiribû. Bawer im nedikarî li vir pê re hevdîtinê bike. Di dawiyê de bi lobiyên mezin û pereyên ku tên xerckirin ev hevdîtin pêk hat. Em hemû dizanin ku di hevpeyvîna saetekê de çiqas ked û hewldan hatiye dayîn. Pirsgirêkên binyadî di hevdîtina saetekê de nayên çareserkirin, em ê nehêlin ku welatiyên Tirkiyeyê bi gotinên xweş werin xapandin. Careke din hatiye dîtin ku mijarên nelihevkirinê hene û asta demokrasiyê li Tirkiyeyê mijara rexnedayînê ye, bêguman di mijara S-400 û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lihevkirinek nîne û heta ev polîtîka dewam bike jî kes nikare li bendê be. Erdogan û hevkarê wî yê biçûk hewl didin tedbîrên bi vî rengî yên li pêşberî krîza ku li hundir afirandine, rewa bikin. Ev nayê qebûlkirin. Pêwîst e Tirkiye li hiqûqê vegere, divê pergaleke nû ya hiqûqê were avakirin. Çareserî ne li Amerîka, Glasgow, New York, Moskowê ye, çareserî Meclîsê ye. Tişta ku pirsgirêkên hiqûq, mafên mirovan û demokrasiyê çareser dike siyaset e.”
 
EDALETA WAN EVQAS E
 
Beştaş, bal kişand ser zemên hatin kirin jî û wiha berdewam kir: “Ji sedî 47 tarîfeya xwezayî ya santralên  ku ceyranê dihilberînin zêde kirin. Di meha Cotmehê jî ji sedî 15 zam hatibû kirni. Tekane tişta zam lê nehat kirin meaşê kedkaran e. Zama ji dogalgazê re hatiye kirin jî wê bandorê li enflasyonê bike. Wê ev zam bandorê li her derê bikin. Zemkirina meaşê kedkaran a ji sedî 3-5 weke lutufekê tê pêşkeşkirin lê meaşê Erdogan derket ser 100 hezar TL’yî. Ev jî ji sedî 14 zam e. Ji karker û kedkaran re jî ji sedî 5,88 hat kirin. Edaleta wan evqas e. Di encama van zeman de wê  welatî bikaribin amûrên ku bi ceyranê dixebitin bixebitînin? Wê îsal kombi neyên vekirin, mirov wê bi betaniyan şev û rojên xwe derbas bikin. Ev jî tê wateya ku zêdetir nexweşî û xizanî dê pêk were. Êdî zam vegeriya zilmê. Di navbera 1'ê Çileya 2021 û 31'ê Adara 2021'an de 90 mîlyon fatûre hatine birîn. Nêzî milyonek fatûre aîdî malan, milyonek û nîv aîdî tesîsên hilberîna pîşesaziyê, 2 milyon aîdî avahiyên bazirganî û 2 milyon jî aboneyên avdanê ne. Li aliyê din li gorî daneyên dawî yên EPDK'ê milyonek û 279 hezar qutkirina gazê hatiye kirin. Birîna 840 hezar fatûreyan, ji ber fatûreyên ku di dema xwe da nayên dayîn in. Ev hejmar dê bi zamên herî dawî re berdewam bikin.”
 
KOMKUJIYA JINAN
 
Beştaş, da zanîn ku her roj jin tên qetilkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema jin tên qetilkirin tu cudahî li ber çav nayê girtin, temen, perwerdehî an jî rewşa aboriyê. Jinbûn têra kuştina wan dike. Bergiriyên ku dewlet nagire û polîtîkayên bêcezatiyê, cînayetan didomîne. Herî dawî Şebnem Şirîn hat qetilkirin. Dema jin dihatin qetilkirin, Peymana Stenbolê pêk dianîn destê daraz û polîsan direcifî. Ez bang li celadan dikim. Teqez em têk naçin, zêdetir li berxwe didin, em ê têkoşînê zindî bihêlin û heta ku cînayetan bisekinînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
 

Sernavên din

08/11/2021
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê