Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye

  • rojane
  • 09:02 2 Mijdar 2021
  • |
img

STENBOL -Xizmên girtiyan, diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye û ev yek rewşa welêt aloz dike. 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Alîkariya Hiqûqî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED) raporên xwe yên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyandin. Di raporan de lêgerîna tazî, cezayên hucreyê û dîsîplînê, şewitandina înfazan, astengkirina mafê tenduristî, ragihandin û hevdîtinê, tahdeya derûnî û fizîkî hwd. gelek binpêkirinên mafan hatin destnîşan kirin. Di raporan de hat destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li girtîgehên pir giran bûye.
 
Xizmên girtiyan têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan axivîn. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Hasan Demîr, bavê Emrecan Demîrê di Girtîgeha Eskîşehîr a Tîpa H'yê de, destnîşan kir ku bi taybetî di demên dawî de zextên li ser girtiyên polîtîk zêde bûne û kurê wî heya niha sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin û li her girtîgehê bi binpêkirinên cuda re rû bi rû maye. Bav Demîr, diyar kir ku di dema pandemiyê de zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne û girtî di bin navê "îzolasyonê" de 2 hefteyan di hucreyên yekkesî de tên girtin. Demîr, bilêv kir ku gardiyan şev nîvê şevê davêjin ser qawîşan û tahdeyê li girtiyan dike û lêgerîna tazî li girtiyan ferz dikin. 
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ
 
Demîr, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast pevgirêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn û niha tecrîda Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Demîr got: "Ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha li hemberî kurdan şerekî qirêj tê kirin. Armanca vî şerî tasfiyekirina û asîmlekirina kurdan ne. Niha jî bi tecrîda li ser Birêz Ocalan vê yekê diceribînin. Lê bêfêde ye. Gava Birêz Ocalan dîl hat girtin, bi dehan mirov li dor wî bûne xeleka ji êgir. Niha zarokên me û hevalên me yê girtî jî vê tecrîdê û hovîtiyê qebûl nakin. Em malbat li cem zarokên xwe ne û tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin." 
 
PIRSGIRÊKÊN LI GIRTÎGEHAN 
 
Fînce Akman, dayika Yakûp Akmanê di Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 3'yan de ye, ragihand ku pirtûkên kurdî nadin kurê min û got: "Tenduristiya wan tê paşguhkirin, lêgerîna tazî û jimariya li ser pêyan tê ferzkirin. Ava wan wekî heriyê ye û di nav xwarinên wan de kurm hene." 
 
Dayik Akman, destnîşan kir ku heman tişt li Îmraliyê jî tê kirin û got: "Armanca tecrîdkirina Ocalan tasfiyekirina kurdan e. Hevdîtin têna stengkirin, pirtûk nayên dayîn, tecrîdeke mezin heye."  
 
TECRÎD LI HER DERÎ HEYE
 
Evrîm Firat xizma Fergîl Firat a di Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5'an de ye anî ziman ku di 13'Ê Cotmehê de bi telefonê bi hev re axivîne û got: "Dest danîne ser amûrên wê yên şexsî û wê birine Girtîgeha Jimare 3'yan. Ên li JImare 3'yan hemû girtiyên edlî ne." Firat, destnîşan kir ku li Jimare 3'yan girtiyên siyasî bi pêkanînine dijwar re rû bi rû dimînin. Firat, diyar kir ku xwişka wê ragihandiye ku di qawîşê de 24 kes hene, lê 20 gardiyan ji bo jimariyê tên qawîşê. 
 
Firat, bilêv kir ku tenê ne li girtîgehan li tevahiya civakê tecrîd heye.
 
Firat, destnîşan kir ku dewlet bi tecrîda li girtîgehan peyamekê dide tevahiya civakê, lê belê di polîtîkaya xwe ya tecrîdê de bi ser neketiye. Firat, bilêv kir ku armanceke din a zext û zoriyên li girtîgehan jî destkeftiyên gelê kurd in û ji bo vê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Firat bibîrxist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdetirî 22 sal in tê tecrîdkirin û got: "Tecrîda li ser Ocalan bi awayine cuda li tevahiya girtîgehan tê pêkanîn. Heger em li ber vê tecrîdê ranebin, dê zextên li ser xizmên me yên girtî zêde bibin." 
 
Firat bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên din dengê xwe bilind bikin. 
 

Sernavên din

08/11/2021
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê