Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin

img

ENQERE - Bazarvanan diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan nanoziko dixebitin û gotin: "Em dixebitin, lê ne danehevek me, ne veberhênaniyek me, ne pêşerojek me û ne jî sîgortayek me heye, em nikarin debara xwe bikin." 

Krîza aborî û li ser hev du bihabûna fiyetan bandorê li tevahiya civakê dike. Esnafên bazarê ku şeveqê zû dest bi kar dikin, dikin nakê heqê keda wan bi dest wan nakeve. Esnafên Bazara Kedê ya li Taxa Emek a Çankayayê, krîza aborî û bandora wê ya li dezgehên wan nirxandin. 
 
DIXISIRIN
 
Avnî Ozen ku 28 sal in li bazaran dixebite, diyar kir ku kêliya ku dezgeha xwe vedike her tişt lêçûn e û got: "Îro gava mazot biha bibe, qase û kîsikên em dikirin jî biha dibin. Çi bê biha bibe bandorê li me dike. Gava em hewl didin em vê bihabûnê nedin ber kirîgern, wê çaxê tiştek di dest me de namîne."
 
Ozen, destnîşan kir ku ev qas sal dişixule lê hê îsal xanî stendiye, lê ew jî bi krediyê stendiye û got: "Ez mehê 2 hezar û 250 TL heqê krediyê didim, lê du meh in min texsît nedane. Çima? Ji lew re ez nikarin di bin lêçûnan de rabim, lêçûn pir in. Ez tu tiştî nefiroşim jî, lê gava ez vê dezgehê vekim mesrefê wê hezar û 500 TL ye. Dev jiq ezencê berde, xisara wê heye. Em rojê bi qasî 300 TL'yî kîsikan didin. 3 hevalên min li cem min dixebitin û ez 250 TL heqdestê didim wan. Yanî heqdesta 3 kesan 750 TL ye û bi ser de jî heqê xwarinê, a ji te re bû hezar TL. Wesayîtek tê ji bo abrkirina malzemeyan, em 200 TL'yî didin wê. Yanî rojê herî kêm hezar û 500 TL lêçûna me ye."
 
DIVÊ ALÎKARIYA COTKARAN BÊ KIRIN
 
Ozen, xwest ji dêvla berên îthal piştgiriya karkeran bê kirin û got: "Em îthal dikin, lê tu fêdeya wê ji bo me tune ye. Ev bazareke gel e. Gava hûn lê binerin, diviya bû ji mirovan xalî nebûna. Diviyabû çerxa aboriyê li vir bigeriyana. Lê em qîmeta cotkarên xwe nizanin, ji ber vê em ketine vî halî. Heger em piştgiriya cotkarên xwe nekin, em ê xirabtir bibin. Divê budçeya dewletê û xezîne payekê ji bo me terxan bike. Niha yê mexdûr ez im." 
 
'EM NANOZIKO DIXEBITIN'
 
Mahîr Dara, diyar kir ku 20 sal in li bazarê dixebite û got: "Em nanoziko dixebitin, lê ne danehevek me, ne veberhênaniyek me, ne pêşerojek me û ne jî sîgortayek me heye, em nikarin debara xwe bikin." Dara, destnîşan kir ku krîza aborî bandor li her kesî kiriye û got: "Guherîn şert e, heger guherîn çênebe em ê heya 25 salên din jî bi xwe ve neyên. Ji lew re aboriya me nemaye, em noq bûne çûne."  
 
Yuksel Can jî 35 sal in bazarvaniyê dike û ji bo debara xwe bike, di ber re karine din jî dike. Can, destnîşan kir ku lêçûnên wan ên rojane ji qezenca wan a rojane zêdetir in û got: "Niha em ketine etra roja xwe. Berê me sed qase difirot, niha em nikarin deh qase bifiroşin." 
 
HER TIŞT MESREF E! 
 
Fûat Yavûz jî diyar kir ku bi kûrbûna krîza aborî re êdî esnafên bazarê nikarin debara xwe bikin. Yavûz, bilêv kir ku par heftê bi 100 TL'yî mazot dişewitand, lê îsal heftê di ser 150 TL'yî re dişewitîne û got: "Mandelînên ku me par bi 2 lîre û nîvan disitend, niha di biniya 4 lîreyan re bi dest me nakeve. KDV, heqê hemal, heqê kîsikan heye. Her tişt bûye lêçûn." 

Sernavên din

09/11/2021
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin