Dayik meşiyan sînor: Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin

  • rojane
  • 16:39 11 Mijdar 2021
  • |
img
ŞIRNAK - Dayikên Aştiyê, meşiyan Deriyê Sînor ê Xabûrê û piştgirî dan dayikên ku ji bo girtina cenazeyên li Sêmalka çalakî li dar dixin û xwestin ku bikaranîna çekên kîmyewî bê bidawîkirin. 
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, meclisên Dayikên Aştiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê, meşiyan Deriyê Sînor ê Xabûrê û piştgirî dan dayikên ku ji bo girtina cenazeyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  çalakî li dar dixin. Aktîvîstên TJA, MEBYA-DER, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û bi sedan kes tevlî meşê bûn. Dayik, li bajarokê Tilqebînê yê Silopiyayê kom bûn û piştre ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan.
 
Di dema meşê de pankarta "Zarokên parastina gelê xwe dikin ne bêxwedî ne, Destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me Rakin" hat vekirin û dovîzên "Bimire xiyanet", "Bibe dengê girtîgehan ", "Ne gazên kîmyewî, îxanet û hevkarî dikûje", " Sînorê herî mezin îxanet û hevkarî datîne"  û "Em we ji Helepçe nas dikin" bilind kirin. Girse, di dema meşê de dirûşmeyên “Bimire xiyanet, bijî Kurdistan”, “Jin şer naxwazin”, “Şehît namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û meşeke girseyî li dar xistin. Ji deriyê sînor re du kîlometre ma girse ji aliyê leşkeran ve hat sekinandin û dayikan li vê derê daxuyanî dan.
 
'EM HOVÎTIYÊ QEBÛL NAKIN'
 
Dayika Aştiyê ya Silopiyê Emîne Ozek, bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn da û wiha got: “Hovîtiya ku li ser gelê kurd tê meşandin em qebûl nakin. Em êdî vê zilmê qebûl nakin. Êdî xew nakeve çavên me. Li hemberê vê ziilmê tu tehemûla me nema. Em bang li Barazanî dikin; hovîtiya ku li çiyayên azad didin meşandin bila bi dawî bikin. Ji meha nîsanê vir ve Tirkiye bi tank û topan êrîşî gelê me dike. Bi çekên kîmyewî êrîş dikin. Li dijî ev zilma ku tê meşandin tehemûla me nema. Bila dawî vê hovîtiyê bînin.  Bi sedsalan e gelê kurd dikûjin. Heta kengî dê ev berdewam bike? Ferqa me tu dayikekê tune ye. Bi çekên kîmyewî bi awayek hovane êrîş dikin. Em bang hemû dayikan dikin werin em dest bidin destên hevdû û pêşiya vî şerî bigirin. Barzanî çima cenazeyên gêrîlayên HPG’ê nade malbatên wan?”
 
'EM DAYIK ÊDÎ MIRINÊ NAXWAZIN'
 
Dayika Aştiyê ya Cizîrê Esmer Çikmaz jî diyar kir ku şerê tê jiyîn kezeba wan dayika dişewitîne û wiha pêlda axaftina xwe: “Dayikên wan jî tune ne. Kezeba dayikên wan jî naşewite. Em naxwazin zarokên me bên kûştin. Her roj zarokên me tên girtin û kuştin. Heta kengî wê ev berdewam bike. Bi çekên kîmyewî êrîşê çiyayên azad dikin. Em dayik êdî mirinê naxwazin. Em dibêjin êdî bes e. Ew jî ne zarokên vê axê ne. Em dayikên aştiyê azadî û aştiyê dixwazin. Em bang li hemû dayikan dikin û dibmêjin werin em dest bidin destên hevdû û ji mirinê re bêjin êdî bes e. Behsa misilmaniyê dikin. Misilmanî ev tişte? Bira birayan dikûje. Çima îşkencê li cinazeyên me dikin. Qet natirsin. Heta kengî ev şer wê berdew bike. Em ji şer re dibêjin êdî bes e. Bila îşkenceyê li cinazeyên zarokên me nekin. Em vê qebûl nakin.”
 
'BILA ŞER BI DAWÎ BIBE'
 
Dayika Aştiyê ya Nisêbîne Perihan Altug jî destnîşan kir ku ji ber kezeba dayikan dişewite daketine qadan û ev tişt got: “Bila hemû dayık werin em vi şeri bidin sekinandin û dengê xwe bilind bikin. Em dayik şer naxwazin. Bila ev şerê qirêj û xwîn bisekine. Bila ciwanên me neyên kûştin. Cenazeyên gêrîlayan destên PDK’ê de ne û teslîmê malbata nayê kirin. Dayik ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin li ber deriyê Sêmalka nobedê digirin. Dê cinazeyan çi bikin. Bila ev şer bi dawî bıbe. Êdî bes e bila dayik hêstirön çavan nabarînin.”
 
'MIRIN NE ÇARESERÎ YE'
 
Dayika Aştiyê ya Sêrtê Taybet Tekîn jî da zanîn ku mirin ne çareseri ye û got: “Bila êdî bes kezeba dayikan  bişewite. Mesût Barzanî ji me çi dixwaze? Çima cenazeyan teslîmê malbatan nake. Em dayik aştî, azadî û wekheviyê dixwazin.”
 
'BILA EV XWÎN BISEKINE'
 
Dayika Aştiyê ya Qoserê Besna Gunay jî ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ev şer bisekine. Em bang li hem dayikan dikin. Bila kezeba dayikan neşewite. Ji bo kezeba me dayikan neşewite em li vê derê ne. Em êdî şer naxwazin. Bila ev xwîn bisekine. Bila cenazeyan teslîmê malbatan bikin. Kanê qanûn û edalet? Dibêjin mirov, xwîşk û bira ne. Kanî xwîşk û biratî?”
 
'EM BI ZAROKÊN XWE SERBILIND IN'
 
Herî dawî Dayika Aştiyê ya Êlihê Şukran Çelebî jî ev tişt bi lêv kir: “Ehlaqekî şer jî heye. Bi sedsalan e ev şerê ku li dijî gelê me tê meşandin  de tu ehlaq tune ye. Dest ji zindiyan berde niha jî bi cenazeyan dilîzin. . Bi çekên kîmyewî êrîş dikin. Êdî bes e. Ev gel ji bo nasnameya xwe şer dike. Ji bo ku li ser ax û erdnîgariya xwe bijî têkoşînê dide. Heta ku em yek kes bimînin jî berxwedana me wê berdewam bike. Em xwedî erdnîgariya Kurdistanê ne. Bi kuştin û qetlîaman dixwazin kurdan xilas bikin. Lê belê ev gel bi êrîş û qetlîaman xilas nabe. Barzanî ji bo berjewendiyên xwe bila kurdan navêje talûkeyê. Bila wî deriyî vekin û em cenazeyên xwe werbigirin. Ev dijminatiya çi ye? Em bi zarokên xwe serbilind in.”
 
Daxuyanî b meş û bi dirûşman bi dawî bû.
 

Sernavên din

18/11/2021
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest