Birîna kurdan a nekewandî: Komkujiya Eleqemşê

  • rojane
  • 09:18 11 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX – Em çûn gundê Eleqemşê yê navçeya Hezexê ku yek ji komkujiyek mezin a Komarê lê pêk hatiye û bûye mijara helbestên helbestvanê kurd Cegerxwîn. Me xwest em di cih komkujiyê lêkolîn bikin lê keyayê gund Îhsan Ay nehişt em gorên komî yên li gund bibînin û bikişînin. Di Komkujiya Eleqemşê de ku di sala 1926'an de pêk hatiye, hezar û 224 kes hatine kuştin.  

Dîroka Komara Tirkiyeyê dîroka xwînrêjandin û komkujiyan e. Ji salên destpêkê û heta niha dîroka Komarê bi komkujiyên li dijî kurdan dagirtî ye. Hinek ji van komkujiyan bi qeyd û belge ne û gelek qala wan tê kirin. Lê hinek jî hê nehatine ronîkirin û kêm qala wan tê kirin. Yek ji van komkujiyan jî Komkujiya Eleqemşê ku di 18’ê Nîsana 1926’an pêk hatiye ye.
 
 
Derbarê komkujiyê de heta niha belge nehatine bidestxistin. Kesên ku ji komkujiyê xelas bûne bi vegotinên xwe komkujî nedane jibîrkirin. Yek ji van kesan jî Pîra Torê ye. Helbestvanê gewre Cegerxwîn xwe digihîne Pîra Torê û ji devê wê li ser komkujiyê helbestên xwe yên bi navê “Pîra Torê” û “Eleqemşê”dinivisîne. 
 
ÇÛNA BINXETÊ
 
Li gorî agahiyên ku Cegerxwîn dide; piştî serhildana Şêx Seîd, di sala 1926´an de fermandarê cendermeyan li Nisêbînê dişîne pey Haco Axa yê serokê Hevêrkan û jê dixwaze erdê xwe berde û berê xwe bide Anatoliyayê. Haco Axa vê daxwaza fermandar qebûl nake û wî û komeke leşkerên pê re dîl digire û derbasî binxetê dibe. Haco Axa; fermandar, leşkerên wî û beşeke Hevêrkiyan jî derbasî binxetê dike.
 
Piştî demekê rayedarên dewletê yên wê demê bi rêya îstixbaratê xeber ji Haco Axa re dişînin ku wan efû kirine û ji wan daxwaz dikin ku vegerin ser warê xwe. Li ser vê, hejmarake zêde ji gelê herêmê ku bi Haco re derbasî binxetê bûye vedigere cih û warê xwe. Lê ev veger ne vegera xêrê ye û fenûfûteke bêbext e.
 
Di bin fermandariya Elîpaşaye Çavşîn de leşker jin û zarok jî di nav de mirovên herêmê li gundê Eleqemşê ku niha girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê ye li hev kom dikin. Piştî ku destê wan bi têlan girê didin, wan dikujin û piştre wan dişewitînin. Bi awayekî komî jin li gorekê û zilam jî li gorekê tên veşartin. Tê gotin ku di vê komkujiyê de hezar û 224 kes tên kuştin. 
 
Parlamenterê berê yê HDP´ê Faysal Sariyildiz, ji bo ku komkujî bê ronîkirin, di Nîsana 2015´an pêşniyazpirsek da Meclisê û xwest komîsyoneke lêkolînê ava bê avakirin. Ji bo hînkirina aqûbeta pêşniyazpirsa wî em li Sariyildiz geriyan. Sariyildiz, da zanîn ku Meclis lê venegeriyaye û daxwaza wî ya ronîkirina komkujiyê nebersivandiye. 
 
ASTENGIYA KEYA
 
Dema ku em ji bo amadekirina nûçeya xwe çûn gundê Eleqemşê bi astengiya keyayê gund Îhsan Ay re rû bi rû man. Li gund me xwe da nasîn û xwest ku gorên komî yên qurbaniyên komkujiyê nîşanî me bidin. Kurê keya got ku bêyî destûra bave xwe nikare goran nîşanî me bide û li bavê xwe geriya. Li ser israrên me jî keya got ku ew bi tu awayî destûr nade wêneyên goran bên kişandin û ji me xwest em gund biterikînin. 
 
Li herêmê rexmî ku herkes komkujiyê dizane jî tu kes naxwaze derbarê komkujiyê de biaxive. Li gundê Xerabê Sosin ku 24 kes jê di komkujiyê de hatine kuştin me xwe gihand Şemseddîn Keskîn û em pê re li ser komkujiyê axivîn. Keskîn, diyar kir ku jinapa bavê wî Hezmê di komkujiyê de ji bin cenazeyan sax filitiye û timî ji wan re qala serpêhatiye xwe kiriye. 
 
Keskîn, destnîşan kir ku Hezmê ji wan re gotiye ku kesên hatine kuştin tenê ne ji gundê Eleqemşê bûne û wiha got: “Ji aliyê Torê, ji aliyê Mîdyadê û ji aliyê gundên jorê mirov bazdane binxetê. Li ser sozdayina ku wê tiştek ji wan nekin piraniya kesên çûne binxetê vedigerin gundê Eleqemşê. Yê ku rizgar dibe ji xwe diçe. Lê yê ku dimîne dest didin ser wan. Ji gundê me 24 mirov kuştin. Ji mala me jî pîrka bavê min û keça wê kuştine. Ev di arşîvên dewletê de hene. Heger dewlet arşîvên xwe veke wê bibîne."
 
‘HEKE DEWLET QEBÛL BIKE…’
 
Derbarê kêliyên pêkhatina komkujiyhê de jî Keskîn, tiştên jê re hatine vegotin wiha anî ziman: “Piştî vegerê li gundê Eleqemşê dorbêç dikin. Jinan û zilaman ji hev cuda dikin. Destên wan bi têlan girê didin û gule li wan direşînin. Piştî ku dikujin jî agir berî wan didin. Hê cihê wan li qada gundê Eleqemşê ye. Gorên jin û zilaman ji hev cuda ne.  Ev ne şervan û şerker bûne. Mirovên xizan bûne. Ji wan re gor çênekirine û cenazeyê wan avêtine ser hev. Cihê ku şewitandine wisa hiştine. "
 
Keskîn, destnîşan kir ku derbarê komkujiyê de tu doz li dewletê venekirine û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku ji hêla dewletê ve bê tespîtkirin ku gunehê van mirovan çibû, ev komkujî li dijî wan pêk hat? Temam Haco li hemberî dewletê serî rakir. Lê ma ev hemû leşkerên Haco bûn? Hemû jin, zarok û kal bûn. Ji gundê me Xirabê Sosina 24 kes kuştin. Gundiyên me hemû li gundê Xirabê Darik kom kirine û gundê me şewitandine. Bûyera gundê Eleqemşê û şewitandina gundê me bi hevre pêkanîne.”
 
Keskîn, bi lêv kir ku heke dewlet qebûl bike û li xwe mikur bê ku komkujî kiriye ew ê tazmînatê ji dewletê nexwazin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ma ne min nekiriye û dewleteke din jî nehatiye nekiriye. Ev bav û kalên me ji me re gotine û ew bixwe di nav de bûne. Ev komkujî vê dewletê kir. Em her dibêjin; em birayê hevin, lê me tu biratî ji vê dewletê nedît.”
 
 
HELBESTA ELEQEMŞÊ 
 
Beşek ji helbesta Cegerxwîn a 'Eleqemşê':
 
"… Li gundê Aleqemşê
Ew kom kirin li hewşê
Mêr bi carek girêdan
Bi kindir û bi lêdan
Xort û pîr û kal û jar
Wek êzing û weke dar
Girêdan û dane hev
Di dest wan de nema rev
Hawîr danîn Hûravêj
Ew tivingên dev dirêj
Serdarê wan emir da
Tevan bi hev re berda
Hemî ketin li ser ax
Bi ser hev de bûn kelax.
Gaz berdane ser laşa
Ji nû dan ber manaşa
Heta ko tev bûn arî
Ma kî dikî vî karî?…"
 
 
HELBESTA “PÎRA TORÊ”
 
Beşek ji helbesta Cegerxwîn a “Pîra Torê”:
 
“Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez,
Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.
 
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem,
Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez.
 
Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê;
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.
 
Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin,
Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.
 
Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke;
Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres…”
 
MA / Kadrî Esen - Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

18/11/2021
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest