'Ên reviyan û çûn dê careke din nikaribin bi wan lingên xwe yên qirêjî bikevin Şengalê'

  • rojane
  • 09:11 13 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser azadkirina Şengalê re 6 sal derbas bûn, lê hê jî êriş didomin. Hevseroka Desteya Reveber a Şengalê Rîham Hesen, got:  "Ên ku revîn û çûn wê careke din bi wan lingên xwe yên qirêj nekevin Şingalê. Wê gel li hemberî vê bi hêzeke xurt bisekine. Wê gel rihê xwe bide, lê axa xwe nede." 

Li Başûrê Kurdistanê yek ji cihê ku dibin desthilatdariya Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) de Şengal bû. Şengal ji sala 2003'yan heta 2014'an de di bin desthilatdariya PDK'ê de bû. Dema ku di sala 2014'an de DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, hêzên PDK'ê bêyî ku guleyekê jî biteqînin ji Şengalê reviyan çûn. Bi vî awayî rê li ber DAIŞ'ê vekirin ku êrişî Şingalê bike. Şingal bi êrişên DAIŞ'ê re bi fermaneke mezin re rû bi rû ma. DI vê hovîtiya DAIŞ'ê de bi sed hezaran êzîdî ji bêgavî koçber bûn û bi hezaran hatin kuştin û bi hezaran jin jî di bazaran de hatin firotin. Hê jî aqûbeta hin kesan nayê zanîn. Piştî hêzên PDK'ê terka Şengalê kirin û reviyan, endamên HPG, YJA-Star, YPG û YPJ’ê berê xwe dan Şengalê û Şengalê ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin.
Li ser rizgarkirina Şengalê 7 sal derbas bûn. 
 
Di ser azadkirina Şengalê re 6 sal derbas bûn. Hevseroka Desteya Reveber a Şengalê Rîham Hesen, bi boneya 6'emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji Ajansa Mezopotamya (MA) axivî.  
 
 
'PÊŞMERGE NEHÊLA KU GEL LI BER XWE BIDE' 
 
Hesen, diyar kir ku PDK'ê bi vekişandina hêzên xwe Şengal bê parastin hişt û wiha axivî: "Di sala 2014'an de kesên ku digotin, Şengal namûsa me ye û em Şingalê diparêzin bêyî ku guleyekê biteqînin derketin û Şengal radestî DAIŞ'ê kirin. Jixwe dema ku van parastina Şengalê dikirin jî, gelê vir nerehet bû. Ji ber ku van kesan di berê de jî îxanet li êzidiyan kiribûn. Dîroka PDK'ê bi xiyanetê tê zanîn. Li Şengalê û herêmê gelek tişt çêdibûn, lê PDK li hemberî van bêdeng bû. Ger pêşmergeyan bixwesta û ne şirîkên hin tiştan bûna dikaribû Şengalê biparêze û bi hêsanî şer bikira. Lê mixabin bi xiyaneteke mezin Şengal ket destê DAIŞ'ê. Dema ku DAIŞ hat tê bîra min, tenê 20 rojan li Girzerik ma û nekarî pêşve biçe. Wê demê aşkere bû ku pêşmerge ji bo parastina me nehatibû Şengalê. Ji ber ku ji bo ku şer bike tu amadekarî nekiribun. Li Şengalê her kes li hemberî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê difikirî. Wê demê gel amadekariya xwe dikirin. Li cihên ku pêşmerge lê hebûn  gel çûn ji fermandariya pêşmergeyan re gotin, 'Eger derfetên we hebin û hejmara we têra şer neke, çekan bidin me, em jî dixwazin ku şer bikin.' Lê pêşmergeyan ji wan re got, 'Heya ku em li vir bin, tiştek nayê serê we, hûn dikarin di malên xwe de rihet razên.' Roja beriya wê jî di nav gel de geriyan. Çi qas çekên gel hebûn hemû kom kirin. Nehiştin ku gel li ber xwe bide. Dema ku DAIŞ hat, gel bê parastin bû. Ji ber ku pêşmerge çekên wan desteser kiribun."
 
NEGIHAŞTIN ARMANCA XWE
 
Hesen, anî ziman ku bi hatina hêzên YPG û YPJ'ê re di nava civaka êzidiyan de hêviyek çêbû û wiha dom kir: "Dema ku YPG û YPJ hatin Şengalê di civaka êzidî de hêviyek çêbû. Ji ber ku gel bi tunebûnekê rû bi rû mabû. Bi hatina YPG û YPJ'ê re gel jî rabû ser pêyan û bi hev re berxwedaneke mezin dan. Ew berxwedan jî tu caran nayê jibîrkirin. Berxwedanê ji tunebûnê, hebûnek nû û heviyeke nû afirand. Civaka êzidî bi berxwedaniyeke gelek mezin tevli têkoşînê bûn. Piştî tekoşîna li hemberî DAIŞ'ê gel ji nû ve hat perwerdekirin. Armanc ew bû ku koka êzidiyatiyê li erd û asîman tune bikin. Lê bi saya fikr û felsefeya birêz Abdullah Ocalan û şagirtên wî nekarîn vê armanca xwe pêk bînin. Êzidiyan çawa ku di 74 fermanan de li ber xwe da û serî netewand, bi wê biryarê tevli berxwedanê bûn. Em bi hêvî ne ku wê bi berxwedanê bi ser bikevin. "
 
ROLA JINAN
 
Hesen, destnîşan kir ku di dîrokî de cara yêkem e ku ciwanên êzidî di hêla leşkerî de bi hev re li hemberî dijmin şer dikin û got: "Keç û xortên çzidî bi hev re li hemberî vê zîhniyetê li ber xwe dan. Û dîrok jî şahidiya vê yekê kir. Di vê hêlê de bi taybetî jinan li Şengalê roleke gelek girîng lîstîn. Ji ber ku ya ku herî bêtir zordestî dît û zehmetî kişand jin bû. Ji ber vê jî jin bêtir ji vê zilmê re bûn bersiv. Xwestin di şexsê jinan de miletekî sax qir bikin û me tune bikin. Em bi vê zanebûnê hem xwe azad dikin û hem jî welatê xwe azad dikin. Ji ber vê jî bi taybetî jinan rolêke gelek mezin lîst." 
 
'WÊ GEL RIHÊ XWE BIDE, LÊ AXA XWE NADE'
 
Hesen, bilêv kir ku hêzên ku niha dixwazin ku bikevin Şengalê xeteriyê dikin û wiha domand: "Piştî fermanê serdema xwe bi xwe rêvebirinê dest pê kir di milê siyasî, civakî  û rêxistinî de. Bi xwerêvebirinê re ji fermanê re bûn bersiv. Ew hêzên ku li Şengalê li ber xwe dan, niha di her aliyan de rastî zehmetî û tundiyê tên. Tu pêşketinên li çar parçeyên Kurdistanê ji hev cuda nîne. Li ku derê serhildaneke kurdan çêbibe, li wir hedef digirin. Kî bixwaze ku xwe li ser fikrê azadiyê bi perwerde bike, hedef tê girtin. Naxwazin ku kurd weke kurd bijîn. Li ku derê îradeyeke kurd çêbibe êrîşî wir dikin. Heger em weke mînak bidin, heta niha li ser Rojavayê êrîş xelas nebûne. Li ku derê berxwedaneke kurdan hebe li wir êrîş bi dawî nebûne. Em civaka êzidî ji bo xwe bi rê ve bibin me alîkariya tu kesî nedît. Kî heta niha hatiye her tim gotiye em çi bibêjin hûn ê wê bikin.Tu carî kesî nepirsî vîna we çi ye, daxwazên we çi ne, pirsgirêkên we çi ne.Tenê kesên ku pêşiya vî tiştî vekirin û îradeya civaka êzidî nas kirin şagirtên birêz Ocalan bûn. Ji ber wê jî me ev xet weke xeta herî esasî dît. Ev xet xeta berxwedan û azadiyê ye. Me li ser vê xetê gelek şehîd jî dan. Her qulîçkek Şengalê bi saya van şehîdan hat rizgarkirin. Yên ku revîn û çûn wê careke din bi lingên xwe yên qirêj nekevin Şengalê. Wê gel li hemberî vê bi hêzeke xurt bisekine. Wê gel ruhê xwe bide, lê axa xwe nede." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

18/11/2021
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest