Emîne Şenyaşar: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim

  • rojane
  • 09:07 12 Mijdar 2021
  • |
img

RIHA - Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarê sibê 250 rojên xwe temam dike. Emîne Şenyaşar bang kir: "Ji malbata min 3 kes kuştin. Em jî li vira, li ber edliyeyê dimirin. An bila me bigirin, an me bibin cem kurê min û an jî bila kurê min berdin. Berê bimirim dixwazim kurê xwe bibînim." 

Parêzkar û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji malbata Şenyaşarê 3 kes kuştibûn. Piştî vê dayik Emîne Şenyaşa rû kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê "Nobeta Edaletê" dabûn destpêkirin. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarê sibê 250 rojên xwe temam dike. 
 
Dayik Emîne Şenyalar û kurê wê Ferît Şenyalar cardin daxwazên xwe anîn ziman. 
 
DU DAXWAZ
 
Ferît Şenyaşar, bibîr xist ku gava dest bi Nobeta Edaletê kirin ji demsalan bihar bûye, lê niha hindik maye demsala zivistanê bê. Şenyaşar, anî ziman ku gava dest bi nobetê kirin texmîn nedikirin ku dê ev qasî dirêj bajo û got: "Ji lew re daxwazên me pir zelal in. Me got ger tirkiye dewleteke hiqûqê be, çi hewce be dê di cî de bike û em ê jî jiyana xwe ya asayî bidomînin. Em bi du daxwazan hatin vira; birayê min Fadil 3 sal û nîv in belesebeb girtiye. Xwe parast, lê ji ber zextên siyasî 37 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Berdana birayê min daxwazeke me ya ku em tawîz jê nadin. Daxwaza me yya duyem jî; vekirina dosyeya têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê ye ku bi biryareke veşarî tê parastin. Bavê min û birayê min, li nexweşxaneya dewletê, li ber çavê karmendên saziyeke dewletê hatin kuştin." 
 
MA QEY EM NE WELATIYÊN VÎ WELATÎ NE?
 
Şenyaşar, destnîşan kir ku daxwazên wan daxwazine hiqûqî ne û got: "Dozger ji dêvla ku daxwazên me pêk bînin, ketine etra 'em ê vê malbatê çawa ji vir rakin.' Ji bo me ji vir rakin tu rêbaz nema neceribandin. Em gelek caran bi awayekî bêhiqûqî hatin binçavkirin. Çûn peyvek ji zêmarên dêya min kirin hincet û doz vekirin. Li avahiya edliyeyê li ser odeya dozger navê wî heye, lê 4 meh in ew ne li wir e. Betlaneyeke bêdem dane wî. Gava em dikevin hundirê avahiyê, serdozger di deriyê paş re direve. Çima kes guh li me nake? Ma qey em ne welatiyên vî welatî ne?"
 
KEVIRBÛNA NIHA QELIŞÎBÛ
 
Şenyaşar, destnîşan kir ku ji ber ku doza edaletê dikin 250 roj in zilm li wan tê kirin û got: "Serdozgerê ku her roj di ber me re diçe û tê vê zilmê dibîne. Li vira, li dewsa dêya min kevir bûna, niha ji zû de qelişîbû. Tevahiya Tirkiyeyê vê zilmê temaşe dike. Madem nahêlin dozger peywira xwe bikin, nexwe bila dozger îstifa bikin." 
 
Şenyaşar, anî ziman ku bi saya serdanên piştgiriyê li ser pêyan e û got: "Em bi piştevaniya gel li ser pêyan e. Em bihêvî ne. 8 meh in em li vira ne. Erê rayedar hê tu gav neavêtine, lê em ê hêvîşikestî nebin." 
 
Şenyaşar, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê Nobeta Edaletê bidomînin û got: "Heya ev zilm hebe em ê ji bo edaletê biqîrin." 
 
‘QEY HÊSIRÊN ÇAVÊN MIN NABÎNIN?'
 
Dayika Emîne Şenyaşar jî bal kişand ser tenduristiya xwe ya ku her diçe xirabtir dibe û got: "65 salî me. Diviyabû li malê li ce neviyên xwe bûma, lê 250 roj in têm ber avahiya edliyeyê. Nikarim li malê rûnêm. Êdî bes e, ma qey hêsirên çavên min nabînin? Êdî bes e, bila dayik bes bigirîn." 
 
'MIRIN BE BILA LI VIR BE'
 
Şenyaşar, anî ziman ku heya dest bi Nobeta Edaletê nekiribûn tu nexweşîn lê peyda nebûbûn û got: "Ji malbata min 3 kes kuştin. Em jî li ber edliyeyê dimirin. n bila me bigirin, an me bibin cem kurê min û an jî bila kurê min berdin. Ez her roj ji bo kurê xwe digirîm. Berê bimirim dixwazim kurê xwe bibînim. "
Dayik Şenyaşar, doza ku bi hinceta "heqaret" li Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Rihayê lê hatiye vekirin bibîr xist û got: "Ên zarokên min kuştin bi rihetî digerin. Rayedar dizanin kê komkujî kiriye. Lê ji dêvla ku dest bidin wan, radibin dozê li me vedikin. Heya edalet pêk neyyê ez ji vir naçim, mirin be bila vir be." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

18/11/2021
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest