Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast

  • jin
  • 09:16 5 Mijdar 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Li Mêrdînê fermandarê qereqolê Fahrî Ç. ku ji ber sûcê tacizê tê darizandin, peyamên wî yên naveroka wan zayendî wekî "peyamşandinekê" hatin nirxandin û derbarê wî de biryara beraetê hat dayîn. 

Li navçeya Şemrex a Mêrdînê Fermandarê Qereqola Aksûyê Fahrî Ç., jina ciwan a bi navê A.A. taciz kiribû. Di doza li Fahrî Ç. hat vekirin de, çendî ku beyana jinê û peyamên bersûc li holê ne jî, dadgehê biryara beraetê da. 
 
Bûyer, di Nîsana 2020'î de li Şemrexê piştî bûyereka di navbera du malbatan de, çêbûye. Malbata kesê ku di şer de kesek kuşt ji bêgavî ji gund bar kiriye û malbat ji bo zînetên xwe yên li gund wergire, doza alîkariyê li cendirmeyan kiriye. Fermandarê cendirmeyan Fahrî Ç. jî di nav de komek esker bi A.A.'yê re çûne mala wan a li gund. Gava A.A.'yê xwestiye zînetên xwe wergire û ketiye hundir, Fahrî Ç. jî li pey wê ketiye hundir û jina ciwan taciz kiriye û jina ciwan jî Fahrî Ç. dahf daye û ji hundir derketiye. 
 
Lê belê piştî wextekê Fahrî Ç. peyamên naveroka wan zayendî ji jina ciwan re şandine. Ev yek sê rojan li ser hev dewam kiriye. Lê jina ciwan bi fikira ku ger tiştekî bike dibe ku ev yek bandoreke nebaş li dosyeya bavê bike, xwe li bêdengiyê daniye. Lê piştî ku birayê wê bi tacizê dihese, radibe fermandarê qereqolê giliyê CÎMER'ê dike. Piştî gilîkirinê derbarê Fahrî Ç. de bi sûcê "taciza zayendî" lêpirsîn tê destpêkirin û peywira wî tê betalkirin. 
 
Fahrî Ç., di çarçoveya lêpirsîna hat kirin de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 3'yan a Şemrexê hat darizandin. Dadgehê di danişîna 2'yan de biryara beraetê da. Dadgehê peyamên naveroka wan zayendî wekî "peyamşandinekê" nirxandin û angaşt kir ku ev "ne sûc e". Piştî vê jina ciwan serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê da û paşê jî serî li Navend Mafên Jina ya Baroya Mêrdînê da û doza alîkariyê kir. 
 
BANDORA UNÎFORMA 
 
A.A., tiştên hatin serê wê gotin. A.A., bilêv kir ku ewilî ji ber derdorê tu tişt ji kesî re negotiye, lê piştî biryara beraetê hatiye dayîn biryar daye ku bitêkoşe û got: "Her tişt eşkere li holê ye, lê dadgehê rabû biryarek wiha da. Ez wisa difikirim ku ji ber ku fermandarê qereqolê ye biryarek wiha daye. Pir eşkere ye ku ez nêzîkatiyên wî yên vi rengî red dikim. Naveroka peyaman zayendî ye, lê dadgehê ev peyam bi vî awayî nehesibandin." 
 
PARÊZER: BIRYAR DIJÎ HIQÛQÊ YE
 
Ji parêzerên Mafên Jinan ên Baroya Mêrdînê Dîlan Koç, anî ziman ku piştî A.A. serî li wan daye li dosyeyê mêze kirine. Koç, destnîşan kir ku diviyabû cendirme welatiya mexdûr biparastina û got: "Lê di bûyerê de ne parastin, welatî hatiye mexdûrkirin. Û wekî A.A. gotiye tacizeke zayendî çêbûye." 
 
Koç, bilêv kir ku wisa difikirin ku bi derengîxistina gilîkirinê jî bandor li biryarê kiriye û got: "A.A. ji ber dosyeya bavê xwe ewilî gilî nekiriye, lê dadgehê bêyî ku vê angaştê vekole rasterast beyana bersûc esas girtiye. Ev biryareke dijî hiqûqê ye." 
 
BÊCEZATÎ
 
Koç, destnîşan kir ku biryarên di warê bêcezatiyê de kiryaran wêrek dikin. Koç, anî ziman ku hemû berhêlîkirinên li hemberî jinan bi polîtîkaya bêcezatiyê re rû bi rû dimînin û got: "A rast em ji bo herêmê dikarin bibêjin ku şebekeyeke fuhûşê heye. Ev kes bi rihetî biryara beraetê digirin. Ev yek wan pir wêrek dike. Em li bendê ne ku dadgeh heya lêkolînan nekin, biryarên wisa nedin. Nexasim jî gava nasnameya kiryar bi vî awayî be, divê mesele bi hûrgulî bê vekolandin û liv û tevgereke hesas hebe." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

12/11/2021
09:06 Dayikên şahidên şer: Ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe
09:05 Doza 7 hezar TL tazmînatê kir, lê dadgehê 4 hezar û 75 TL deyn xist stuyê wî
09:04 Cezayê 'maske û mesafe'yê li kesên tevli Newrozê bûn birîn
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'AN
11/11/2021
16:39 Dayik meşiyan sînor: Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin
15:59 Parlamenterê HDP'ê yê berê Yildirim hat girtin
15:51 Cenazeyê Atici piştî 191 rojan radestî malbatê kirin
15:37 Wê ji bo tundiya li girtiyê berasteng serlêdan bê kirin
15:25 Malbata Dînç piştî 5 salan cenazeyê keça xwe wergirt
15:14 Parêzerên Doza Kobanê serî li HSK'ê dan
14:57 Derbarê çend kesan de ji ber peyva ‘Kurdistan’ lêpirsîn hatiye destpêkirin?
14:49 Platforma Jinan a Mersînê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:05 Dadgehê ceza li ‘Kurdistan’ birî!
13:57 Egîtîm Sen: Komîsyona Rewşa Awarte sûc dike
13:16 Polisan afîşên Komkujiya 38'an jêkirin
12:58 Emîne Şenyaşar: Ez ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim?
12:54 Sancar: Armanca me ew e ku em aştiyê ji tabanê ve ava bikin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Qedexeya derketina derve ya rojnameger Evren ranekirin
12:10 Doza Kobanê: Derbarê parêzerên danişînê protesto kirin de gilî hat kirin
11:20 Li Amanosan operasyona leşkerî dest pê kir
11:20 Dadgehê çalakiyên Gokkan tevlî bûye weke 'gef' hesiband
10:52 Şahîn: Kurdistan her hebû û welatê kurdan e
10:42 Parastina HDP'ê ji Dadgeha Bilind re hat şandin
10:23 Tallî: Hêzên navneteweyî jî bi qasî Tirkiyeyê berpirs in
09:45 Ben û Senê xera dikin: Em nikarin li cihekî din bijîn
09:44 'Ji bo tedawî bibe divê bê berdan'
09:43 Avahiya ji Cemiyeta Ilim û Belavkirinê hat stendin kirin navenda piştevaniyê
09:20 Ji pêşmergeyê berê ji bo Barzanî: Ma te Helebçe û Enfal ji bîr kir?
09:20 ‘Tirkiye hewl dide pêşketina projeya demokratîk asteng bike’
09:18 Birîna kurdan a nekewandî: Komkujiya Eleqemşê
09:16 Dem dema azadiya jinê ye: Em ê her derî bikin qada berxwedanê
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2021'AN
10/11/2021
16:50 Bi hêceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ ceza ji parêzerekî re hat xwestin
16:50 MSD`ê banga qedexekirina firîna balafiran kir
16:32 Li Bihuşta Çûkan dîsa şewat derket
16:18 Mazlûm Ebdî ji bo malbata Gulo sersaxî xwest
15:50 DÎSK-AR: Hejmara bêkariyê 7,9 milyon e
15:33 Parlamenterê berê yê HDP'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:27 Ji ber parvekirina wê derbarê mamosteyê de lepirsîn dan destpêkirin
15:02 Parêzerên Doza Kobanê: Em ê nebin terefê darizandina sexte
14:47 Ji Wezîrê Dadê pirsî: Ma hûn ê hêj çiqas ji îşkenceyê re bêdeng bimînin?
14:23 Bûldan: Kavila herî mezin a desthilatê sûcên wê yên li dijî jinan in
13:16 Di hevdîtinên budçeyê de şermezarkirina 'Peymana Stenbolê'
13:09 Akademîsyenê piştî parvekirina ‘Bijî Kurdistanê’ hatibû girtin hat berdan
12:48 Keştiya Azadiyê bi rê ket: Êdî dema azadiya Ocalan e
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji edaletê bernedin
11:37 Qurbaniyên 10'ê cotmehê hatin bibîranîn
10:54 Ji bo ku Eymur di lêpirsîna JÎTEM’ê de were guhdarkirin serlêdan hat kirin
10:47 Ji bo bikaranîna çekên kîmyewî serî li hikûmeta Iraqê hat dayîn
10:47 Girtiyê ku lê dan nebirin revîrê
10:12 NÇM li benda şagirtên xwe ye
10:01 Dr. Al Elûfî: Ji ber ku nayê cezakirin Tirkiye çekêm kîmyewî bi kar tîne
09:12 Li Ataşehîrê jinek hat kuştin
09:04 Îsal li Şirnexê 31 deverên bi daristan hatin şewitandin
09:04 Li hemberî ferzkirinên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
09:04 ‘Dê dijberiya ji bo şer bibe hîmê yekîtiya neteweyî'
09:04 Beraet kiribû lê ji bo heman parvekirinan careke din lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 'Ji bo budçeya gel daxwazkirin tenê têr nake, têkoşîn jî divê'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2021'AN
08:54 Wê KNK serdana penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bike
08:38 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
09/11/2021
20:27 'Keştiya Azadiyê' berê xwe da Napoliyê
17:13 Tirkiye bi SÎHA'yê êrişî wesayîteke li Qamişloyê kir
17:05 Polîsên ku Hantaş kuştine gefa kuştinê li hevalê wî jî xwarin e
16:58 Doza Kobanê rojekê hat taloqkirin
16:54 Li Depê ‘Dema Azadiyê’: Krîz bi pêşniyazên Ocalan dikare were çareserkirin
16:54 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:53 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:14 Ji Amedê berteka binçavkirinan: Desthilat hewl dide tirsa xwe li gel belav bike
15:50 Sancar: Divê AYM bêyî ku bikeve esasê dozê red bike
15:26 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayên dermankirin
15:22 Di danişîna rojnamevan de rojnamevan hatin astengkirin
14:57 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
14:40 Balafirên Tirkiyeyê penaberên kurd birin Belarûsê
14:25 Lêpirsînek din derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin!
14:05 DFG belavkarên di meha mijdarê de hatibûn kuştin bi bîr anî
13:53 Parêzer û siyasetmedar tevlî Doza Kobanê nebûn
13:19 Rojnivîska zaroka hat îstîsmarkirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
13:13 Apro Dîrîl careke din hat girtin
13:03 Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin
12:47 Rojnameger Ayşe Kara beraet kir
12:27 Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî
12:21 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye