‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’

  • rojane
  • 11:26 4 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Partiyên kurd bal kişandin ser girîngiya tifaqa li dijî şer û bi lêv kirin ku tifaqeke ku were ava kirin dikare bibe bingeha yekitiya neteweyî û kurd dikarin bi avakirina tifaqê li welat bibin hêza diyarker. 
 
Tezkereya Irak û Sûriyeyê ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan biribûn Meclîsê, di 26’ê Cotmehê de bi dengên AKP’ê, MHP’ê û Îyî Partiyê hatibû qebûlkirin. Tezkeraya ku ku têkildarî bicihkirina eskeran a li Iraq û Sûriyeyê û operasyonên dersînor 2 salan hat dirêjkirin. Di pêvajoya ku tezkereya şer hatibû rojevê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di civîna Tifaqa Kurdistanî ya 15’ê Cotmehê ya li Amedê de banga tifaqa li dijî şer li partiyan kir. Partiyên kurd, diyar kirin ku banga Sancar a ji bo ‘Tifaqa kurdan a li dijî şer’ divê piştî tezkereya hatiye derbaskirin demildest were bicihanîn. 
 
‘DIVÊ ARMANCA OPERASYONAN JI CIVAKÊ RE WERE GOTIN’
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, bi lêv kir ku niqaşên platforma li dijî şer ji sala par ve di rojevê de ye. Kaya, diyar kir ku her kesên ku ji polîtîkayên şer ên desthilatê êşê dikişine divê nav vê tifaqê de cih bigire û wiha got: “Tifaqa li dijî şer divê demildest were avakirin. Divê em ewilî ji civaka kurd, desthilat û kesên nêzîkî wê re bêjin ku ev tezkere ji bo kurdan tê çi wateyê. Divê mirov vebêje ku derveyî sînor kî heye û ev operasyon li dijî kê were kirin. Di medyayê de weke ku ‘gefa ewlehiya sînor heye’ gelek tê manîpulekirin. Ev bi zanebûn tê kirin. Divê armanca Tirkiyeyê ya li wê derê ji civakê re were vegotin. Divê em operasyona Efrînê vebêjin. Divê em diyar bikin ku operasyon li dijî statuya kurdan a hatiye avakirin û ji holê rakirina destkeftiyên wan e. Ji ber vê yekê divê em gotina Mîthat Sancar a tifaqa li dijî şer di civakê de mezin bikin û rêxistin bikin. Heta divê em ji bo vê mîtîngan li dar bixin.”
 
‘WÊ GELÊ KURD PARTIYÊN Lİ DIJÎ TEZKEREYÊ HELWEST NEGIRTIN CEZA BIKE’
 
Kaya, diyar kir ku banga Sancar wê bandoreke mezin li Yekitiya Neteweyî ya Kurd jî bike û wiha berdewam kir: “Me berê jî gotibû ku tifaqa neteweyî ya kurd bi rêya hin pratikan dikare were pêşve birin. Beriya niha jî li ser zimanê kurdî hin gav hatibûn avêtin. Îro jî bi helwesta li dijî şer dikarin hin gav bên avêtin.  Îro mirov li dijî desthilata ku dixwaze bi şer hêza xwe xurt bike bi wêrekî bibêje aştî vînek û hêzeke mezin dixwaze. Ji ber wê yekê mirov gavekê biavêje dikare hin tiştan biguherîne. Ji ber wê em dikarin ji bo banga aştiyeke berfireh û yekitiya neteweyî gavekê biavêjin.” Kaya, destnîşan kir ku gelê kurd êdî şer naxwaze û da zanîn ku partiyên li Meclîsê li dijî tezkereyê helwest negirtin wê ji aliyê hilbijêrên kurd ve werin cezakirin.
 
DIVÊ DEMILDEST GAV WERIN AVÊTIN
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî bi lêv kir ku banga Sancar a tifaqa li dijî şer di cih de ye û wiha got: “Divê em weke Partiyên Tifaqa Kurdistanî demildest meseleya tezkereyê deynin pêşiya xwe û ser xebatekê deynin holê. Ji bo hem tifaqeke mezin a li dijî şer hem jî tifaqa neteweyî mayînde bibe divê gav werin avêtin.”
 
AKP’Ê Û MHP’Ê DEST JI KURDAN BERDAN
 
Çîftyurek, destnîşan kir ku tifaqa AKP’ê û MHP’ê bi şerê ku bi rêve dibin dest ji kurdan berdan û wiha axivî: “Di serî de gelê kurd, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer ên bûn sedemê qeyranê wê helwesteke tund nîşanî tezkereyê bidin. Divê helwesta gelê Kurdistanê jî zelal be. Binêrin Partiya DEVA jî gelek şirîn nêzîkî gelê kurd dibe lê dema mesele dibe destkeftiyên kurdan hemû tên ba hev. Ez ji vê derê bang li hemû kurdan dikim; divê teqez deng nedin partiyên rejîmê. Divê piştevaniya partiyên dijminê kurdan ên weke AKP’ê neyê kirin.”
 
‘KURD DIKARIN BIBIN HÊZA DIYARKER’
 
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK-Bakur) Sertaç Bûcak jî bi bîr xist ku kurd ji bo Tirkiyeyê di rola “mifteyê” de ne û wiha axivî: “Banga tifaqê gelekî girîng e. Lê em tifaqê tenê bi kurdan re pêk bînin wê lingekî wê kêm bimîne. Em dikarin pêşengtiyê ji tifaqê re bikin. Ji bo vê dane jî di destê me de hene. Helwesta CHP’ê ya li dijî tezkereyê ji bo me girîng bû. Cara ewil e CHP helwesteke wisa digire. Ji ber wê yekê kurd dikarin bi tifaqekê li welat bibin hêzeke diyarker.”
 
MA / Ergîn Çağlar
 

Sernavên din

12/11/2021
09:06 Dayikên şahidên şer: Ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe
09:05 Doza 7 hezar TL tazmînatê kir, lê dadgehê 4 hezar û 75 TL deyn xist stuyê wî
09:04 Cezayê 'maske û mesafe'yê li kesên tevli Newrozê bûn birîn
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'AN
11/11/2021
16:39 Dayik meşiyan sînor: Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin
15:59 Parlamenterê HDP'ê yê berê Yildirim hat girtin
15:51 Cenazeyê Atici piştî 191 rojan radestî malbatê kirin
15:37 Wê ji bo tundiya li girtiyê berasteng serlêdan bê kirin
15:25 Malbata Dînç piştî 5 salan cenazeyê keça xwe wergirt
15:14 Parêzerên Doza Kobanê serî li HSK'ê dan
14:57 Derbarê çend kesan de ji ber peyva ‘Kurdistan’ lêpirsîn hatiye destpêkirin?
14:49 Platforma Jinan a Mersînê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:05 Dadgehê ceza li ‘Kurdistan’ birî!
13:57 Egîtîm Sen: Komîsyona Rewşa Awarte sûc dike
13:16 Polisan afîşên Komkujiya 38'an jêkirin
12:58 Emîne Şenyaşar: Ez ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim?
12:54 Sancar: Armanca me ew e ku em aştiyê ji tabanê ve ava bikin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Qedexeya derketina derve ya rojnameger Evren ranekirin
12:10 Doza Kobanê: Derbarê parêzerên danişînê protesto kirin de gilî hat kirin
11:20 Li Amanosan operasyona leşkerî dest pê kir
11:20 Dadgehê çalakiyên Gokkan tevlî bûye weke 'gef' hesiband
10:52 Şahîn: Kurdistan her hebû û welatê kurdan e
10:42 Parastina HDP'ê ji Dadgeha Bilind re hat şandin
10:23 Tallî: Hêzên navneteweyî jî bi qasî Tirkiyeyê berpirs in
09:45 Ben û Senê xera dikin: Em nikarin li cihekî din bijîn
09:44 'Ji bo tedawî bibe divê bê berdan'
09:43 Avahiya ji Cemiyeta Ilim û Belavkirinê hat stendin kirin navenda piştevaniyê
09:20 Ji pêşmergeyê berê ji bo Barzanî: Ma te Helebçe û Enfal ji bîr kir?
09:20 ‘Tirkiye hewl dide pêşketina projeya demokratîk asteng bike’
09:18 Birîna kurdan a nekewandî: Komkujiya Eleqemşê
09:16 Dem dema azadiya jinê ye: Em ê her derî bikin qada berxwedanê
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2021'AN
10/11/2021
16:50 Bi hêceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ ceza ji parêzerekî re hat xwestin
16:50 MSD`ê banga qedexekirina firîna balafiran kir
16:32 Li Bihuşta Çûkan dîsa şewat derket
16:18 Mazlûm Ebdî ji bo malbata Gulo sersaxî xwest
15:50 DÎSK-AR: Hejmara bêkariyê 7,9 milyon e
15:33 Parlamenterê berê yê HDP'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:27 Ji ber parvekirina wê derbarê mamosteyê de lepirsîn dan destpêkirin
15:02 Parêzerên Doza Kobanê: Em ê nebin terefê darizandina sexte
14:47 Ji Wezîrê Dadê pirsî: Ma hûn ê hêj çiqas ji îşkenceyê re bêdeng bimînin?
14:23 Bûldan: Kavila herî mezin a desthilatê sûcên wê yên li dijî jinan in
13:16 Di hevdîtinên budçeyê de şermezarkirina 'Peymana Stenbolê'
13:09 Akademîsyenê piştî parvekirina ‘Bijî Kurdistanê’ hatibû girtin hat berdan
12:48 Keştiya Azadiyê bi rê ket: Êdî dema azadiya Ocalan e
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji edaletê bernedin
11:37 Qurbaniyên 10'ê cotmehê hatin bibîranîn
10:54 Ji bo ku Eymur di lêpirsîna JÎTEM’ê de were guhdarkirin serlêdan hat kirin
10:47 Ji bo bikaranîna çekên kîmyewî serî li hikûmeta Iraqê hat dayîn
10:47 Girtiyê ku lê dan nebirin revîrê
10:12 NÇM li benda şagirtên xwe ye
10:01 Dr. Al Elûfî: Ji ber ku nayê cezakirin Tirkiye çekêm kîmyewî bi kar tîne
09:12 Li Ataşehîrê jinek hat kuştin
09:04 Îsal li Şirnexê 31 deverên bi daristan hatin şewitandin
09:04 Li hemberî ferzkirinên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
09:04 ‘Dê dijberiya ji bo şer bibe hîmê yekîtiya neteweyî'
09:04 Beraet kiribû lê ji bo heman parvekirinan careke din lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 'Ji bo budçeya gel daxwazkirin tenê têr nake, têkoşîn jî divê'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2021'AN
08:54 Wê KNK serdana penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bike
08:38 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
09/11/2021
20:27 'Keştiya Azadiyê' berê xwe da Napoliyê
17:13 Tirkiye bi SÎHA'yê êrişî wesayîteke li Qamişloyê kir
17:05 Polîsên ku Hantaş kuştine gefa kuştinê li hevalê wî jî xwarin e
16:58 Doza Kobanê rojekê hat taloqkirin
16:54 Li Depê ‘Dema Azadiyê’: Krîz bi pêşniyazên Ocalan dikare were çareserkirin
16:54 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:53 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:14 Ji Amedê berteka binçavkirinan: Desthilat hewl dide tirsa xwe li gel belav bike
15:50 Sancar: Divê AYM bêyî ku bikeve esasê dozê red bike
15:26 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayên dermankirin
15:22 Di danişîna rojnamevan de rojnamevan hatin astengkirin
14:57 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
14:40 Balafirên Tirkiyeyê penaberên kurd birin Belarûsê
14:25 Lêpirsînek din derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin!
14:05 DFG belavkarên di meha mijdarê de hatibûn kuştin bi bîr anî
13:53 Parêzer û siyasetmedar tevlî Doza Kobanê nebûn
13:19 Rojnivîska zaroka hat îstîsmarkirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
13:13 Apro Dîrîl careke din hat girtin
13:03 Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin
12:47 Rojnameger Ayşe Kara beraet kir
12:27 Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî
12:21 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye