‘Tirkiye hewl dide pêşketina projeya demokratîk asteng bike’

  • rojane
  • 09:20 11 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya, diyar kir ku dê li hemberî êrişên Tirkiyeyê mafên xwe yên xweparastinê bi kar bînin û ev tişt got: "Tirkiye hewl dide pêşketina projeya demokratîk asteng bike." 

Di vê pêvajoya hevdîtinên dîplomatîk en Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîn de Tirkiye êrişên xwe yên li dijî herêmê berdewam dike. Hat diyarkirin ku hevdîtinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ên ji bo vê yekê yên bi serokên Amerîka û Rûsyayê re bêencam mane. Her wiha hevdîtin û bazariyên Tirkiyeyê yên bi Rûsyayê re yên ji bo Îdlibê jî didomin. Van hemû hewldanên Erdogan ji bo êrişeke mezin a li dijî herêmê ne. Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya, têkildarî qewimînên li herêmê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
Di van rojên dawî de ji aliyê Tirkiyeyê ve derbarê operasyonên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyanî hatin dayîn. Her wiha li ser mijarê de hin daxuyanî hatin dayin. Tê îddakirin ku Şehba û Tel Rifat jî tê de Tirkiye 5 bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
 
Bê gûman Tirkiyê bi hemû derfetên xwe hewl dide li herêmên me bixe, her wiha hewl dide bi hincet û derewan rê li ber pêşvebirina projeya demokratîk bigire. Her wiha Tirkiyê dixwaze alozî û nakokiyan di navbera gelên herêmê de çêbike. Di heman demê de dixwaze teror jî hebe, ji ber ku Tirkiyê ji van hemû amûran sûd werdigire da ku siyasetên xwe yên dagirkerî derbas bike. Niha hevsengiyên herêmî û navdewletî diguhere û lihevhatinek heye ku Tirkiyê bûye xwediyê roleke neyênî li herêmê, bi taybetî li Sûriyê, lê hinek hene ku bi siyasetên barterî bi Tirkiyê re li hev dikin, ji tevlihevî û bêhişmendiya Erdogan û siyasetên wî yên pûç sûd werdigirin, di pratîkê de em nikarin bibêjin ku metirsiya Tirkiyê li ser herêmên me tune ne, ji ber ku dema Tirkiyê firsendê bibîne wê dudilî nemîne ku lê bixe. Li vir em jî pişta xwe didin yekrêzî û hevgirtina pêkhateyên gelê xwe û mafê xwe yê parastina destkeftiyên şoreşa xwe. Pêwîst e cîhan di serî de jî hêzên koalîsyonê rê nede ku destkeftiyên li dijî DAIŞê bi rêya Tirkiyeyê bikevin xetereyê.
 
Berê jî derbarê armanca Tirkiyeyê de daxuyaniyên we hebûn, lê li gorî we armanca vê carê ya  hedefgirtina Tel Rifat û Şehbayê çi ye?
 
Min anî ziman ku Tirkiyê bi her awayî dixwaze li herêma me bixe û hemû herêmên me ji bo wê hedef in. Lê ji bo pirsa we ya der barê Tel Rifet û Şehba, em dikarin bêjin ku ev herêmên ku koçberên Efrînê lê dijîn, Tirkiyê dixwaze siyaseta koçkirina bi darê zorê temam bike û ji wan deveran jî sûdê werbigire da ku dagirkeriya xwe berfireh bike û pêşî li berxwedana gelê me bigire, û wan deveran bikin penageheke ewle ji bo çeteyên ku dê ji Idlibê xwe li wir bigerin di rewşa aloziyê li wan deveran heye.
 
Her wiha nirxandin hatin kirin ku hevdîtinên Tirkiyeyê yên bi DYA û Rûsyayê re zemîna operasyoneke muhtemel a li pişt perdeyê amade dikin. Li gorî we Tirkiye li kîjan zemînî digere û zemînê ku lê digeriya bi dest xist an nexist? 
 
Li gorî hevdîtinên ku me pêk anîne û li gorî agahiyên ku ketine destê me, Amerîka çira kesk nedaye Tirkiyê, lê em nizanin bê nedana ronahiya kesk wê bibe sedema êrişa Tirkiyê yan na, her wiha weke min got, em nikarin bêjin metirsiya Tirkiyeyê di pratîkê de ji holê rabûye, Tirkiyê û Erdogan di nava krîzê de ne û tê zanîn ku Erdogan bi polîtîkaya dûrxistina qeyranan û xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê tê naskirin, û berê raya giştî bide  xetereyên hîpotetîk, ev ezmûn di dema ya dîroka Sûriyeyê de çêbû.
 
Em ji her kesî dixwazin ku zanibin metirsiya Tirkiyê bi van siyasetan metirsiyek herêmî û navdewletî ye û mesele ji hev nayên cudakirin, ji ber ku dema Tirkiyê li Sûriyê ye, ev yek bandorê li ser herêmê û heta li ser cîhanê jî dike, lewra her ku rola Tirkiyê were kêmkirin, îstiqrar wê pêk bê.
 
Divê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşeke gengaz çawa xwe biparêze? Ger DYE û Rûsya erê bikin li gorî we wê tişteke çawa derbikeve holê? 
 
Min behsa wê yekê kir ku em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em dixwazin ku hemû pirsgirêk û mijar bi rêya diyalogê çareser bibin, lê proje û destkeftiyên me hene, di navbera pêkhateyên gelê me de yekitiya me heye, em rê nadin ku ev rêgez têkevin metirsiyê,  eger Tirkiyê êrîşî me bike, em mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin û di hêla siyasî û diplomatîk de jî emê siyaset û xeteriyên Tirkiyê bidin naskirin û em qebûl nakin ku destkeftiyên me bikevin metirsiyê.
 
Pêşbîniyên we yên derbarê encamên êrîşeke gengaz a Tirkiyeyê de çi ne? 
 
Tirkiyê li ku be, kaos heye, dagirkerî heye, nakokiyên mezhebî hene û teror heye, lewma dema êrîşeke Tirkiyê çêbibe, ev mijar dê pêş bikevin û ev metirsiyek mezin e, ne tenê ji bo Sûriyê, ne tenê ji bo herêmên me, lê ji bo qada herêmî jî, û me hemûyan dît çawa Tirkiye îro bûye navendek ji bo belavkirina kaos û sabotajê li derveyî sînorên Sûriyê, piştî bêdengiya cîhanê li hember kiryar û siyasetên wê yên li Sûriyê.
 
Weke şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê we jî di hevdîtina bi şandeya Moskovayê de rcih girt.   We ji van hevdîtinan çi encam bi dest xistin?
 
Serdanên dîplomatîk ên li Moskow, Waşîngton û Ewropayê ji bo me di qonaxeke girîng de pêk hatin, ji ber ku li Sûriyê tu projeyekî çareseriyê tune ye, lewma me ev gera pêk anî, da ku bale bikşînin ser çareseriyê bi perspektîfeke demokratîk a realîst bi rêya diyalog û çareseriya aştiyane. Me ji aliyê xwe ve got ku em Sûriyeke yekgirtî dixwazin. Bi van seredanan me dît ku hinek kes di derbarê projeya me û rola me de ne agahdar in, ji ber ku kesên projeya me berovajî dikin û wek projeyek metirsîdar nîşan didin hene. ev yek ne rast e. Bi van serdanan me astiyên ku em pê bawer in eşkere kirin. Ev serdan jî bûne sedem ku atmosferek giştî were afirandin ku rê li ber xebata diplomasî a berfireh vedike da ku nûnertiya MSDê li Brîtanyayê bête vekirin. 
 
Di daxuyaniya berê de we gotibû ku DYA ku di bin rêveberiya Donald Trump de û Rûsya li ser Sûriyeyê li hev kirine. Nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê wê demê James Jeffrey bû. Gelo em dikarin bêjin ku ev hevkariya ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de bi guhertina Serokê Amerîka û Nûnerê Taybet ê Sûriyê pevgirêdayî ye, yan ew plan berdewam dike?
 
Li ser lihevhatina di navbera Rûsya û Amerîka de, xuya ye ku li Sûriyê lihevhatinên demdirêj hene, ne tenê li ser Sûriyê, ji ber ku nakokî û lihevhatin di navbera wan de li herêmên din û li cîhanê jî hene, û ez di wê baweriyê de me ku guhertina rêveberiya Amerîkî bandorê li ser van lihevhatinan nake, nemaze di mijarên hemahengiya rojane de li Sûriyê.
 
Ew peymana ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de çêbû di rastiya xwe de çi bû? Û tê de çi hebû?
 
Lihevkirina ku piştî êrîşa li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi Rûsya û Amerîkayê re pêk hat, ew bû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji navçeyên sînorî yên di navbera 25 û 30 km de pêk vekişe. Erdogan û Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di encama vê lihevkirinê agirbest ragihandin û soz dan ku hikûmeta Tirkiyê binpê neke, lê heta niha Tirkiyê pabendî van şertan nebûye û her roj binpêkirina wê berdewam dike, lê QSD dema pêwîst be mafê xwe parastinê bikar tîne. Dema ku Tirkiye êrîşek nû pêk bîne, bêguman ev peyman wê nedomdar be û wê demê hemû qadên dagirkeriya Tirk bi Tirkiyeyê re bibin qada şer.
 
Li Sûriyeyê jî ji bo makezagoneke nû û hinek çareserî muzakere tên kirin, lê belê ev bêyî Rêveberiya Xweser tê kirin. Di vê çarçoveyê de gelo di demek nêz de li Sûriyeyê çareseriyek pêkan e yan na?
 
Danûstandinên ku tên kirin, vîna gel paşguh dikin (5 milyon kes û rûberek ji %30 ji Sûriyê), anku herêmên rêveberiyê.  ji vê re nayê gotin muzakere, belkî parvekirina desthilatê û hêzê ye û ev danûstandin nikarin bibin rêya çareseriyê. Li Sûriyê pêwîstiya me bi lihevhatin û lihevkirina di navbera hemû Sûriyan de heye, û divê rastiya Sûriyê wek xwe bê dîtin û neyê paşguhkirin.
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

18/11/2021
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest