Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!

  • rojane
  • 09:05 5 Mijdar 2021
  • |
img

RIHA - Parêzerên dosyeya Kader Ortakayayê ku ji ber ku di lêpirsînê de tu pêşketin rû nedan serî li AYM'ê dabûn, heger AYM biryareke neyînî bide vê carê dê serî li DMME'yê bidin. 

Kader Ortakaya, di 6'ê Mijdara 2014'an de, di dema çalakiyên protestokirina êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobaniyê de xwestibû ji navçeya Pirsûs a Rihayê derbasî Kobaniyê bibe. Di dema derbasbûyînê de, di mudaxileya komek eskeran de jiyana xwe ji dest dabû. Dosyeya lêpirsînê ya têkildarî mirina Ortakayaya xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê 7 sal in wek xwe yî berê ye. 
 
Walîtiya Rihayê û Qeymeqamtiya Pirsûsê wê demê daxuyandibûn ku Ortakaya ji ber perçeyên şarapnelê yên ji hêla Kobanê ve hatine jiyana xwe ji dest daye û ev yek di opsiya wê de jî bi heman awayî hatibû tomarkirin. Lê belê piştî îtiraza malbatê û parêzerên malbatê gora Ortakayayê hatibû vekirin û cardin otopsî hatibû kirin. Di otopsiya ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê ve hatibû kirin de, hatibû tespîtkirin ku Ortakaya ne bi perçeyên şarapnelê, bi guleyên çekê jiyana xwe ji dest daye. Çendî rapor wisa bû jî, lê belê Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê têkildarî dosyeyê îfadeya kesekî jî negirtibû û guh li daxwazên parêzeran nekiribû.
 
Ji ber ku lêpirsîneke çalak nehat kirin, parêzerên malbatê di 30'yê Cotmeha 2020'î de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn. 
 
'DIXWAZIN SER LÊPIRSÎNÊ BIGIRIN' 
 
Ji parêzerên dosyeyê Muslum Baran, anî ziman ku salek di ser serlêdana wan a AYM'ê re derbas bûye, lê belê hê jî tiştek jê derneketiye. Baran, destnîşan kir ku ji roja ku Ortakaya hatiye kuştin heya niha, tevî hemû dîmen û delîlan jî, hewldaneke ji bo sergirtina lêpirsînê heye û got: "Walîtiyê angaşt kir ku Kader bi perçeyên şarapnelê yên ji hêla din hatine jiyana xwe ji dest daye û eskeran çek neşixulandiye. Bi vî awayî xwetsin ser lêpirsînê bigirin. Çendî me pir daxwaz kir jî cardin otopsiyek baş nehat kirin. Paşê gotin bûyereke 'kuştina biqisûrdarî' ye û dosye ji Dozgeriya Eskerî ya Amedê re şandin. Piştî ku dozgeriyên eskerî hatin girtin cardin dosye şandin Pirsûsê û ji ber ku kiryar nehat tespîtkirin derbarê dosyeyê de biryara lêgerîna daîmî hat dayîn." 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ
 
Baran, diyar kir ku piştî israra wan a ji bo vekirina gora Ortakayayê û otopsiyeke berfireh, bi 4 salan gor hatiye vekirin û dosye ji ATK'ê re hatiye şandin. Baran got: "ATK'ê destnîşan kir ku bi perçeyên şarapnelê jiyana xwe ji dest nedaye, bi çekê miriye. Piştî vê me xwest ku kiryar bên etspîtkirin, lê belê dozgeriyê ji bo vê tiştek nekir. Wer xuya ye ji ber ku serê vê dosyeyê digihê eskeran, naxwazin kiryaran tespît bikin. Ev jî encameke polîtîkaya bêceztaiyê ye." 
 
Baran, destnîşan kir ku hê kiryar kifş nebûne û sedema sereke ya mirina Ortakayayê nehatiye tespîtkirin, dozgeriyê bûyerê wekî bûyereka "mirina biqûsûrdar" wesifandiye û got: "Yanî dibêje 'ne mimkun e ku esker kiribin, lê heger kiribin jî bi şaşî kirine.' Ev yek bi xwe jî nîşan dide ku hê ji destpêkê ve hewl dane ku ser dosyeyê bigirin." 
 
‘EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN' 
 
Baran, diyar kir ku ji ber ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin û lêpirsîneke çalak nehatiye kirin, serî li AYM'ê dane û saleke AYM biryarek nedaye. Baran got: "Heger AYM biryara binpêkirinê nede, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Ji bo kiryar bên etspîtkirin çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

09/11/2021
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin