Sancar: Armanca me ew e ku em aştiyê ji tabanê ve ava bikin

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew ê bi civîna Meclîsa Partiyê plansaziya serdema nû çêbikin û got: “Me pêkanîna aştiyê ji civak û tabanê daniye pêşiya xwe û viya armanca me ye.” 
 
Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar civiya. Li otelek civîn hat lidarxistin û wê di civînê de geşedanên siyasî, êrişên li ser HDP’ê û plansaziya serdema nû dê were çêkirin. Hevserok Mîthat Sancar di destpêka civînê de axivî. 
 
 
DEKLARASYON WÊ BIKEVE MERIYETÊ 
 
Sancar destnîşan kir ku wan deklrasyona banga ji bo demokrasiyê bi raya giştî parve kirine û vê deklarasyona wan di heman demê de nexşerêya wan diyar dike û wê deklarasyona xwe bixin meriyete. Sancar anî ziman ku ew li meydanan in û di nava gelê xwe de ne û wan armanc û tiştên wê bikin bi gelên Tirkiyê re parve kirine û dikin. 
 
‘EM Ê AŞTIYÊ JI TABANÊ AVA BIKIN’ 
 
Sancar anî ziman ku armancên wan zelal in û got: “Divê em bibêjin ku em partiyeke ku van armancan bi eşkere bi gelên Tirkiyeyê re parve dike. Me bi awayekî vekirî ji raya giştî re axivî. Me xeta sereke ya rêya xwe ji raya giştî re eşkere kiriye. Em difikirin ku me dawî li spekulasyonên li dijî me anî. Em kêfxweş in ku ev deklerasyon ji aliyê beşeke girîng a civaka Tirkiyeyê ve bi erênî hat pêşwazîkirin. Li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê vedike, li Tirkiyeyê zemîna avakirina aştiyê û avakirina hemwelatiya wekhev ava dike. Armanca me ev e. Ji bo vê jî têkoşîna aştiyê ji bo me mijara herî jiyanî ye. Me ji xwe re kiriye armanc ku ji binî ve, ji civakê re aştiyê ava bikin. Em ê armancên aştiyê, armanca aştiyê û pîvanên aştiyê bi civakê re ava bikin. Ti niyeta me nîne ku em partiyên siyasî li ser desthilatdariyê bihêlin. Aştiyeke ji binî ve tê organîzekirin wê bibe temînata jiyana hevpar a wekhev.”
 
HDP AKTORÊ SIYASETA TIRKIYÊ YE 
 
Sancar da zanîn ku Tirkiye di dîroka xwe de serdema herî giran a bêhiqûqiyê derbas kiriye û wiha dewam kir: “Em dibêjin Tirkiye di nava krîzeke piralî de ye û em weke HDP’ê ji vê krîzê re bernameya herî berfireh a çareseriyê pêşkêş dikin. HDP siyasetê hildiberîne. HDP ji bo îdiaya xwe ya ku weke aktorê damezrîner ê siyaseta Tirkiyeyê ye bi cih bîne û bi hemû hêza xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. Yên ku vê rastiyê paşguh dikin û vê rastiyê naxin nav nîqaşê, wisa difikirin ku xwe wek masiyên mirî didin der, lê rastî dê wan bixapîne. Ji ber ku em dizanin ku ev deng wê di nava gelan de jî bi heman rengî be û ev deng wê li Tirkiyeyê hevpariya herî berfireh a têkoşîna demokratîk ava bike.” 
 
SERDEMA HERÎ BÊHIQÛQÎ YA TIRKIYÊ 
 
Sancar bal kişand ser bêhiqûqî û bêddaletiyê û wiha got: “Dibe ku Tirkiye di dîroka xwe de serdema herî giran a bêhiqûqiyê dijî. Desthilatdarî di rêgezek wekî qanûnê de bi tevahî betal bike. Heya nuha, bi kêmanî xuya ye ku ew li ser guhdana qanûnê nîgeran bûn. Bi gotineke din, her çendî şert û mercên qanûnê pêk neanîn jî, bi kêmanî hewl dan ku hincetên vê yekê derxin holê. Lê belê sînorê wê heye ku hêzeke bi vî rengî ya zalim ku li ser îstîsmar, talan û zilmê hatiye avakirin, hiqûqê jî ji bo xwe nîşan dide. Niha ew sînor hatiye, li pêşberî civaka Tirkiyeyê radiweste. Çawa ku ew hewcedariya ravekirina ti neheqiyekê jî nabînin, kesên ku di rêveberiya giştî de dixebitin dikarin kiryarek bêaqil bikin da ku wan teşwîq bikin ku neqanûnî tevbigerin. Wezîrê ku ji ewlekariya navxweyî berpirsyare dikare vê yekê bi awayekî zelal bibêje.” 
 
DAWIYA WAN TÊ 
 
Sancar destnîşan kir ku îqtidar û şirîkê xwe yê biçûk bi hêrsa nava dilê xwe hereket dikin û wê ev hêrs dawiya bîne. Sancar bal kişand ser Doza Kobanê û doza vekirina girtina HDP’ê û got: “Dadgeh dixwaze hevalên me di hefteyek de parastina bi hezaran rûpel îdianameyê bikin. Ji me ditirsin. Çimkî dizanin ku wê HDP’ê dawiya wan bîne. Îqtidar û şirîkê xwe yê biçûk pir eşkere fermanê didin darazê. Ne ev mîzansênên li salonên dadgehê, ne operasyonên din ên çewisandinê yên îqtidarê, ne jî êrişên din nikarin HDP'ê ji rêya wê dûr bixin. Di rastiyê de îqtidar bi eşkereyî radigihîne ku ew ê bi bûyerên wiha bike mijara jiyan û mirinê û bi vî awayî eşkere wê winda bike.” 
 
BILA ÇAVÊ WE LI SER HDP’Ê BE
 
Sancar di dawiya axaftina xwe de destnîşanî girîngiya têkoşînek hevpar kir û got: “Têkoşînek hevpar a demokratîk wê Tirkiyê rizgar bike. Em carek din bangî hemû gelan dikin. Bila di vê serdema tarî, pergala riziyayî û bêhn jî tê bila çavê we û çavê me li ser HDP’ê be. Çimkî HDP heqîqet e. Wê nikaribin bi êriş, qedexe û çewisandinê û binçavkirinan hêza me û têkoşîna me têk bibin.” 
 

Sernavên din

14/11/2021
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin
10:16 Gergerlîoglu guhertina ‘lêgerîna tazî’ şîrove kir: Rastiya xwe qebûl kirin
10:11 Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e
09:45 Kalkan ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:14 Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP
09:11 'Ên reviyan û çûn dê careke din nikaribin bi wan lingên xwe yên qirêjî bikevin Şengalê'
09:10 Girtiyê nexweş Morsumbul nayê dermankirin
09:09 Dê li dijî 'êrişên rêxistinkirî bi têkoşîneke rêxistinkirî' dakevin qadan
09:07 Zêbarî: Ji ber polîtîkayên PDK'ê hêviya ciwanan a ji bo pêşerojê nemaye
09:06 Amedî: Pereyê me ji bo şer, tanq û tivingan tê xerckirin
09:05 Ji bo debara xwe bikin hem dixwînin hem jî dixebitin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2021'Ê
12/11/2021
16:58 Di komkujiya Şenyaşar de 9 car in dozger tê guhertin
16:54 Dosyeyên wan heman in lê cuda cuda hatin darizandin
16:37 Medet Serhat di 27'emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn
16:36 Nivîskarên kurd dê li Amedê li hev bicivin
16:18 Çomanî: Dewletên rojava jî hevparê sûcên koçe ji Kurdistanê ne
16:13 Uca, zextên li ser çanda kurd bir rojeva Meclîsê
16:00 Keştiya Azadiyê gihîşt Napoliyê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan hat
15:39 Çerxa zext û tundiyê ya DAF'ê vegotin
15:38 SES’ê budçeya ji bo xebatkarên tenduristiyê hatiye veqetandin rexne kir
15:37 Li Meletiyê erdhejeke bi pîleya 5 pêk hat
14:13 3 ciwanên HDP’yî hatin berdan
14:12 Dozera ku malê hildweşand wergeriya: 2 kes birîndar bûn
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî êrişan dema azadiyê ye
13:29 Kurtulan: Li girtîgehan hovîtî diqewime
12:51 Bernameya 25'ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê diyar bû
12:41 Emîne Şenyaşar wê derkeve pêşberî dadgehê
12:34 Navê ‘lêgerîna tazî’ wek ‘lêgerîna bi hûrgulî’ hat guhertin
12:22 Kesayetek ku ji Şêx Seîd heta Şoreşa Rojava têkoşiyaye: Yusif Gulo
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Kesên ji bo alîkariya civakî serî lê didin dikin endamên AKP’ê
11:51 Leşkeran li Şirnexê 2 kes binçav kirin
11:26 ‘Di Sînemaya Amûdê de ne tenê 283 zarok, 283 malbat şewitîn’
09:18 Keştiya Azadiyê wê li Napoliyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî kampanya îmzeyan hat destpêkirin
09:08 Restorekirina Medreseya Sor bi dawî nabe!
09:08 Di rêça Belarûs-Polonyayê de 'borseya penaberan'
09:07 Emîne Şenyaşar: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:06 6 bijîşk rojê hezar û 800 zarokî muayene dikin
09:06 Dayikên şahidên şer: Ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe
09:05 Doza 7 hezar TL tazmînatê kir, lê dadgehê 4 hezar û 75 TL deyn xist stuyê wî
09:04 Cezayê 'maske û mesafe'yê li kesên tevli Newrozê bûn birîn
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'AN
11/11/2021
16:39 Dayik meşiyan sînor: Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin
15:59 Parlamenterê HDP'ê yê berê Yildirim hat girtin
15:51 Cenazeyê Atici piştî 191 rojan radestî malbatê kirin
15:37 Wê ji bo tundiya li girtiyê berasteng serlêdan bê kirin
15:25 Malbata Dînç piştî 5 salan cenazeyê keça xwe wergirt
15:14 Parêzerên Doza Kobanê serî li HSK'ê dan
14:57 Derbarê çend kesan de ji ber peyva ‘Kurdistan’ lêpirsîn hatiye destpêkirin?