Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin

  • rojane
  • 09:10 15 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Cîgirê Hevşaredarên Silopiya Tahîr Tarhan, diyar kir ku polîs di karên veguhestina komî û xizmetên karên fenê de astengiyê ji wan re derdixînin û wiha got: "Bi van astengiyên ku bi zanebûn derdixînin re dixwazin me û gel bînin hemberî hev."  

Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku yek ji 6 şaredariyên qeyûm tayînî wan nehatiye kirine, di sala 2019'an de ji qeyûm 273 milyon lîre deyn dewr girtibû. Şaredarî ji aliyekî deynan dide ji aliyê din xizmetê dide gel. Şaredariya Silopiyayê ku zêdetirî dahata wê ji ber deynan tê birîn, ligel vê yekê jî xizmeta herî erzan ya ava vexwarinê û veguhestina komî ya nava bajêr dide. Yek ji xebata yekemîn a şaredariyê daxistina buhayê avê yê metrekuba wî 50 qurîş, 25 qurîş bû. Ligel vê yekê jin û xwendekar di veguhestina komî de bi 25 qurîşan sûdê digirin. Hat diyarkirin ku gelek xebatên Şaredariya Silopiyayê ku xebatên xwe didomîne ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Navçeyê ve tên astengkirin. 
 
 JI HDP'Ê RE PÊKANÎNEKE CUDA
 
Cîgirê Hevşaredarên Silopiya Tahîr Tarhan ê derbarê astengiyên ku Miduriyeta Polîsan a Silopiyayê ji wan re derdixîne de axivî, bi lêv kir ku astengiyên ku yekeyên şaredariyê re tên derxistin bi zanebûnin. Tarhan bi bîr xist ku şaredarî di hilbijartina herêmî ya 2019'an de  ji qeyûm paş ve wergirtin û diyar kir ku ji ber şaredarî ji qeyûm wergirtin bi gelek kêmasiyan dest bi peywîrê kirin. Tarhan, dazanîn ku ji roja şaredarî ji qeyûm girtin ve bi gelek astengiyan re rûbirû mane û anî ziman ku bi taybetî jî di xizmeta karên veguhestina komî de tên astengkirin. Tarhan, bi lêv kir ku dema rojên ewil dest bi kar kirin servîsên nava bajêr dihatin sekinandin, bi hêcetên "ehliyetên wan ne têrkirin" cezayê pereyan ji wan re dihat birîn û wiha got: "Ev ajokarên van wesayîtan, hemû ew bûn ku di dema qeyûm de wergirtibûn kar û di wê demê de jî tu pirsgirêk nejiyabûn. Piştî ku şaredarî me girt ji bo ku wesayîtan girê bidin pêkanîneke wisa dan destpêkirin. Dema me pêvajoya qeyûm lêkolînkir, me dît ku pêkanîneke wisa qet nehatiye kirin. Ev pêkanîn bi taybetî li dijî rêveberiya me tê kirin. Ji wê rojê heta îro bi hin hêcetan ev pêkanîn didome."
 
BI HÊCETAN CEZA DIBIRIN
 
Tarhan, dazanîn ku niha jî di rêyên nava taxan de polîsên trafîkê servîsan disekinînin, bi hêceta ku "rêwiyên zêde" siwarkirine cezayê pereyan ji wan re tê birîn û wiha berdewam kir: "Dema qeyûm şaredarî bi rê ve dibir tenê 10 servîsên veguhestina komî yên şaredariyê hebûn. Dema me şaredarî girt me kêmasiya vê yekê dît û di encama hevdîtina bi hin bankayan re 2 milyon û 120 hezar lîre kredî girtin û 10 wesayîtên din ên vegûhestinê me kirîn. Her çibe dema bi 10 wesayîtan xizmet dihat dayîn rêwî ne zêde bûn, piştî wesayît du qet zêde bûn rêwî zêde tên siwarkirin?"
 
'DILÊ POLÎSAN KENGÎ BIXWAZE'
 
Tarhan, diyar kir ku bi heman awayî di karên xizmetên fenê de jî astengî ji wan re tên derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di karên ava vexwarinê, qenalîzasyon, kevirên parke û arizeyan de miduriyeta polîsan pirsgirêkên mezin derdixîne. Em kolandineke biçûk jî bikin divê em li polîsan bigerin. Pişt re em li bendê dimînin ku polîs werin qada xebatê û du re jî em ê hêvî bikin ku destûrê bidin me. Piştî ku destûr hat wergirtin û karê kolandinê xelas û çal were girtin, wê dîsa li polîsan bê gerandin û heta tên wê li bendê were sekinîn. Hatina polîsan jî bi temamî keyfî ye. Dilê wan kengî bixwaze wê demê tên. Ev pêkanînên wisa ji bo hilberîna xizmetan û bi lez xebitînê pirsgirêkên mezin diafîrinin." 
 
'GELÊ ME FERQA RASTIYAN DE YE'
 
Tarhan, destnîşan kir ku bi astengiyên ku bi zanebûn derdixînin re dixwazin rêveberiya şaredariyê û gel bînin hemberî hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dixwazin me û gelê me bînin hemberî hev. Em van astengiyan ji gelê xwe re vedibêjin. Gelê me ji me baştir armanc û wateya van pêkanînan dizane. Çi bikin bila bikin gelê me her tiştî dibîne. Xebatên me dişopînin û di ferqa rastiyê de ne. Ji ber wê yekê ev hewldanên wan bê wate ne."
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

22/11/2021
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê